Civaka Kurd li Almanyayê

Civaka Kurd li Almanyayê (bi almanî: Kurdische Gemeinde Deutschland, bi kurtasî KGD) rêxistineke sîwan a rêxistinên Kurd ên li Almanyayê ye. Serokê rêxistin Elî Ertan Toprak e. Rexistin Kurdên tê de rêxistinbûyî temsîl dike.[1]

Civaka Kurd li Almanyayê
Kurdische Gemeinde Deutschland
DirûşmHeimat. Freiheit. Zukunft. ( War. Azadî. Dahatû. )
Malper[https://kurdische-gemeinde.de Malpera Civaka Kurd li Almanyayê]

Armanc biguhêre

Yek ji armanca Civaka Kurd li Amanyayê jî nûnertiya Kurdên Almanya bê partî û demokratîk e.Ew “parastin û kûrkirina çand û zimanê kurdî pêş dixe. Ji bo wan naskirina nasnameya kurdî bingeha çanda pêşwazîkirin û naskirinê ye li welatekî nûjen a koçberiyê.[2]”Armancên din ên sereke yên Civaka Kurd li Almanyayê pêşxistina jiyana hevbeş a aştiyane di navbera komên civakî yên cuda de, danûstandina çandî û siyasî di navbera rêxistinên cihê û di navbera dewlet û kurdan bi xwe de ne[1].

Giringî biguhêre

Girîngiya Civaka Kurd li Almanyayê pir zêde bûye, nemaze piştî şerê kurdî li dijî rêxistina bi navê Dewleta Îslamî. Nîqaşên medyayê ku tê de endamên rêxistinê ji bo bêtir demokrasî û serweriya qanûnê li Rojhilata Navîn kampanya dikin, ne kêm in. Gelek caran ji hukûmeta federal a Alman tê xwestin ku bêtir tevlê bibe.[3][4]Di sala 2015’an de, rêxistinê gilî li Komîserê Koç, Penaber û Entegrasyonê yê Hikûmeta Federal a bi eslê xwe tirk Aydan Özoğuz kir ku bi qestî guhnedana nûnerên Kurd ên koçber û di heman demê de tercîhkirina nûnerên tirk hate sûcdarkirin[1].

Komeleyên endamên wê di serî de li herêma Ruhr têne dîtin. Li beşên din ên Almanyayê ew bi zor an jî qet nayê temsîl kirin.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c Garmiany, Polla (25 çiriya paşîn 2015). "Kurds in Germany stress on own identity in meeting with integration minister". Rudaw.net (bi îngilîzî).
  2. ^ "Selbstdarstellung". Kurdische Gemeinde (bi almanî).
  3. ^ Hür, Kemal (14 tebax 2016). "„Islamverbände identifizieren sich mit zwielichtigem Autokraten"". Deutschlandfunk Kultur (bi almanî).
  4. ^ Peters, Freia; Röhn, Tim (24 tîrmeh 2016). "„Wir rotten Euch aus, verbrennen Euch"". Welt.de (bi almanî).