Bikarhêner:Erdal Ronahi/todo/Çîroka Qabîl û Habîl li gora Qur'anê

XWÎNA YÊKEMÎN

Xwedê pêxamber Adem û jina wî yî Hewa li cennetê havit der û şand serê erdê. Ewna serê erdê bûn cotkar. Ji cihîştina cennetê vir da, ewna qet carekî bi tevahî dilxweş nebûn. Pirr caran xwerina wan tune bû, ji ber ku herema ew tê da dijîyan, pirr berdan nebû; erdê zevîyan neberdanû û karê wan jî pirr çetin û. Jiyîna wan gellekî dijwar bû. Gerek wan erdê zevîyên xwe bi xwe cot bikirana, genim bajotana û biçinyana. Ne tevir ne jî hewcarê wan hebû. Gerek wan hacetên xwe yên girîng bi xwe çê bikirana. Wî demê ser dinê pirr darê mezin, çîyayên bilind û zaxor û kaşên xeter hebûn. Ji her alîyê mîrov dengê heywanên wexş ku li daristanê dijîyan dibihîst. Hz. Adem û Hewa hundirê şikeftekî da li ser çîyayekî bilind rûdiniştin. Lêbelê wana şikeftê da jî mîna cenneta Xwedê emîntî û dilxweşî nedît. Ji bo parîkî nan bi saetan kar dikirin. Pirr caran dema cennetê dahat bîra wan û ewna pir xemgîn dibûn.

Bi vî avayî pir sal hatin û çûn. Wana tim û tim Xwedê ra dûa dikirin ku bila Ew guneyê wan biborîne û jiyîna malbata wan hinekê hesan bike. Xwedê jî ser vîna tesellî û şênahî da wan. Rojekî lawikek ji Hewa yê ra bû û navê wî jî Qabîl lê kirin. Adem û Hewa her roj sibê hettanî êvarê ji bona xwe û zarokê xwe xwerinê digerîyan.

Salekî şuva Hava lawikekê din hanî dinê û navê wî jî Habîl lê kirin. Hz. Adem û Hewa ji bona herdû zarokên xwe pirr kêfxweş bûn û tengîya xwe bîra xwe kirin. Jiyîna wan niha gellekî hatî bû guhartinê. Wana bi dil û hêz kar dikir. Herdû law mezin bûn û bûn du xortên jêhatî. Wana jî gerek bi xebata xwe ji dê û bavê xwe ra alîkarî bikirana. Qabîl ji salan hinekî Habîl mezintir û, lêbelê dîsa jî Habîl wî hinekî xurtir bû. Qabîl pirr şerkarû û nedikanîya qar û xirabîyên xwe bindest bigire. Habîl jî mîrovekî dilpak û. Wî heywan gellekî hez dikir; destê xwe wan ra dikir û tev wan lîstin pirr hez dikir.

Rojekî Hz. Adem du karên cûda, da herdûyan. Qabîl gerek bibûna cotkar û zevî cot bikirana, Habîl jî gerek karê xwe yî ku herî hez dikir bikirana û pez û dewar biçêrandana. Pêş roj derketinê herdû bira ji şikeftê derdiketin. Yekê ji daran mêwên cûrbecûr top dikir, yê din jî pez diçêrand, şivantî dikir. Hz. Adem jî diçû nêçîrê û avê. Êvar êvar Qabîl mêve, Habîl şîr, Hz. Adem jî heywanên ku nêçîr kiri bû dahanî mal. Xwedê hê bêtir rizq û bext dida wan.

Hz. Adem xwest ku herdû zarokên xwe biceribîne ku hela herdû jî ji nîmetên Xwedê ra giramîyê dikin yan na. Lewma herdû jî şandin ser çîyayekî û ferman da ku bila tiştekî nav malên xwe da ji bona heywanan ser tepikekê cîh bêlin.

Habîl ji bona vî fermana bavê xwe gellekî dilxweş bû, lêbelê Qabîl qahrîya û bi gazîn got:“ Ez hettanî ku va hemû tiştana dest xwe dixinim pirr hewl didim xwe. Ez qey niha malên xwe ser çîyayekî bêkes dayînim, ji bona vana min tam rojekî bi zehmet kar kir!“ Lêbelê wî dîsa jî nekanîya dijî bavê xwe derbikevî.

Habîl dest da çû nav pezên xwe da yê herî rind û qelew derxist; dûra jî ew şerjê kir. Hz.Adem ji bona vî kirina lawê xwe gellekê dilgeş û dilşahî bû.

Qabîl bi mirûzekê tirş mêwen û sebzên yên herî helisî û puç top kir. Dilê vî alîyê karê vîyê nebaş bû. Qet xweþîya wî nediçû ku fermana bavê xwe bîne cî.

Dûra herdû bira jî çûn ser tepika çîyê û xwestin mêze bikin ku qurbana wan hatîye qebûl kirinê ango na.Gava Habîl dîyarîya xwe nedî desta fam kir ku qurbana wî hatîye qebûl kirinê. Lêbelê mêwên Qabîl yên helisî hîna mîna belê wer cîyê xwe da bûn û qet destik lê neketî bû. Yanê xelatên wî netibûn qebûl kirinê.

Habîl hema bi dilgeşî Xwedê ra şukir kir. Ser vî bûyêra qahr û çavtengîya Qabîl ji bona birê xwe hê zêdetir bû, wî mêze bavê xwe kir û got:“ Te Habîl ra dûa kir, lewma Xwedê dîyarîya wî qebûl kir. Te ji bona min dûa nekir. Tu min hez nakî. »

Hz. Adem aha got:“ Kurê min, Xwedê qurbana Habîl qebûl kir, ji ber ku wî nav malên xwe da yên hemû rind, bi dilekî paqîj da. Xwedê rindîyê hez dike. Te ji malên xwe da bi dilekî hesûd yên hemû xirab top kir. Lewma Xwedê qurbana te qebûl nekir.”

Dûra Habîl vegerîya û çû mal. Dilê Qabil pirr teng bû. Bi hêrsekî mezin dû birê xwe da baz da. Wî Habîl ji bona hemû tis-tan tawanbar dikir. Şeytan jî va kêmasîya wî bikar anî û guhê Qabîl da got:”Çi te ra manî dibe ku tu birê xwe nakujî ? Here û wî bikuje. Gava te xwe ji ber wî xilas kir, tu ji qara dilê xwe jî xilas dibî. Wê demê tu tenê dimînî û tu kesek carekî din te baştir nabe.” Qabîl dû Habîl da baz da. Þeytan jî berdewam kir û got:” Wî bikuje, Habîl bikuje!”

Qabîl hinekî din zû çû û paşda pê birê xwe girt û got:” Bisekine! Ez gerek te bikujim!”

Habîl sar bû û ma. Bi şaşî mêze kekê xwe kir û jê pirsîya:“ Tu qey dixwazî min bikujî?“ Bi qirçîna didanên xwe û bi lerzan Qabîl aha bersiv da:“ Bavê me, te min pirtir hez dike. Ji bona wî Xwedê qurbana te qebûl kir.“

Habîl bi dengekî nerm got:“ Tu min bikujî jî qet tiþtek ji te nayê guhartin. Ser da tu bi vî avayî evîna bavê me jî wanda dikî. Xwedê vê sûcê te qet naborîne!“

Lêbelê Qabîl bi qiseyên birê xwe sukut ne bû. Dilê wî tujî hesûdî bû, ew bi peroşîyek mezin dilerzîya. Dîsa pê qiriqa Habîl girt û qêrîya ser:“ Gava ez te nekujim, ez gerê qe çêyîyê ji jiyîna xwe nebînim. Tu vîna fam nakî? » Habîl dîsa jê ra got : » Kekê min, tu bi kuştina min qe çêyîyê nabînî. Tu gerek vîna bizanî. Ez te xurttirim, lê dîsa jî gerek ez destê xwe ji dijî te ranekim û te nekujim. Ez ji Rebbê Alemê ditirsim. »

Habîl hêdî hêdî xwe ji dest kekê xwe da xelas kir û rîya xwe da çû. Qabîl hinekî xwe fêdî kir, lêbelê dîsa jî înata wî pê girt: » Ez gerê te bikujim. » Bi vî avayî herdû jî vergerîyan şikeftê. Qabîl wî şevê hettanî serê sibê nekanîya birazê. Wî her dem dengê Şêytîn dibihîst:“ Hettanî ku tu birê xwe nekujî, tu gerek qet çêyîyê nebînî.“ Dema sibe bû,Qabîl qerera xwe yî dawîyê ji bona kuştina birê xwe da bû.

Habîl mîna timî dîsa bi fedakarîyek mezin ber pezên xwe bû. Qabîl çû cemê û gava birayê xwe wer dilxweş dît, hê bêtir qahrîya. Xwe xar kir, kevirekî mezin girt û pê Habîl xist. Habîl hema şunê da mir. Bi vî avayî serê erdê cara yêkemîn qetl hat kirinê û cara yêkemîn xwîna mîrovekî rijîya. Ser vîna heþê Qabîl dîsa hat sêrî. Hîna wer şuna xwe da tevizîya bû . Careki-da pir tirsîya û ji bona karê xwe yî tirsehêz pirr poşman bû. Qabîl dizanîya ku wî tiştekî pirr xirab kirîye. Wî gerek niha çi bikirana? Qabîl pirr pozxwîn bû, pirr tirsîya û gellekî ber xwe ket. Aqlê wî nav hev da bû. Sayke hemû xweza bi dengekî bilind û bi devê wî ew wuha tawanbar dikir. Ji çar alîyan da aha diqêrîya:“ Tu mêrkuj î !“ Deng qe nedisekinîya, wî tim û tim aha dibhîst :“ Mêrkuj, mêrkuj....!“

Dûra Qabîl dest pê kir ku rabe ser xwe. Lêbelê qe hal wî da nema bû û cem birê xwe da ket. Bi vî avayî hembêzê mirî ra çû û gîrîya:“ Aaaxx.. Habîl, Habîl, çi dibe rabe!“ Lêbelê Habîl bi rastî jî mirîya bû, hemû jîyan ji cesedê wî da derketî bû. Gerek wî çi bikirana? Gerek wî cesedê birayê xwe çi bikirana? Wî pir raman kir, lêbelê qet çare nedî. Carkîda hat bîra wî ku birê xwe bide ser milê xwe û wî bibe derekî dûr. Bi vî avayî cesed da ser milê xwe û ket rê. Qabîl hettanî kuwestîya û bêhiş bû rê ket çû. Dûra cesed danî ser erdê û bi xwe jî cemê rûnişt. Qabîl him ji bona birê xwe digîrîya him jî aha digot:“ Gerê min ew nekuştana!”

Qabîl bê hêwî û bi şaşî diçû û dahat. Wî hê nedizanîya çi bike. Carkîda wî qangekî reş kû, navbera nîkilê xwe da qangekî din î mirî hebû, dît. Qabîl ew çavdêrî kir. Teyrê pê nigên xwe, hettanî ku çalikek çê kir, erdê his-k kola. Dûra jî Qangê hevalê xwe yî mirî havit hundir wî çalê û paşîyê xalî havit ser. Ser vîna Qabîl pir şaş bû û got:“ Va ji bona min şermahîyek pirr mezine: Qangek min pirtir tiştan dizane.“

Zû wî jî dest pê mezel kolandinê kir. Dûra jî birayê xwe yî mirî hanî kirî yê û pê xalîyê ser veşsart. Wê gavê wî hinekî din rehet kir.

Wê demê Hz. Adem jî zarokên xwe digerîya, ji ber ku ewna gerê zûva batana şikeftê. Lêbelê hîna nehatin bûn û tav jî hema hema çû avan. Hz. Adem ji bona wana pirr mereq dikir. Gava Qabîl bavê xwe dît bi tirs berê xwe vegerand. Pêşîyê Hz. Adem radana lawê xwe yî mezin hu nekir. Dilê wî dest pê kir bi xiroş hê bêtir hişkan lê xist. Wî şik bir ku Qabîl birayê xwe kuştîye. Ser rûyê erdê xwîna sor hebû. Hêsîrên çavan ser rûyê wî da dilop dilop hatin. Hz. Adem hema bi dû lawê xwe ket, lêbelê negîştîyê û dû qerîya:” Qabîl, Qabîl, te li birayê xwe çi kir ?”

Dengê Hz. Adem waqas bilind bû ku, sayke dunya alem dû Qabîl diqerîya. Ew bi bazdana xwe yî herî hişkan gîşt serê çîyayekî. Bavê wî hîna hîna jî dû diqêrîya:

“ Qabîl! Tu gerek qe bi çêyî yê nejî! Te bi xwe ra jîyanek bi tirs çê kir. Nahlel te here ey Qabîl. Qet rehetîyê nebînî û qe bîr meke ku tu ku da herî jî rûhê min tim û tim dû te ye û te digerî!”

Dûayên û nifirên Hz. Adem jîyîna Qabîl kirin mîna hundirê girtigehekî teng. Bi vî avayî Qabîl hettanî ku mir serî berda digerîya. Wî hê nedikanîya mêze devrîyê yêkî din bike.


Ji zimanê elmanî: Remezan Derbaz


[i] Quranische Geschichten, 2.überarbeitet Auflage, 1996

Herausgeber: Institut für islamische Erziehung

Stuttgart / Elmanya

ISBN: 3-931934-00-4