Castor (Kastor, Alfaya Çêwiyan, α Geminorum, α Gem, Alpha Geminorum) duyemîn stêra herî geş a di komstêra Cêwiyan de ye. Herçiqas ew ji stêra Pollux a ku herduya tev navê xwe dane komstêra Cêwiyan zenûntir e jî binavkirina Bayerê de li pêş wê wek α Geminorum (Alfaya Cêwiyan) hatiye binavkirin.

Ew heta demeke wek sîstema stêrcêwî dihat zanîn, lê esasen ew sîstema stêrana ku ji 6 stêran pêk tê ye. Lê ew bi çavên rût wek stêreka tenê xwiya dibe û bi vî hawî xweyî qedra zahirî 1,5 e. Ew 49,8 salên roniyê dûra dinê ye.

Navê wê bi Pollux ve ji cêwiyên Castor û Pollux ên di mîtolojiya yewnanî de tên. Navê wê yê bi erebî: رأس التوأم المقدم‎, lat. Ras et-Tûam el-Muqedim, ango Seriyê Cêwiya Pêşîn e.

Çavkanî biguhêre