Caillou

rêzefilmekî kartonî yên Kanadayê

Caillou (bixwîne: Kayû) navê rêzefîlmekî kartonî ye. Ango rêzefîlmekî ku bingeha wê pirtûkên ji hêla nivîskarê Christine L'Heureux û xêzkar Hélène Desputeaux ve ye.. Ji aliyê TVa kanadayî Télétoonê ve hilberîna wê tê kirin. Rêzefîlm bi kurdî jî hatiye dûblakirin. Caillou him navê rêzefîlmê ye, him jî navê lehengê sereke yê fîlmê ye. Zimanê orjînal ê fîlmê fransî ye, li Kanadayê tê amadekirin. Niha li gelek welatan bi gelek zimanan tê pêşkêşkirin. Caillou di zimanê fransî de tê wateya xîz, xîç, berhûrikê. Serê Caillou rût e, şibandin ji vir jî tê.

Caillou
Dublajkirina kurdî He ye
Zimanê orjînal İspanyolca
Ziman İspanyolca
Hejmara sezonan 7
Hejmara beşan 104
Formata wenê 14:9
Weşana dawiyê 2017
Ya pêşî 1997
Bernameyên têkilîdar Hello Kitty

Lehengên sereke biguhêre

  • Caillou: Lehengê sereke ye, 4 salî ye, lawik e. Serrût, pêlavsor e. Pirranî kirasê zer ê bi berstûkê sor, şortê şîn li xwe dike.
  • Doris:Diya Caillou ye. Her dem li hawara Caillou tê. Sekreteriyê dike.
  • Boris: Bavê Caillou ye. Mirovekî baş, merd e. Mixabin di karên destan de hinekê lawaz e, pirr ji temîran fêhm nake. Heger destê xwe avêt temîrê jî, xirab dike.
  • Rosie: Xûşka Caillou ye. 2 salan ji Caillou biçûktir e. Porê wê tirincî ye. Carnan belayan dertine û tîne li birayê xwe diqelibîne.
  • Dapîr: Diya Boris, dapîra Caillou ye. Bo pirsgirêkên neviyê xwe, li çareseriyên afirandêrî digere.
  • Bapîr: Bavê Boris, bapîrê Caillou ye. Caillou digerîne, alîkariya wî dike.
  • Gilbert:Pisîka (kitik) Caillou ye ku gelek hez jê dike.

Girêdanên derve biguhêre