Bilind Îbrahîm

stranbêjê kurd
(Ji Blind Ibrahim hat beralîkirin)

Bilind Îbrahîm an Bilind Îbrahîm Nasir (jdb. 1974, li Şingal, Iraq[çavkanî hewce ye]), stranbêj û hunermendekî kurd e.

Bilind Îbrahîm
Jidayikbûn1ê kanûna paşîn a 1974an (50 salî)
EsilKurd
PîşeStranbêj
Malperwww.bilindibrahim.com/ Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Jiyan biguhêre

Ji akinciyên bajarê Dihokê ye. Malbata wî li devera Şingalê diman. Di sala 1974an de bi sedema têkeliyên wan bi hêzên şorişvan ve, ji aliya rijîma berê ya Iraqê neçar dibin koçber bibin.

Di sala 1975an de dihên ber bi Dihokê ve. Di sala 1977an de her li bajarê Dihokê, Hunermend Bilind Îbrahîn ji dayîk dibe. Di sala 1983an de, destpêka xwandina wî ya seretayî ye. Di sala 1989an de jî li Xwandingeha Bizav her li bajarê Dihokê dest bi xwandina navincî dike. Di sala 1992an de heta 1997an li Peymangeha Hunerên bedew – pişka muzîkê, xwe fêrî aletê Kemanê dike. Di sala 1997an de dibe mamosteyekî jêhatî yê Peymangeha Hunerên bedew- pişka muzîkê. Di sala 1986an de yekemîn stran a hunermendê nemir Mihemed Şêxo li kenala Televizyona Kerkûkê wedigerîne û pê tembûrê distire.

Di sala 1988an de li zanîngeha pişka muzîkê bi perwerdehiya mamoste Welîd Xalid û Nîhad Xalid dest bi fêrbûna aletê kemanê kiriye. Di sala 1989an de bi amadekirina parçeyek muzîkê beşdariya fistîvala (Qûtrî) ku li bajarê Hewlêrê birêve çûbû, dike. Di sala 1991ê de bi koma muzîka Pêşeng ve beşdariya çendîn mêhrcanan(merasiman) wek stranbêj dike. Di sala 1993an de bi koma huneriya Ruhad ve kar kiriye. Di sala 1992 – 1997an de wekî stranbêj û muzîkvan beşdariya hemî festîvalên peymangeha hunerî kiriye. Di sala 1994an de bi harîkariya mamostayê xwe Muhemmed Omerî yekemîn strana xwe ya bi navê (Bala Bala) tomar dike. Awaz ên Muhemmed Omerî û peyv ên Hişyar Muhemmed Hisên bûn û bo yekem car di kenala navxoyî ya "KTV-Dihok"ê hate belavkirin. Di sala 1998an de yekemîn berhema wî bi navê Evînî û wekî albûmekê tomar dibe. Ev berhem ji awazên mamoste Muhemmed Omer bû.

Di sala 2000an de strana bi navê (Dêm û bejn û bala te) ligel koma muzîkê ya Peymangeha Hunerên bedew – Dihok di Kurdistan TV da distire. Di sala 2002an de berhema diduyan a bi navê (Hêlîna Zêrîn), ji awazên Bilind Îbrahîm ket bazarê. Straneke gelêriye ku li ser karesata 1ê şowatê hatiye gotin. Stranek folklorî ya devera Şingalê bo Kurdên Êzidê ligel koma (Şariya) bi şêweyekê nû berhev kiriye. Stranek jî bi navê (Paytexta min) li dema hilbijartinên herêma Kurdistanê, ji kurdan ra çêkiriye.

Dîskografî biguhêre

Çavkanî biguhêre

YouTube biguhêre

Bilind Îbrahîm[girêdan daimî miriye] de YouTube