C (zimanê bernamesaziyê)

(Ji C (zimanê bernamekirinê) hat beralîkirin)

Zimanê bernamekirinê yê C di destpêka salên 70an de ji aliyê Ken Thompson û Dennis Ritchie ve ji bo pergala xebitandinê ya Unixê hat amadekirin. Ken Thompson zimanê bernamekirinê yê BCPL hilda û li gor pêwîstiyên xwe guhart û navê vî zimanê nû danî "B". Ev herdu zanyar li Bell Laboratories dixebitîn. Ji wî zimanî B paşê zimanê C çêbû.
Bernamên bingehîn yên Sîstemên Unix û dendikên (kernel) piraniya sîstemên bikaranînê bi C hatine bernamekirin.

C li ser nêzîkê her sîstemên kompûteran de dibe. Zimanên wek BASIC înterpretereke nav sîstema bikaranînê û bername de divê. Lê bernamên C, dema ku hatin nivîsandin û hatin xistin bername (compile), êdî bê tişteka din tên bikaranîn. Ji bo vê sedemê û hin yên din, wek hêsanbûna hînbûna vî zimanî, ti zimanekî bernamekirinê tunne ku wek C belav bûye.

Bernamên bi C hatine nivîsandin zehf bi lez in. Ji bo bernamekirina sîsteman C zehf baş e. Bi C Bernamên piçûk û bi hêz dikarin wérin nivîsandin. Lewma dendikên sîstemên bikaranînê bi C tên bernamekirin. Lê ji bo nivîsandina bernamên kar zimanên din wek C++, Object Pascal, Java meydan ji C standine.

Zimanê C biguhêre

Bernamên C berê bi "text editor"ekî tên nivîsandin (source code, source yanî çavkanî). Paşê ev nivîs dibe bername (compiling). Ji van re object code tê gotin. Piştre object code bi hev re tên girêdan (linking, binding).

Bi rastî bername wisa tên çêkirin, ku her perçe bi xwe tê nivîsandin û xistin bername. Piştre ev perçe di her bernameyî de dikarin werin bikaranîn.

Bernameya "Silav, cîhan!" biguhêre

#include <stdio.h>

int main (void) {
    printf("Silav, cîhan!\n");
    return 0;
}

#include û her hevokên bi # dest pê dikin, fermanên ne ji bo "compiler", lê ji bo "preprocessor" in. Ji stdio.h re 'header file' tê gotin. Preprocessor li stdio.h digere û ku dît naveroka wî derbasî nivîskaniyê dike. Di wir de fonksiyonên din yên berê hatine bernamekirin an jî tenê navên wan hene û ew bûne bername û wek object code li hêviya girêdana xwe ne.

Di stdio.h (Standard input output) de fonksiyonên nivîsandin û xwendinê hatine amadekirin. Lê di wir de ev fonksiyon nehatine nivîsandin; li wir tenê navên wan û naveroka wan heye (function prototypes). Fonksiyon bixwe hatine xistin bername û di kitêbxanê (library) de ne. Bi alîkariya stdio.h ev fonksiyon dikarin di nav bernameyan de werin bikaranîn. Yek ji van fonksiyonan printf e. Bi printf dayinên bernamê li monitorê an printerê tên nivîsandin "standard output".

Her bernameyê C yek an bêhtir fonksiyon in. Fonksiyona herî grîng, bê wê bernameyên C nameşin, main e. Her fonksiyon, dema biqede, vedigere mainê. Main vedigere sîstema bikaranînê.

Çavkanî biguhêre