Cilşok, ji makîneya cilan (ango kincên qirêj bûne) dişo re tê gotin. Herwiha makîneya cilan, kincşo, makîneya potan jî dibêjin. Li herêmên Kurdistanê bi navên cuda tên binavkirin, lewra ji ber ku saziyeke fermî yê zimanê kurdî kontrol dike nîne, di bikaranîna teknîkên nûjen de carnan tevlîhevî derdikevin.

Cilşokeke nûjen

Cil, kinc, pot, cilşok biguhêre

Cil, kincên ku qirêj bûne re dibêjin. Herwiha di wateya merş û tejan de ye (kîlîm) lewra berê kinc jî bi destan dihatin ristin, ew jî li ser kergên cilçêkirinê dihatin ristin. Xasma xwakirinên çorsane û stûr bûn (wekî sako, şapik), zû qilêr dibûn. Ji ber wê, ji kincên divê bên şûştin re, cil dibêjin.

Berg û kinc, ên wekî fanêle (fanorî), mîntan in. Ji yê di binî de tên xwakirin re, saye (wekî derpê, kirasqol ûêd) tên gotin. Çek, xwakirinên şervanan e, bo mînak palasqe ûêd.

Poşîde, wekî kum, kolos, şalgerdan ûêd ên di ser de tên xwakirinin, ango dipoşin.

Came, ji kincên zêde balkêş in re tê gotin. Bo mînak kincên manken di pêşangehên modayê de xwadikin.

Pot, di wateya yên çorsane (bo mînak, kulav), biyanî (dema kincên xelkên biyanî bên xwakirin) û kostûm in.

Lê ji ber ku êdî xelk pirranî bi xwe cilên xwe dişon û cil jî bi makîneyan tên şûştin, kurdan di wateya "cihê cilşûştinê" de, ji makîneya cilan dişo re jî cilşok gotine. Ango cilşok di du wateyan de ye, cilşok (kargeh), û cilşok (alav).

Serpêhatiya cilşokê biguhêre

Derander, kaşîfê cilşokê Alva John Fisher e ku sala 1908'ê ev alav îcad kiriye. Makîneya wî ziwa nedikir, motorê kutekek lajwerdî (metalî) di nava avê de digerand û bi wê cil dihatin kutan.

Sala 1924'ê de yekemîn makîneya ku him dişo, him jî ziwa dike hate çêkirin. Niha gelek cureyên wê hene.

Çavkanî biguhêre