Christopher Marlowe
Christopher Marlowe, (26 sibat 1564 - 30 gulan 1593), helbestvan, nivîskar, lîstikên drama yê şano û wergervanê dema Elîzabet yê îngilîz e.
Marlowe, li Canterbury ji dayik bûye û li zanîngeha Cambridge xwendiye. Di sala 1587an de dîploma xwe ya master a hunerê wergirt. Di sala 1593an de hevalê wî Thomas Kyd hat îşkencekirin û ji aliyê wî de bi tawanbarkirina sûcê ateîzmateîzmê hat îxbarkirin. Ji hêzên taybet ên Keyatiyê ve hatiye girtin û di derheqê wî de lêpirsîn hatiye vekirin. Piştre hatiye berdan û pênc roj şûnde ji aliyê kesekî bi navê Ingram Frizer hatiye kuştin.
Berhemên wî:
ŞanoBiguherîne
- Tamburlaine
- The Tragical History of Doctor Faustus (Trajediya bijîjk Faustus)
- The Jew of Malta (Cihûyê Maltayê)
- Edward II (Edûward II).
- The Massacre of Paris (Qetliyama Parîsê).
- Dido Queene of Carthage (Dîdon Şahbanûya Carthage).