Bill Gates
William "Bill" Henry Gates III [ˈwɪljəm bɪl ˈhɛnɹɪ geɪts] li 28'ê kewçêrê 1955an li bajêrê Seattle li wilayetê Washingtonê hatiye ser dinyayê. Ew tev-hîmdaner, serok, kevne mezin-endazyarê nermamrazan yê şîrketa Microsoftê e. Her wiha, ew damezrînerê şîrketa Corbis ya arşîvkirina wîneyên dîgîtalî e. Li goreyê lîsteya Bilyonerên Cîhanê ya Kovara Forbesê, Gates zilamê herî dewlemend ê cîhanê li van 12 salên bihurî ye. Li sala 1999ê, ji bo heyamekê dewlemendiya Gates ji 100 bilyon dolarên Emrîkî bihurî û bi vî awayî Gates bû sedbilyoniyê yekê di dîrokê da. Li goreyê Kovara Forbes 2006ê , Gatesî niha zêdetir ji 50 bilyon dolaran hene. Malbata Gates bi dû malbata Waltonî malbata herî zengîna cîhanê e.
Bill Gates | |
---|---|
![]() Gates di sala 2018an de | |
Jidayikbûn |
William Henry Gates III 28ê çiriya pêşîn a 1955an Seattle, Washington, DYA |
Pîşe |
|
Salên çalak | 1975–heta niha |
Sedema navdarbûnê | Avakerê Microsoft |
Sermiyana net |
![]() |
Sernav |
|
Hevjîn | Melinda Gates (zw. 1994) |
Zarok | 3 |
Dê û bav |
|
Malper | www.gatesnotes.com |
![]() | |
biguherîne![]() |
Gates yek ji bernyastirîn sermayedarên şoreşa Komputera kesanî e. Ew bi berfirehî ji ber dûrbînî û meraqa karî cihê rêzê e. Hindek kes jî rexneyan lê dikin ko bi awayên nedadwerane û bêqanûnî şîrketa Microsoftê avakirîye. Piştî komkirina serweta xwe, di gelek karên mirovxwazane da Gêytsî gelek pare (nêzîkî 50 % ji malê xwe) bi rêya Binyatê Bîl û Melînda Gatesî, ya ko li sala 2000ê hatiye damezrandin, daye rêxistinên xêrxwaz û lêkolînên zanistî.
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ "#2 Bill Gates". Forbes. Roja wergirtinê: 14 çiriya paşîn 2020.