Burjuvazî,[çavkanî hewce ye] burjuwazî,[çavkanî hewce ye] burjiwazî,[çavkanî hewce ye] bi giştî binavkirina hemwelatiyên dewlemend an jî di marksîzmê de, binavkirina çîna civakî ya serdest a civakê ye, ku berevajiyê wê çîna proletarya ye. Ev têgih carinan jî ji bo cihêkirina wê ji bohemyaniyê (ya hunerî) tê bikaranîn.

Burjuvazî
  • Çîna civakî Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Ew bi dewlemendiya xwe[1] û sermayeya xwe ya mezin a çandî û darayî, ji proletaryayê têne cudakirin û bi kevneşopî têne dijber kirin. Ew carinan di nav burjuvaziya piçûk (petite bourgeoisie), ya navîn (moyenne bourgeoisie), ya mezin (grande bourgeoisie), ya jorîn (haute bourgeoisie) û ya kevnar (ancienne bourgeoisie) de têne dabeşkirin û bi tevahî ji re wekî "burjuvazî" tê gotin.

Burjuvazî di wateya xwe ya eslî de ji nêz ve bi hebûna bajaran ve girêdayî ye, ku bi qanûnên wan ên bajarî (wek mînak, qanûnên şaredariyê, îmtiyazên bajarokan, qanûnên bajaran ên alman) têne naskirin, ji ber vê yekê ji hemwelatiyên bajaran pê ve tu burjuvazî tune bû. Hemwelatiyên gundî diketin bin pergalek qanûnî ya cuda.

Di felsefeya marksîst de, burjuvazî çîna civakî ye ku di dema îndustriyalîzma nûjen de bûye xwediyê amûrên hilberînê. Xemên wê yên civakî nirxa milk û parastina sermayeyê ye, da ku ji bo domandina serweriya xwe ya aborî di civakê de misoger bike.[2]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "bourgeoisie Facts, information, pictures | Encyclopedia.com articles about bourgeoisie". encyclopedia.com. Ji orîjînalê di 2 çiriya pêşîn 2016 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 28 îlon 2016.
  2. ^ "Bourgeois Society". Ji orîjînalê di 27 çiriya paşîn 1999 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 15 çiriya paşîn 2021.