Binpêkirina mafên kurdan li Tirkiyeyê

Kurd ji aliyê dewleta Tirk ve li hemberî Kurdan, ser cihêkarîye, xwedî dîrokeke dûr û dirêj in.[1] Ji avabûna Komara Tirkiyeyê ya sala 1923’an û vir ve dem bi dem komkujî li dijî Kurdan pêk hatin. Ji van komkujîyân a herî girîng serhildana Dêrsimê ye ku 13.160 sivîl ji aliyê Artêşa Tirk ve hatin qetilkirin û 11.818 kes jî hatin sirgûnkirin.[2] Li gorî McDowall, 40,000 kes hatin kuştin.[3] Komkujiya Zîlan a sala 1930, komkujiyeke[4][5] ya Kurdên niştecihên Tirkiyê yên di dema serhildana Araratê de bû, ku tê de 5000 heta 47000 mirov hatin kuştin.[6]

Bikaranîna ziman, cil û berg, folklor û navên Kurdî hatin qedexekirin û herêmên ku Kurd lê dijîn heta sala 1946an; di bin qanûneke leşkerî de man.[7] Bimebesta hebûna gellê Kurd mandele (nikolî) bikin, heta salên 1980yî, Kurdan bi navê "Tirkân Çîyayâ" kategorîze kirin.[8][9][10][11] Peyvên "Kurd", " Kurdistan " û "Kurdî" ji aliyê dewleta tirk ve bi fermî hatin qedexekirin.[12] Piştî derbeya leşkerî ya 1980yê, zimanê Kurdî di jiyana giştî û taybetî de bi awayekî fermî hat qedexekirin.[13] Gelek kesên e bi Kurdî axivîn, weşandin, stran gotin; hatin girtin û avêtin zindanan.[14] Lê her çend, di sala 1991ê de qedexeya axaftinê bi zimanekî ne tirkî hatibe rakirin jî, mebesta Kurdan ew e ku wek miletekî cuda ji Tirkî were naskirin an jî zimanê Kurdî weke zimanê perwerdehiyê were naskirin, lê ev yek pir caran weke cudaxwaziyê an jî piştgiriya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) tên binavkirin.[15] Niha li dibistanên taybet û giştî de bikaranîna zimanê Kurdî weke zimanê perwerdehiyê neqanûnî ye, lê dîsa jî dibistanên ku vê qedexeyê red dikin jî hene.[16][17][18] Hikûmeta Tirk, gelek caran kesên ku doza azadîya çandî û perwerdehîya Kurdî diki; ji terorîzmê an piştgirîya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) binav diki.[19]

Di dema şerê Kurd-Tirkan de, ambargoyên xwarinê li ser gund û bajarokên Kurdan hatin danîn.[20][21] Gelek mînakên ku Kurd bi zorê ji gundên xwe ji aliyê hêzên ewlekariya Tirk ve hatin derxistin hene.[22] Tên gotin ku gelek gund hatine şewitandin an jî wêrankirin.[23][22] Di tevahiya salên 1990 û destpêka salên 2000ê de partiyên siyasî yên ku berjewendiyên Kurdan temsîl dikirin hatin qedexekirin.[12] Di salâ 2013ê, agirbestâ di navberâ PKK û dewleta Tirkan de bi bandorî dawî bû heta -Pûşberâ sala 2015an- seba sedema ku lihevxistinâ Rojava-Îslamî destpê biki. Tundûtûjî bi berfirehî li dijî welatiyên Kurd ên asayî hate kirin û baregeh û şaxên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) a alîgirê mafên Kurdan rastî êrîşa girseyan hat.[24] Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (ECHR) û gelek rêxistinên mafên mirovan ên navneteweyî, Tirkiyê ji ber bi hezaran binpêkirinên mafên mirovan ên li dijî Kurdan, mehkûm kirin.[25][26] Gelek daraz bi îdamkirina sîstematîk a sivîlan,[27] îşkencekirin,[28] koçkirina bi darê zorê,[29] gundên wêrankirî, [30][31][32] girtinên keyfî,[33] kuştin û windakirina rojnamevan, çalakvan û siyasetmedaran ve girêdayî ne.[34]

Pirsgirêkan biguhêre

Perwerdehî biguhêre

Li Tirkiyeyê di pergala perwerdehiyê de tenê zimanê perwerdehiyê Tirkî ye; di pergala perwerdehiyâ giştî de zimanê Kurdî weke zimanê bingehîn nayê qebûlkirin.[35] Nifûsa kurdên Tirkiyê, dixwast ku Kurdî weke zimanê perwerdehiyê li dibistanên fermî û her weha wek ders were girtin. Di sala 2008an de perwerdeya bi Kurdî bû qanûnî, lê bicihanîna hewcedariyên pir zehmet bû. Ji ber vê yekê perwerdeya bi Kurdî pir kêm dihat peydakirin. Di dema kesên ku hewl didin perwerdeya bi zimanê Kurdî organîze bikin, gelek caran bi piştgirîya terorê dihatin tawanbar kirin.[19]

Kurdî di zanîngehan de weke dersa destûr tê dayîn,[36] lê di rastiyê de tenê çend çînên pêşeng hene.[37]

Geleferhengîperistî û Bişavtin biguhêre

Ji ber hejmareke zêde ya kurdan li Tirkiyê, hikûmetên li pey hev, nasnameyâ Kurdî, weke tehdîdeke potansiyel li ser yekîtiya tirkan dinerînin. Yek ji tohmetbarên sereke yên asîmîlasyona çandî jî bi çewisandina dîrokî ya zimanê Kurdî ji aliyê dewletê ve hatîye girêdayî ye. Weşanên kurdî yên ku di salên 1960-1970an de hatin çêkirin, bi hincetên qanûnî hatin girtin.[38] Piştî derbeya leşkerî ya Tirkiyê ya sala 1980yê , zimanê Kurdî di saziyên dewletê de bi awayekî fermî hat qedexekirin.[13]

Endamê Kongreya Amerîkayê Bob Filner behsa "nîjadkujîyek çandî" kir û tekez kir ku "Şêweyê jiyanê yê ku bi navê Kurdî tê zanîn, bi rêjeyeke tirsnak winda dibe".[39] Mark Levene pêşniyar dike ku; pêkanînên asîmîlasyonê, tenê bi asîmîlasyona çandî re sînordar nebûn û bûyerên dawiya sedsala 19an heya 1990an berdewam kirin e.[1]

Desmond Fernandes û Tove Skutnabb-Kangas îdia kirin ku Tirkiye [li gorî xalên 2(a) û 2(e)] yên Peymana Nijadkujîye Neteweyên Yekbûyî) li dijî Kurdan bernameyeke nijadkujî damezrand û armanca wê bernameyê, asîmîlekirina kurdan e.[40] Desmond Fernandes, mamosteyê payebilind ê zanîngeha De Montfort; siyaseta desthilatdarên Tirk, di van kategoriyan de vediqetîne:[41]

1. Bernameya asîmîlasyonê ya bi darê zorê, ku di nav tiştên din de, qedexekirina zimanê kurdî û bi zorê bicihkirina Kurdan herêmên ne-kurdî yên Tirkiyê, tê de bû.

2. Qedexekirina rêxistinên ê li dijî kategoriya yekê.

3. Tepeserkirina tund a her berxwedaneke Kurd.

Diyarkirina Çandî biguhêre

Di navbera 1983 û 1991ê de, belavkirin, weşandin û/an weşandina bi zimanekî din ji bilî tirkî qedexe bû (xaynî zimanekî bibe yekem zimanê fermî yê welatekî ku Tirkiye pê re têkiliyên dîplomatîk hene).[42] Herçend ev qedexe ji aliyê teknîkî ve li ser her zimanî be jî, lê bandora herî mezin li ser zimanê Kurdî kir, ku ne yekem zimanê fermî yê tu welatan e, tevî ku li herêma Kurdistanê pir tê axaftin.[43]

Di hezîrana 2004an de televizyona giştî ya Tirkiyê TRT, dest bi weşana bernameyeke Kurdî ya nîv saetî kir[44] û di 8ê adara 2006ê de Desteya Bilind a Radyo û Televîzyonê (RTÜK) destûr da du kanalên televîzyonê (Gün TV û Söz TV) û kanala radyoyekê (Medya FM) xizmeta zimanê Kurdî "bi sînor" bike.Ev qanûn wek hewldanek ji bo bicihanîna yek ji daxwazên endamtiya Yekîtiya Ewropayê di hevdîtinên wê yên bi Tirkiyeyê re ket meriyetê. Di rêziknameya nû de wê hefteyî pênc saet ji weşana radyoyê û 4 saet jî ji televîzyonê hate veqetandin.[45]

Tevî van reforman jî, di qada giştî û saziyên dewletê de bikaranîna Kurdî bi sînor e. Di 14'ê hezîrana 2007'an de Wezareta Karên Hundir, biryara dûrxistina Abdullah Demirbaş weke qeyûmê hilbijartî yê navçeya Sûrê ya Amedê sitend. Her wiha endamên meclîsa şaredariyê yên hilbijartî jî derxistin. Dadgeha Bilind, biryara wezaretê qebûl kir û biryar da ku "Li ser xizmetên cuda yên şaredariyê yên wekî çand, hûner, jîngeh, paqijiya bajar û tenduristiyê bi zimanên din ji bilî tirkî dayîna agahiyên li dijî Destûra Bingehîn e."[46]

Hal jî wiha ye ku li gorî şaredariya navborî %72ê xelkê navçeyê di jiyana xwe ya rojane de Kurdî bi kar tînin. Di dozeke din de şaredarê Amedê Osman Baydemîr jî bi heman şêweyê lêpirsîn û pêvajoyên edlî hate kirin. Doza wî bi bikaranîna hevoka kurdî ya Sersala We Pîroz Be (Sersala We Pîroz Be) di kartên pîrozbahiya sala nû de ku ji aliyê şaredariyê ve hatine weşandin ve girêdayî ye. Dozger wiha nivîsî: "Hat diyar kirin ku gumanbar di qerta pîrozbahiyê ya "Sersala We Piroz Be" de cezayê kurdî bi kar aniye. Dixwazim ku gumanbar bê sizakirin. Yasaya Cezayê ya Tirkiyeyê."[46]

Heya niha ev pirsgirêk ji bo demekê hatine çareser kirin; malpera fermî ya Şaredariyê îro bi sê zimanî ye: Tirkî, Kurdî û Îngilîzî.[47]

Nûnerîya Siyasî biguhêre

Partiyên Kurdî yên li Tirkiyê hatine girtin:[48]

Partî Salân qedexe kirin
Partiya Kedê ya Gel (HEP) 1993
Partiya Azadî û Demokrasiyê (ÖZDEP) 1993
Partiya Demokrasiyê (DEP) 1994
Partiya Demokratîk a Gelan (HADEP) 2003
Partiya Civaka Demokratîk (DTP) 2009

Destûra Tirkiyê avakirina partiyên siyasî, li ser bingehên etnîkî, qedexe dike. Xala 81 a qanûna Partiyên Siyasî dibêje ku; di xebatên siyasî yên partiyan de tenê bi tirkî destûr tê bikaranîn.[49] Çend partiyên siyasî yên Kurd ji aliyê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê ve bi "hinceta" ku piştgirî didin PKK’ê hatin girtin. Di sala 2012an de Partiya Demokratîk a Gelan a Kurd (HDP), a çepgir, hat damezrandin û partiyê xebatên xwe berdewam kir û piştî hilbijartinên Mijdara 2015an 50 kursiyên parlamenê bi dest xist.[50]

Li Tirkiyê, piştî sala 2014an, siyasetên wekî Partiya Demokrat a Kurdistanê li Tirkiyê (PDK-T/2014), Partiya Sosyalîst a Kurdistanê (PSK/1974, bi taybet 2016), Partiya Azadiya Kurdistanê (PAK/2014) û Partiya Komunîst a Kurdistanê (KKP) hatin damezrandin. Lê di sala 2019’an de Serdozgeriya Komarê ya Dadgeha Bilind ji ber ku di navên wan de peyva ‘Kurdistan’ heye, der barê KKP, PAK, PSK û PDK-T de dosyaya girtinê vekir.[51][52][53]

Mirovên Bêwarkirî (IDP) biguhêre

Di salên 1980 û 1990an de, Tirkiyê hejmareke mezin ji welatiyên xwe ji deverên gundewarî li başûrê rojhilatê Anatolyayê; bi wêrankirina û bikaranîna neçarî, bi hezaran gundan koçberkirin.[54] Hikûmeta tirkî îddîa kir ku; jicîhûwarkirina bi darê zorê, ji bo parastina Kurdan ji rêxistina çekdar a Kurd, Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) bû.[22] Di nîvê salên 1990ê de, zêdetirî 3000 gund ji nexşeyê hatin paqijkirin û li gorî hejmarên fermî 378335 gundiyên kurd ji cih û warên xwe bûn û bê mal man.[54][55][56][57]

Dîrok biguhêre

Piştî Şoreşa Ciwanên Tirk, a di destpêka sedsala 20an de, û geşbûna neteweperestiya Tirk, tunekirin an asîmîlekirina gelên kêmnetewe (bi taybetî Ermenî, Suryanî, Yewnanî û Kurd) bûye mînakek dubare.[1] Zagona 1934’an a Tirkiyeyê ya ji nû ve bicîhkirin, rê li ber asîmîlasyon û bi darê zorê vekir.[58]

Bûyerên hilbijartî biguhêre

Leyla Zana biguhêre

Di sala 1994’an de Leyla Zana – ku berî sê salan yekem jina kurd bû ku ji bo parlamena Tirkiyeyê hat hilbijartin – ji ber “axaftina cudaxwaz” 15 sal ceza lê hat birîn. Di sala 1991ê de di destbikarbûna wê de wekê parlementer, wê xwe wekê Kurd da naskirin. Wê li gorî zagonan, sonda dilsoziyê xwar û bi Kurdî jî got, "Min bi zorê ev formalîte qedand. Ji bo gelê Kurd û Tirk di çarçoveyeke demokratîk de bi hev re bijîn, ez ê têbikoşim."[59] Di parlamenê de bi qîrîna dirûşmên "Cidaxwaz", "Terorîst", "Wê bigrin" dest pê kir.[60]

Di avrêla 2008an de bi îdiaya “kirinê propagandayê terore”, du sal cezayê girtîgehê lê hat birîn.[61]

Akin Birdal biguhêre

Di sala 2000ê de Serokê Komeleya Mafên Mirovan a Tirkiyeyê Akin Birdal ji ber axaftinekê ku tê de bangâ “aştî û lihevkirinê” di navbera Kurd û Tirkan de kiribû, li gorî xala 312’an ket girtîgehê. Ew neçar ma ku dest ji posta xwe berde; ji ber ku qanûna komeleyan, kesên ku vê û çend zagonên din binpê dikin qedexe dike ku karbidestên komeleyê bikin.[62]

Girtinên Amedê (2006) biguhêre

Di adar û avrêla 2006an de li gelek bajarên Bakurê Kurdistanê (başûrê rojhilatê) de aloziyên tund pêk hatin. Di encama, van aloziyên de zêdeyî 550 kes hatin girtin, ji wan zêdetirî 200 zarok bûn. Baroya Amedê, zêdetirî 70 giliyên muameleya xerab pêşkêşî rayedaran kir. Li van 39 îdiayan lêpirsîn hat destpêkirin. Di bûyerên Amedê de, mirovên hat girtin, li cihên girtinê xwe de; muayeneya edlî ya girtinan hat kirin. Li gorî nûsafa komîsyonê, "ev yek li dijî rêgez û dornameyên ku ji aliyê wezaretên dad û tenduristiyê ve hatine derxistin û herwiha li dijî serxwebûna pîşeya bijîşkî ye". Komîsyon herwiha di wê baweriyê de ye ku "qanûnên nû yên ku di Hezîrana 2006an de ji bo guherandina qanûna dijî-terorê hatin pêşkêşkirin, dibe ku şerê li dijî îşkence û muameleya xerab têk bibe". Komîsyon herwiha tekez dike ku "vegera asayîbûnê li başûrê rojhilat (Bakurê Kurdistanê), tenê bi vekirina diyalogê bi hevkarên xwecihî re dikare pêk were".[35] "Divê: stratejiyek berfireh were şopandin ji bo bidestxistina geşepêdana civakî-aborî ya herêmê û peydakirina şert û mercên ku gelê Kurd, bi tevahî, maf û azadiyan bi dest bixe. Mijarên ku divê werin çareser kirin; vegerandina kesên bêwarkirî yên navxweyî ye. Tazmînata xisarên mexdûrên terorê, mayinan û herwiha pirsgirêka cerdevanan".[35]

Qedexekirina şanoya Kurdî: 'Bêrû' biguhêre

Walîtiya Stembolê, di cotmeha 2020an de lîstika şanoya Kurdî ya bi navê “Bêrû” beriya pêşandana wê ya yekem, qedexe kiribû. Beriya 3 salan hem li Tirkiyeyê hem jî li derveyî welat bê pirsgirêk hatibû kirin.[63]

Rewşa Niha biguhêre

Rapora Pêşketinê ya Tirkiyeyê ya 2006an eşkere dike ku li gorî Qanûna Partiyên Siyasî, bikaranîna zimanên -ji bilî tirkî- di jiyana siyasî de neqanûnî ye.[64] Dema ku Leyla Zana di destbikarbûna xwe ya parlamenteriyê de bi Kurdî axivî, di sala 1994 de hat girtin, bi xiyanet û endamtiya Partiya Karkerên Kurdistanê (PKK) ya çekdar hat tawanbar kirin. 15 sal cezayê girtîgehê li Zana û yên din hat birîn.[65] Beriya vê di sala 1992an de, ji alîyê polîsên Tirk de girtin ser Enstîtuya Kurd a Stenbolê û 5 kes desteser kirin û pirtûkên li ser ziman, edebiyat û dîroka Kurdî desteser kirin.[66]

Komîsyona Ewropî ji sala 2006an de encam dide ku "bi giştî Tirkiye di warê dabînkirina cihêrengiya çandî, pêşvebirina rêzgirtin û parastina hindikahiyan li gorî standardên navneteweyî de hindik pêşde çû".[35] Komîsyona Ewropî Dijî Nîjadperestî û Bêtoleransê (ECRI) radigihîne ku (ji Avrêla 2010an de): "Bikaranîna raya giştî ji hêla karbidestên zimanê kurdî ve wan ji dadgehkirinê re vekirî dihêle, û parastina giştî ji hêla kesên berjewendîyên kurd an kêmneteweyan ve jî pir caran di çarçoveya Qanûna Ceza de dibe sedema darizandinê."[67] Ji brîfînga 1994’an a Koma Hiqûqê ya Mafên Mirovan a Navneteweyî: “Pirsgirêka Tirkiyeyê ev e ku Destûra Bingehîn li dijî Kurdan e û makezagona apartheidê, pir dişibe wê. The Economist her wiha destnîşan dike ku "reforman hêdî bûne, darizandina nivîskaran ji ber heqareta li Tirkîyeyê dewam kiriye, ji nû ve şer bi Kurdan re derketiye û bi coşeke nû ya netewperestîyê derketiye holê".

Li seranserê ye welat 128 êrîş li dijî buroyên HDP’ê ku partiya mafên Kurdan e, pêk hatin.[24]

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre

  1. ^ a b c Levene, Mark (1998). "Creating a Modern 'Zone of Genocide': The Impact of Nation- and State-Formation on Eastern Anatolia, 1878–1923". Holocaust and Genocide Studies. 12 (3): 393–433. doi:10.1093/hgs/12.3.393. The persistence of genocide or near-genocidal incidents from the 1890s through the 1990s, committed by Ottoman and successor Turkish and Iraqi states against Armenian, Kurdish, Assyrian, and Pontic Greek communities in Eastern Anatolia, is striking. ... the creation of this 'zone of genocide' in Eastern Anatolia cannot be understood in isolation, but only in light of the role played by the Great Powers in the emergence of a Western-led international system. In the last hundred years, four Eastern Anatolian groups—Armenians, Kurds, Assyrians, and Greeks—have fallen victim to state-sponsored attempts by the Ottoman authorities or their Turkish or Iraqi successors to eradicate them. Because of space limitations, I have concentrated here on the genocidal sequence affecting Armenians and Kurds only, though my approach would also be pertinent to the Pontic Greek and Assyrian cases. {{cite journal}}: di |jêgirtin= de di cihê 463 de line feed character heye (alîkarî)
  2. ^ ""Resmi raporlarda Dersim katliamı: 13 bin kişi öldürüldü"". Radikal (bi tirkî). 19 çiriya paşîn 2009. Ji orîjînalê di 2009 de hat arşîvkirin. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-arşîvê= (alîkarî)
  3. ^ McDowall, David (2002). A modern history of the Kurds. I.B. Tauris. r. 209. ISBN 978-1-85043-416-0.
  4. ^ Tan, Altan (2009). Kürt sorunu (bi tirkî). Timaş Yayınları. r. 275. ISBN 978-975-263-884-6.
  5. ^ Selek, Pınar (2004). Barışamadık (bi tirkî). İthaki Yayınları. r. 109. ISBN 978-975-8725-95-3.
  6. ^ Pamukoğlu, Osman (2003). Unutulanlar dışında yeni bir şey yok: Hakkari ve Kuzey Irak dağlarındaki askerler (bi tirkî). Harmoni Yayıncılık. r. 16. ISBN 975-6340-00-2.
  7. ^ Hannum, H. (1996). Autonomy, Sovereignty, and Self-determination. University of Pennsylvania Press. r. 186. ISBN 0-8122-1572-9.
  8. ^ Olson, Robert W.; Gürbey, Gülistan; Nigogosian, Aram; Gunter, Michael; Barkey, Henri; Robins, Philip; Bozarslan, Hamit; Bozdaglioglu, Yücel; Muller, Mark (1996). The Kurdish nationalist movement in the 1990s : its impact on Turkey and the Middle East / Robert Olson, editor. Lexington (Ky.) : University Press of Kentucky, c1996. r. 186. ISBN 0813119995.
  9. ^ "Turkey - Linguistic and Ethnic Groups". Ji orîjînalê di 2023 de hat arşîvkirin. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-arşîvê= (alîkarî)
  10. ^ Bartkus, Viva Ona (îlon 2009). "The Dynamic of Secession". The Dynamic of Secession. Cambridge University Press: 90–91. doi:10.1017/CBO9780511491214. ISBN 9780511491214.
  11. ^ Çelik, Yasemin (30 îlon 1999). Contemporary Turkish Foreign Policy. Bloomsbury Academic. ISBN 978-0-275-96590-7.
  12. ^ a b Baser, Bahar (28 adar 2015). Diasporas and Homeland Conflicts: A Comparative Perspective. Ashgate Publishing. r. 63. ISBN 978-1-4724-2562-1.
  13. ^ a b Toumani, Meline. "Minority Rules". NY Times.{{cite news}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  14. ^ Aslan, Senem (2014). Nation Building in Turkey and Morocco. Cambridge University Press. r. 134. ISBN 978-1-107-05460-8.
  15. ^ Karakoç, Ekrem; Sarıgil, Zeki. Why Religious People Support Ethnic Insurgency? Kurds, Religion and Support for the PKK. Cild 13. Cambridge University Press. doi:10.1017/S175504831900031. hdl:11693/53234. ISSN 1755-0483.
  16. ^ Bozarslan, Mahmut (23 kanûna paşîn 2015). "Kürtçe okulda Kürtçe karne". Aljazeera Turk (bi tirkî). Ji orîjînalê di 2023 de hat arşîvkirin. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-arşîvê= (alîkarî)
  17. ^ "Cizre'de Kürtçe eğitim verilen okulda öğrenciler karne aldı". CNN Turk (bi tirkî). 12 hezîran 2015.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  18. ^ "İlk Kürtçe Karneler Verildi". BİANET (bi tirkî). 23 kanûna paşîn 2015.{{cite web}}: CS1 maint: url-status (lînk)
  19. ^ a b Skutnabb-Kangas, Tove; Fernandes, Desmond. "Kurds in Turkey and in (Iraqi) Kurdistan: A Comparison of Kurdish Educational Language Policy in Two Situations of Occupation". Genocide Studies and Prevention. 3 (1): 45–46. doi:10.3138/gsp.3.1.43.
  20. ^ Olson, Robert (1996). The Kurdish Nationalist Movement in the 1990s: Its Impact on Turkey and the Middle East. Lexington, Ky.: University Press of Kentucky. r. 16. ISBN 0-8131-0896-9.
  21. ^ Shaker, Nadeen. "After Being Banned for Almost a Century, Turkey's Kurds Are Clamoring to Learn Their Own Language". Muftah.
  22. ^ a b c Gunes, Cengiz (2013). The Kurdish National Movement in Turkey: From Protest to Resistance. Routledge. r. 130. ISBN 978-1-136-58798-6.
  23. ^ Ibrahim, Ferhad; Gürbey, Gülistan (2000). The Kurdish Conflict in Turkey: Obstacles and Chances for Peace and Democracy. Münster; New York: Lit ; St. Martin's press. r. 182. ISBN 3-8258-4744-6.
  24. ^ a b Janbazian, Rupen (2015-09-09). "'Lynching Campaign' Targets Kurds in Turkey, HDP Offices Attacked". The Armenian Weekly. Ji orîjînalê di 2023 de hat arşîvkirin. {{cite news}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-arşîvê= (alîkarî)
  25. ^ "Turkey Ranks First in Violations in between 1959-2011". Bianet. 2012-05-15. Ji orîjînalê di 2023 de hat arşîvkirin. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-arşîvê= (alîkarî)
  26. ^ "Annual report 2014" (PDF). The European Court of Human Rights. 29 kanûna pêşîn 2015. ISBN 978-92-871-9919-5.
  27. ^ "Case of Benzer and others v. Turkey: Final Judgment" (PDF). The European Court of Human Rights. 24 adar 2014.
  28. ^ Reidy, Aisling (29 kanûna pêşîn 2015). "The prohibition of torture: A guide to the implementation of Article 3 of the European Convention on Human Rights" (PDF). Human Rights Handbooks.
  29. ^ Human Rights Watch (Organization) (1998). Human rights watch world report 1999 : events of December 1997-November 1998. Internet Archive. New York : Human Rights Watch. r. 7. ISBN 978-1-56432-190-9.
  30. ^ McKiernan, Kevin (2006). The Kurds : a people in search of their homeland. Internet Archive. New York : St. Martin's Press. r. 130. ISBN 978-0-312-32546-6.
  31. ^ Bengio, Ofra (15 çiriya paşîn 2014). Kurdish Awakening: Nation Building in a Fragmented Homeland (bi îngilîzî). University of Texas Press. r. 27. ISBN 978-0-292-75813-1.
  32. ^ Gunes, Cengiz; Zeydanlioglu, Welat (23 îlon 2013). The Kurdish Question in Turkey: New Perspectives on Violence, Representation and Reconciliation (bi îngilîzî). Routledge. r. 98. ISBN 978-1-135-14063-2.
  33. ^ ""Factsheet – Police arrest and assistance of a lawyer"" (PDF). European Court of Human Rights (bi îngilîzî). 2020.
  34. ^ "JUSTICE COMES FROM EUROPEAN COURT FOR A MURDERED KURDISH JOURNALIST | KHRP | Kurdish Human Rights Project". www.khrp.org. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.
  35. ^ a b c d ""Turkey 2006 Progress Report"" (PDF). European Commission. 28 kanûna pêşîn 2006. Ji orîjînalê (PDF) di 4 adar 2016 de hat arşîvkirin.
  36. ^ ""Kurdish to be offered as elective course at universities"". Today's Zaman. 5 kanûna paşîn 2009. Ji orîjînalê di 24 kanûna pêşîn 2017 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.
  37. ^ "Turkish News - Latest News from Turkey". Hürriyet Daily News (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 îlon 2023.
  38. ^ "Turkey - Kurds". countrystudies.us. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2009.
  39. ^ Meho, Lokman I. (2004). The Kurdish Question in U.S. Foreign Policy: A Documentary Sourcebook (bi îngilîzî). Bloomsbury Academic. r. 400. ISBN 978-0-313-31435-3.
  40. ^ Skutnabb-Kangas, Tove; Fernandes, Desmond. "Kurds in Turkey and in (Iraqi) Kurdistan: a Comparison of Kurdish Educational Language Policy in Two Situations of Occupation". Genocide Studies and Prevention. 3: 43–73.
  41. ^ "Gomidas Institute". www.gomidas.org. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.
  42. ^ "The Kurdish Language and Literature". Institutkurde.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 îlon 2023.
  43. ^ "Kürtçe yabancı dil mi?". 8 tîrmeh 2007. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 27 îlon 2007. Roja gihiştinê 15 nîsan 2003.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  44. ^ "Kurdish broadcast ends Turkish TV taboo". ABC News Online. 10 hezîran 2004.
  45. ^ "Yerel kanallarda Kürtçe Mart'ta". NTV (bi tirkî). 21 sibat 2006. Ji orîjînalê di 31 çiriya pêşîn 2007 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.
  46. ^ a b Lagendijk, Joost (30 îlon 2007). "TODAY'S ZAMAN". web.archive.org. Ji orîjînalê di 30 îlon 2007 de hat arşîvkirin.
  47. ^ "Duty Telephone Service". Diyarbakir Buyuksehir Municipality Software and Programming Branch Office. 24 hezîran 2014. Ji orîjînalê di 31 tebax 2014 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.
  48. ^ Aslan, Senem (17 çiriya paşîn 2014). Nation-Building in Turkey and Morocco: Governing Kurdish and Berber Dissent (bi îngilîzî). Cambridge University Press. ISBN 978-1-316-19490-4.
  49. ^ "Turkey Law of Political Parties" (PDF). Legislationonline (bi îngilîzî). Ji orîjînalê (PDF) di 13 kanûna pêşîn 2019 de hat arşîvkirin.
  50. ^ YSK. "Nov. 2015 Election Results" (PDF) (bi îngilîzî). Ji orîjînalê (PDF) di 1 tîrmeh 2019 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 19 nîsan 2018.
  51. ^ "Closure Case for Parties Which Have 'Kurdistan' in Their Names". bianet.org (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2021.
  52. ^ "Four Kurdistani parties in Turkey face closure over name". Kurdistan24. Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2021.
  53. ^ "Kürdistan isimli partilerin kapatılması davasına karşı 400 kişilik ortak bildiri". www.rudaw.net. Roja gihiştinê 29 kanûna paşîn 2021.
  54. ^ a b "Turkey: "Still critical": Introduction". www.hrw.org. Roja gihiştinê 29 tebax 2021.
  55. ^ "Displaced and Disregarded". www.hrw.org. Roja gihiştinê 29 tebax 2021.
  56. ^ "Turkey". www.hrw.org. Roja gihiştinê 29 tebax 2021.
  57. ^ Refugees, United Nations High Commissioner for. "Refworld | Profile of Internal Displacement: Turkey". Refworld (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 29 tebax 2021.
  58. ^ Jongerden, Joost (2007). The settlement issue in Turkey and the Kurds: an analysis of spatial policies, modernity and war. Social, economic and political studies of the Middle East and Asia. Leiden: Brill. ISBN 978-90-04-15557-2.
  59. ^ "Racism and the administration of justice". Amnesty International (bi îngilîzî). 25 tîrmeh 2001.
  60. ^ "The ex-Kurdish MP Leyla Zana is not allowed to go abroad". Human Rights House Foundation (bi îngilîziya amerîkî). 11 îlon 2004. Roja gihiştinê 5 kanûna paşîn 2021.
  61. ^ "Kurdish politician Zana sentenced to prison in Turkey". Middle east World. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 24 çiriya paşîn 2021. Roja gihiştinê 29 îlon 2023.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  62. ^ "Turkey: Government Sends Human Rights Leader Back to Prison | Human Rights Watch" (bi îngilîzî). 27 adar 2000. Roja gihiştinê 30 kanûna pêşîn 2008.
  63. ^ "Turkey bans Kurdish-language play in Istanbul – DW – 10/17/2020". dw.com (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 26 tebax 2021.
  64. ^ Nelles, Wayne C (2003). Comparative Education, Terrorism and Human Security. r. 167.
  65. ^ Kürkçü, Ertugrul. "Defiance Under Fire: Leyla Zana: Prisoner of Conscience". Amnesty Magazine (bi îngilîzî). Ji orîjînalê di 12 reşemî 2006 de hat arşîvkirin. Roja gihiştinê 2008-09-13. {{cite web}}: Nirxên tarîxê kontrol bike: |tarîxa-arşîvê= (alîkarî)
  66. ^ Baets, Antoon de (2002). Censorship of Historical Thought. Greenwood Publishing Group. r. 471. ISBN 0-313-31193-5.
  67. ^ "ECRI report on Turkey (4th cycle)" (PDF).