Çavdêrxaneya Cheomseongdae li Gyeongjuyê (Korêya Başûr) çavdêrxaneya herî kevn ya heta hiro mayî li Rojhilatê Asyayê ye. Di dema keybanû Seondeok da (ku ji sala 632 heta 647ê hikm kiriye) hatiye avakirin û seî çavdêrîkirina histêrkan hatiye bikaranîn daku rewşa hewayê ware texmînkirin. Di qatekî da 12 kevir hene. Dibe ku ev 12 kevir 12 mehê salekî sembolîze dikine. Bitevayî 30 qat li ser hevin; yek jibo rojekî li mehekî da. Bitevayî resedxane ji 366 keviran pêk tê. Dirêjahiya bingehê wî 5,7 m, bilindahiya wî 9,4 m ye. Barû ji bilî vekirinekî li hêla dîwarê başûr bi axê hatiye tijikirin. Mihtemelen têketin ji dervayî çavdêrxaneyê bi merdîwanekî dibû. Dibe ku li hindirê çavdêrxaneyê nêrdîvanekî hebû ku dibir platforma jor. Ne zelale ku barû jibo çavdêriyên astronomîk yan zêdetir bi meqseda rîtuel yan astrolojîk hatiye bikaranîn. Li 20 kanûna pêşîn 1962ê resedxaneya Cheomseongdaeyê wek 31emîn xezîneya netewî hatiye îlan kirin. Devera Gyeongjuyê ji ber ku pirr tiştên ku ji dema Xanedana Sillayê mane hatiye dîtin ji sala 2000ê vir va wek kelepora cîhanê yê UNESCOyê tê hesibandin.

Çavdêrxaneya Cheomseongdae