Bjarne Stroustrup (z. 1950, Aarhus, Danîmarka), profesorê lêkolînê yê zanistên teknolojiyê ya li Zanîngeha A&M Texas (DYA) û rêvebirê giştî yê beşa teknolojiyê ya banka Morgan Stanley. Ew di 1975 an da ji beşa Zanistiya Komputer a Zanîngeha Aarhusê mezûn bû. Wî di 1979an de doktoraya xwe ji Zanîngeha Cambridgeyê wergirt. Ji damezrandina wê heya 2002an, ew seroka beşa Lêkolînên Bernameyên Mezin a AT&T Laboratories (Bell Labs) bû.

Bjarne Stroustrup

Stroustrup afirînerê zimanê bernamenûsiya C++ e. Ew bi awayekî aktîv beşdarî standardkirina C ++ (ANSI / ISO) bû û di vê mijarê de xebatê xwe didomîne. Pirtûka wî "The C++ Programming Language" destpêkek ji bo C++ e. Ji ber vê yekê, ew yek ji pirtûkên herî bijare di warê xwe de ye. Ev pirtûk ji zêdetirî 19 zimanan hatiye wergerandin. Stroustrup bi giştî heft pirtûk û bi sedan gotar nivîsandine. Deverên lêkolîna wî ,pergalên belavkirî, sêwirana nermalavê, teknîkên bernamekirinê, amûrên pêşxistina nermalavê û zimanên bernamenûsê ye.

Pirtûken wî biguhêre

  • Programming—Principles and Practice Using C++ (çapa duyem). Gulan 2014. Addison-Wesley. ISBN 978-0321992789. 1312 rûpel.
  • A Tour of C++. Îlon 2013. Addison-Wesley. ISBN 978-0321958310. 190 rûpel.
  • The C++ Programming Language (çapa çaremîn). Gulan 2013. Addison Wesley. ISBN 0-321-56384-0. 1360 rûpel.
  • Programming—Principles and Practice Using C++. Kanûn 2008. Addison-Wesley. ISBN 978-0321543721. 1264 rûpel.
  • The C++ Programming Language (çapa taybet). Addison Wesley. 2000. ISBN 0-201-70073-5. 1029 rûpel.
  • The C++ Programming Language (çapa sêyemîn). Addison Wesley Longman, 1997. ISBN 0-201-88954-4. 920 rûpel.
  • The Design and Evolution of C++. Addison Wesley, 1994. ISBN 0-201-54330-3. 472 rûpel.
  • The C++ Programming Language (çapa duyemîn). Addison-Wesley, Reading, MA. 1991. ISBN 0-201-53992-6. 696 rûpel.
  • Margaret A. Ellis and Bjarne Stroustrup: The Annotated C++ Reference Manual. Addison-Wesley, 1990. ISBN 0-201-51459-1. 478 rûpel.
  • The C++ Programming Language. Addison-Wesley, 1986. ISBN 0-201-12078. 326 rûpel.

Çavkanî biguhêre

http://www.stroustrup.com/bio.html