Wêne:Zanist jî bi Kurdî Xweşe
Kîmiya, Fîzîka Quwantom, Mekanîk, Feleknasî, Vedîtin û keşfkirin

Big Bang, Xwexwe avabûna Gerdûn û Teoriyên Stephen Hawking biguhêre

Zanista mirovan, gihîştiye asteke wisa ku bikare şiroveyên grîng liser gerdûnê bike. Gerdûna derveyî xeyalan, terikî û bêsînor. Stêrkên bêhejmar yên ku hûn li esmanê dibînin, tenê 3 hezar ji 300 milyar stêrkên kehkeşana Kadizê ne. Di gerdûnê da derdora 100 milyar kehkeşan hene. Mirovahî timotim jixwe pirs kiriye ku: Gelo ev gerdûn ji berê va jî wiha buye, yan jî her tişt ji cihekê û ji nişkava çêbuye. Têderxistin û keşfa vê yekê ku gerdûn bi derbasbûna demê ra berfireh dibe, di destpêka sedsala derbasbuyî da, bû sedema mitalan. Ligor keşfa fîzîkzanan, diviya ku gerdûn di dema berê da û ji mezinahiyeke pir biçûk va, jidayik bûba. Mijara ku behsa destpêka gerdûn û sosretbûna mezinahî û çawaniya avabûna wê dikir, mirovan xiste fikarên hûr û kûr, ku gelo destpêka gerdûnê çawa buye. Aniha piştî gelek lêkolîn û fikarên kûr, em gihîştine bersivek ku Big Bang jê ra tê gotin.

Big Bang, çî ye?

Ligor teoriya Big Bangê, gerdûn ji teqîna rûxar yan hecmeke pir biçûk ku mezinahiya wê ji kunên ser postên mirov jî biçûktire, bi germahî û baristeyeke pir pir mezin, destpê buye. Ligor vê teoriyê, pêkhatin û çêbûna fezayê, dişibe pifkirin û mezinkirina rûbara pifildankekê û madde jî di nav û rûbara derveyî fezaya ku berebere vedibe û berfirehtir dibe ne, wek zerreyên tozê ku li ser rûbara pifildankê ne, ev teqîn ne wek teqîna fezayeke vala ye belke feza jî tevî vê teqînê jidayik buye û di dema berfirebûn û vebûnê da jî, maddeya han bi xwe ra vediguhezîne. Li gor baweriya fîzîkzanan, dem jî bi Big Bang’ê ra, destpê buye. Piraniya zaniyaran, teoriya Big Bang’ê, pejirîne. Şirove û mînakên zanistî, pir pir zelal û eşkere bûn, loma jî di sala 1951’an, ofîsa dêra Katolîkan jî ragihand ku teoriya Big Bang’ê, li dijî pirtûka miqedes nîne. Heta despêka sedsala 19’an, xelk wisa dizanîn ku gerdûn, neguherbar û sabit e. Di sala 1915’an da dema ku Teoriya Nisbiya Einstein, behsa pêkhate û çawbûna feza, dem û cazibeyê kir, hingî dibêtiya haletên din jî, derket holê. Bi pêşkêşbûna teoriya nisbiyetê, îdî feza dikarî berfireh bibe yan jî were ser hev. Di sala 1917’an da, stêrnasek bi navê Willem de Sitter, teoriya nisbiyetê, esas girt û nîşan da ku gerdûn dikare berfireh bibe. Di sala 1922’an da jî matematîkzanek bi navê Aleksander Friedmann, ji riyên pir hêsantir, karî bigihîje heman encamê. Encama ku Georges Lemaitre’ê feleknas, di sala 1927’an gihîşte wê jî, wek ya berê bû. Ev pêngav, derbarê pejirandina dîtina gerdûna neguherbar da, wek guhertineke mezin dihate dîtin. Bi baweriya Georges Lemaitre, eger em vegerine dema rabirduya gerdûnê, divê maddeya gerdûnê di mezinahiyeke pir biçûk da, berhevî ser hev bûbe û tê da teqînek qewimîbe. Herçend ev dibêtî û îhtîmal, haleteke sosret ji gerdûnê radixiste ber çavan, lê ligor venêrîn û lêkolînên dema ku em têda ne, nibû.

Sedemên ku em dibêjin, Big Bang, qewimiye, çi ne?

Encamên 3 lêkolînên ku di sedsala derbasbuyî ji aliyê stêrknasan va hatine gotin, bû sedema vê yekê ku em misoger bibin ku gerdûn bi Big Bangê despêbuye. Ya yekem ev e ku gerdûn, bi derbasbûna demê ra, berfireh dibe, ev jî tê vê wateyê ku fezaya navbera kehkeşanan, timotim mezin û mezintir dibe(ji despêkê heya niha û virha jî). Berfirehbûna gerdûnê jî bû sedem ku em qebûl bikin ku beriya berfirehbûnê, her tişt di derekê da li cem hev bûye. Ya duda jî ev e ku, teoriya Big Bangê, dikare zêdebûn û belavbûna Helium û Dotrium(îzotopa Hydrogenê) di gerdûnê da, pir baş şirove bike. Germahî, çigalî(bariste) û diyaspora berfirehbar ya gerdûna despêkê, jibo berhemhatina pir zêde ya dendikên ku aniha em dibînin, rewş û haleteke zef baş buye. Sedema sisyan jî ew e ku estêrnasan, karîne Tîrêjên(şewqvedan yan tabişên) background’a gerdûnê û tîrêjên piştî teqîna despêkê yên her aliyên gerdûnê, bibînin û resed bikin. Tîrêjên(tabişên) background’a gerdûnê yan jî şewqvedana (tabişên) background’a gerdûnê, sedema misoger ya pejirandina despêka gerdûnê bi qewimîna teqînekê va ye. Stephen Hawking, derbarê vê yekê da dibêje: Ev keşfa nuwaze, keşfa sedsalê ye.

Berfirehbûna Gerdûnê

Di heman dema ku teoriya berfirehbûna gerdûnê, hate ragihandin. Estêrnasek bi navê Vesto Slipher, da zanîn ku hejmara kehkeşanên ku ji me dûr dibin, pir zêdetir e ji yên ku nêzîkê me dibin. Feleknasan, dikarin ji wergirtina ronahiya ku ji kehkeşanekê difûre, têderxin ka ew ji me dûr dibe yan nêzîk. Eger têyfa(Spectrum) ronahiya kehkeşanek ber bi aliyê dirêjahiya pêlên kurtir, veguheze, veguhestina ber bi şîn, hingî kehkeşan nêzîkî me dibe, mînaka pir binavodeng jibo vê mijarê jî guhertina dirêjahiya pêla dengê Ambûlanseke ku nêzîkî me dibe. Eger spectrum ronahiya kehkeşanek ber bi dirêjahiya pêlên bilindtir, veguheze, veguhestina ber bi sor, hingî xuya ye ku kehkeşan vaye ji me dûr dibe, her wekî zêdebûna dirêjahiya pêla dengê Ambûlansek ku vaye ji me dûr dibe. Mezinahiya veguhestina ber bi sor yan şîn, girêdayî leza dûrbûn yan nêzîkbûna kehkeşanê ye. Loma jî Vesto Slipher, dît ku piraniya kehkeşanan xwedî veguhestina ber bi sor in, nek ber bi şîn. Di sala 1929’an da Edwin Hubble, keşf kir ku kehkeşanên ku pir ji me dûrtir in, leza dûrbûna wan ji me jî, zêdetire û leza han jî girêdayî mesafeya wan ji me ye. Bi gotineke din, kehkeşanên ku fasileya wan ji me dûrtir in, xwedî veguhestina ber bi sora mezintir in jî. Mesafeya Kehkeşanên pir ji me dûr, di mezinahiya milyon û milyar sala ronahiyê ye û ev jî tê vê wateyê ku em vaye li rabirduyeke bi mezinahiya milyon û milyar salan ronahiyê, mêze dikin. Di dema rêwîtiya ronahiya kehkeşanan ber bi me, spectruma ronahiya wan ji dirêjahiya pêlên kurtir, ber bi yên bilindtir, veguhestina ber bi sor, vediguheze. Ev veguhestina ber bi sor, jiber firehbûn yan vebûna pêkhateya fezayê ye. Eger dirêjahiya pêlê, 2 caran mezintir bibe, hingî divê gerdûn bi zerîbeya dudan, berfireh bibe. Keşfa Habel’ê ev bû ku digot: sebeba berfirehbûnê, girêdayî mesafeya ku ronahî pîvyaye ye û vedigere ser wê yekê, ka em çiqasî li dema derbasbuyî nihêrîne. Ev jî tê vê wateyê ku em her çiqasî di demê da, vedigerine paş û paşdatir, hingî gerdûn, biçûk û biçûktir e. Eger em rabirduya gerdûna berfirehbar, vekolin û lê hûr bibin, emê bibînin ku mesafeya navbera kehkeşanan, berebere kêmtir û baristeya gerdûnê, berebere zêdetir dibe. Ev proses heta derekê didome ku giş maddeya gerdûnê di rûxar yan hecmeke pir pir biçûk da, tê ser hev û berhevî ser hev dibe ku encama wê prosesê baristeyeke zev zef mezin jibo gerdûna despêkê di dema qewimîna Big Bangê ye ku mezinahiya wê naye fehmkirinê. Bi parvekirina mesafeya kehkeşanê li ser leza wê ya xwerû, emê karibin dirêjahiya temena gerdûnê, texmîn bikin. Bi vê yekê emê karibin texmîn bikin, ka di çi demekê da, mesafeya me ji kehkeşanên din, sifir buye. Muhasebeyên zaniyar û feleknasan nîşan dide ku Big Bang, derdora 10 heta 15 milyar salan beriya niha yanê 3 caran zêdetir ji temena Erdê, qewimiye. Jibo îsbatkirina texmîna han, divê em li pey kevintirîn cisma gerdûnê bibin çimku divê temena wê derdora 10 heta 15 milyar salan be, nek zêdetir. Metoda din jî lêkolîna kiryarên radioactive ya îzotopên Uraniumê ye. Em zanin ku temena kevintirîn îzotopên pêkhatî ji kiryarên dendikî ya stêrkên nû û terikî, 10 milyar salan in. Temenên ku hesav kirine, tam ligor texmînên me ne.

Hebûna zêde ji Helium û Dotrium, li Gerdûnê

Jiber ku di despêka gerdûnê da dereceya germahiyê pir zêde buye, ev yek dikare sedemek baş be jibo ku Helium û Dotrium beriya pêkhatina her stêrkek, pêkhatine. Ev element di bihevzeliqîna dendikî(Nuclear Fusion) da, berhem tên. Bi bihevzeliqîna Protonek û Notronek, elementa Dotrium yan heman Hydrogena Giran, berhem tê. Ev proses, tenê di dereceyên germahiyên pir zêde wek ya germahiya dendikên stêrkan da dikare pêkwere. Di sala 1946’an da George Gamow, şagirta Friedman, pêşniyar kir ku fusion’a dendikî, dive di gerdûna despêkê da dema ku germahî pir pir zêde bûbe, qewimî be. Navê vê prosesê jî senteza dendikî ye ku dibe sedema berhemhatina Helium û Dotrium( her wisa hinek Lithium û Beryllium) ji behra dagirtî ji gelek Proton û Notronên bi-enerjî gerdûna despêkê. Di despêka 1960’an da, spectruma stêrkên xwecih, nîşan da ku Helium, ji sedî 20 heta 30’ê baristeya stêrkan, pêktîne. Baristeya mayî jî, piranî ji Hydrogenê pêktê. Tenê 2 jêder di gerdûnê da dikarin Heliumê berhem bînin ku yek jê stêrkên li esmanê û ya din jî bombeyên etomî ne. Di her 2 jêderan jî bi riya fusiona dendikî û bihevzeliqîna dendikên(kakilên) Hydrogenan, elementa heliumê berhem tînin ku germahiyeke zef zêde jê berhem tê. Baweriya stêrknasan ew e ku eger giş Heliuma heyî li gerdûnê, bi destê stêrkan berhem hatibe, hingî divê ronahiya esmanê ji ya aniha zêdetir be. Loma jî divê Heliuma heyî, beriya stêrkan berhem hatibe. Çiqasbûna Oxygena heyî di stêrkan, mezinahiya senteza dendikiya stêrkê nîşan dide, çimku stêrkan bi riya fusion dendikî ya Hydrogenê, elementên girantir wek Oxygen, Nitrogen, Carbon û Heliumê berhem tînin. Eger herwek Oxygenê, giş Heliuma heyî li gerdûnê, bi destê stêrkan berhem hatibe, hingî nabe ku em di kehkeşanên ku Oxygen tê da tine ne da, pey hebûna Heliumê bigerin, çimku kehkeşanan beriya berhemhatina elementên giran yên nava stêrkan, pêkhatine. Jibo pêkhatina kehkeşanek, pêwîstî bi jisedî 24 Heliumê heye ku ev yek jî rastbûn yan hebûna teoriya senteza dendikiya Big Bangê, erê dike. Ev jî tê wateya ku divê di gerdûna despêkê da, Helium berhem hatibe. Encamên ku heta niha hatine dîtin, nîşan didin ku di gerdûna despêkê da beşek ji çar beşa baristeya gerdûnê bi riya senteza dendikî va veguherîne Heliumê. Şahida din jibo erêkirina senteza dendikî di gerdûna despêkê, Dotrium e. Berevajî Helium, elementa Dotrium tu carî di navenda stêrkan da, berhem nehatiye. Dotriuma berhemhatî di stêrkan di germahiya pir zêde û pestoya zef zêde, di cîda yan jihev bela dibe – di germahiya zêdetir ji milyonek dereceya Kelvinê, Dotriumek û Notronek, tecziye dibin – yan jî vediguhere Heliumê. Stêrknasan di despêka 1970’an da, têderxistin ku sedemeke nexuya di gerdûna aniha, buye sebeba berhemhatina Dotriumê. Lêkolînên ku di sala 1973’an, li ser teyfa cezbî(Absorbtion Spectrum) ya stêrkên nêzîk da hatiye kirin, nîşan dan ku di maddeya ku di mesafeya navbera stêrkan da heye, têda pir kêm Dotrium heye. Jiber ku stêrkan, nikarin Dotriumê berhem bînin, loma jî Dotriuma heyî divê di despêka pêkhatin û çêbûna kehkeşanan yan beriya wê jî, berhem hatibin. Herçend di gerdûna despêkê da, germahî zef zef zêde buye, lê jiber berfirehbûn yan vebûna(expansion) gerdûnê, çigalî û pesto, pir bi lez daketiye û di dema han da jî Dotrium, firsetek jibo tecziyeyê peyda nekiriye. Mezinahiya hebûna Helium û Dotriuma heyî di gerdûnê da, nîşaneke din ji despêkek bi germahiya zêde, jibo gerdûnê ye û ev teqîna mezin jî tam ligor modela Big Bangê ye.

Ronahî yan şewqvedana ku ji Bekgranda gerdûnê ber bi me tê

Sedema sisyan û ya dawî jibo modela Big Bangê, Ronahiya ku ji Bekgranda gerdûnê ber bi me tê ye. Di sala 1948’an da Gamow, pêşbînî kir, ronahiya ku ji senteza dendikên gerdûna despêkê berhemhatine, hê jî dikare were dîtin û eşkerekirinê. Ew, germahiya pêwîst jibo pêkhatina Helium di gerdûna despêkê da, hesab kir û ligor wê, germahiyê ronahiyên bermayî ji wê prosesê ya di gerdûna îro da, 5 dereceya Kelvinê texmîn kir. Piraniya fîzîkzanan û Gamow bixwe jî, dizanin ku ev germahî jibo şopandinê pir pir kêm û lawaz e. Di sala 1964’an da 2 estêrnasên radiyoyî bi navên Arno Penzias û Rabert Wilson, hewl didan sîgnalên nebaş û mizahim yên bekgrandê ji sîgnalên wergirtî yên antena radiyoyiya xwe, jêbibin. Ew wisa dizanîn ku sedema wan noyzên bekgrandê, zîrça kevokan e ku di antena radiyoya wan da hêlûn çêkirine û ewê bi paqijkirina wan karibin wan noyzana jêbibin lê salek şûnda jî, ew noyz dihatin wergirtin û ew nedikarîn wan jêbibin. Ew têderxistin ku wan noyzana di hemû aliyan da bi şêweyeke wekhev tên wergirtin – çi antena radiyoyiya wan ber bi Rojê bûbe, çi ber bi aliyê navenda kehkeşanê yan ber bi aliyê cihên vala yên esmanê, tenzîm bûbin – ev yek jî nîşan dida ku jêdera sîgnalên han, ji pişt kehkeşanê ye, çimku eger wisa nebiya, wergirtina wekhev di hemû aliyên esmanê, ne mumkin bû. Hevgirtin û yekbûna pir bihêz ya van sîgnalan, nîşan dida ku jêdera wan sîgnalan, pir pir ji me dûr e yan bi gotineke din, di despêka temena gerdûnê, qewimiye. Jêdera van sîgnalan, divê pir bihêz bin ku em aniha jî dikarin wan eşkere bikin. Di dawiyê da, fîzîkzanan têderxistin ku jêdera ronahiyê, ji teqîna despêkê ya gerdûnê ye – tam wek pêşbîniya Gamow – Lê ewê çawa karibin dilniya bibin ku keşfa Penzias û Wilson, heman ronahiya bekgranda gerdûnê ye? Eger jêdera ronahiya han ji Big Bangê bûbe, hingî divê tam ligor teyfa(spectrum) cismek binavkirî ku cisma reş jê ra tê gotin, tevbigere. Cisma reş, cismek wisa ye ku giş ronahiya ku werdigire, di nav xwe da xweyî dike(cezb dike). Ligor modela Big Bang, gerdûna despêkê gulokek givaştî ji zerre û ronahiyê buye û germahiya wê pir zêde buye. Di rewş û muhîteke wisa da, zerre timotim li ronahiyê, ketiye, wê cezb kiriye û cardin wê zivirandiye(radiation). Ronahî di rewşeke wiha da, xwediyê teyfa cisma reş e û ev taybetmendiya ronahî di mesafeya rêwîtiya xwe di fezaya berfirehbar(expansion) da, neguher maye. Di teyfa cisma reş da her dirêjahiya pêl, xwediyê şiddeteke taybet e. Ev şiddet di dirêjahiyên ciyawaz da tenê girêdayî germahiya cismê ye û hew. Loma jî stêrknasan bi pîvandina şîddeta ronahî di dirêjahiya pêlên ciyawaz da dikarin bigihîjin encama ku têda behsa wekheviya vê ronahiyê û ronahiya cisma reş dibe. Di 1970’an grûpên cihê, şiddeta ronahiyê di pêlên Macrowave û İnfrared, pîvandin. Giş encaman, wekheviya ronahiya bekgranda gerdûn û cisma reş, erê kirin û ragihandin ku germahiya wê, 3 dereceya Kelvînê ye. Di 1991’an da resedxaneya COBE, pîvandineke misoger ji ronahiya bekgranda gerdûnê encamda û encameke pir ecêb derkete holê. Encama 43 resedan, tam ligor teyfa cisma reş bû. Ev zanyarî hiqqas dişibya teyfa cisma reş ku Table’a teyfa cisma reş, di pişt wan da veşartî dima. Ev yek jî mînaka dawî ji wekhevbûna fîzîka teorîk û encama testên piratîk ya feleknasan bû. Ligor pîvandina setelayta COBE’ê, germahiya ronahiya bekgranda gerdûnê divê 2,726+-0,010 be. Ev jimare jî, ji jimareya esliya ronahiyê, zev kêmtire û sedema vê yekê jî berfirehbûn yan vebûna gerdûnê ye – Gerdûna ku timotim berfirehtir dibe, dirêjahiya pêla ronahiyê bilindtir dike û enerjiya pêlê, dadixîne – ev pêl bi qasî temena gerdûnê di rê da buye heta bigihîje me. Niha îdî stêrknasan dizanin ku gerdûna berfirehbar, dirêjahiya pêla ronahiya bekgranda gerdûnê bi zerîbeya 1000, radike. Şewqvedana piştî Big Bangê, di demek da qewimiye ku temena gerdûnê, tenê 500,000 sal buye loma jî şewqvedana bekgranda gerdûnê, kevintirîn resede ku heta niha hatiye kirin. Rastî jî ew e ku em qewimînên Big Bangê, dibînin.

Encam

Di sedsala bîstan da, em şahidê pêşketineke mezin di warê nasîna gerdûnê bûn. Me di demên pir nêz da wisa dizanî ku gerdûn neguher e. Kehkeşanên pir ji me dûr ku rojbiroj jî, ji me dûrtir dibin jî, bi me dan zanîn ku gerdûn vaye berfirehtir dibe. Bi rêvîtiya ber bi rabirduya vê gerdûna berfirehbar, emê bigihîjine gerdûna despêkê ku zev zef givişî û germ e. Me di nîveka sedsala bîstan da têderxist ku reaction’ên dendikî ku di gerdûna despêkê qewimîne, nîşaneya zêdebûna Helium û Dotrium, nîsbet bi elementên din e. Bi pêşdetirçunê, em karîn, şewqvedana piştî Big Bangê ku milyar salan beriya niha qewimîne, eşkere bikin. Di dawiyê da jî, ev gerdûna ku bi Big Bangê despê buye, mumkine ku wek keşfên din, neguher bimîne. Herçend ku Big Bang, xeyala mirovan ji gerdûnê ye. Lê niha fîzîkzanên zerreyan di hewla pêşniyarkirina teoriyeke din liser dîrok û tarîxa gerdûnê di çend tirilyoniyoma saniyeyê, piştî Big Bangê ne. Ew dikarin teoriyên xwe bi riya Lezderên(accelerator) zerreyan, test bikin û qewimînan(yên bi enerjiyên mezin jî) wek ya gerdûna despêkê jî, sîmûlêyt bikin. Jibo fehmkirina vê yekê ku gerdûn çawa despê buye, divê ligor teoriya nisbiyeta gîştî( jiber cazibeya pir pir mezin ya gerdûna despêkê) û mekanîka kuwantomê( jiber çigalî û givişîna gerdûna despêkê) be. Hedefa fîzîka niha, pêşvebirina teoriya kuwantoma cazibeyê ye û divê me bigihîne derek wisa ku em qewimînên dema peydabûn, avabûn û çêbûna gerdûnê, fehm bikin.

Jêder: Meqaleya Yuki D. Takahashi

Wergêr: Edo Makuyî

==

--Edo Makuyî (gotûbêj) 07:59, 28 reşemî 2016 (UTC)

Wolfgang Ernst Pauli, Bi Riya Zanista Fîzîkê, Teoriyeke Grîng Ya Felsefevanan, îsbat Kir û Xelata Nobelê Wergirt biguhêre

Wolfgang Ernst Pauli, Bi Riya Zanista Fîzîkê, Teoriyeke Grîng Ya Felsefevanan, îsbat Kir û Xelata Nobelê Wergirt

Wolfgang jiber keşfa qanûna, Esla İnhisariya Pauli ku kêfa Albert Einstin jî pir jêra hatibû, di sala 1945’an da, xelata Nobela Fîzîkê, wergirt. Pauli, dibêje: Her tiştekê, irtiaş û hejheja wê, taybet bi wê bixwe ye û hejheja tu maddeyekê naşibe irtiaşa tu maddeyeke din. Her Elekteronek, xwedî 3 taybetmendiyên jêrê ye:

'Level yan rûxara(seth) Enerjiyê

Zivirîn(Çerx)

Vedor yan heman Medar'

Fîzîkzanan jî ligor wan her 3 taybetmendiyên jorê, Jimareya Kuwantoma her Elektronekê, hesav dikin. Pauli, dibêje: Kes nikare li cîhanê, 2 Elektronên ku Jimareya Kuwantoma wan wek hev bin, peyda bike, ev yek mumkin nîne. Paulî jibo şirovekirina qanûna xwe, mînaka jêrê tîne: Em sêvekê hildidin û ji nav zêdetir ji milyardek Elektrona hindir wê, tenê em yek jê hildibijêrin.... Werin em navê wê Elektronê, daynin Erîk. Jimareya Kuwantomiya Erîk, jimareyeke pir pir dirêj e, lê jibo ku karê me hêsan bibe, em wisa bizanin ku ew jimareya mezin, 23 ye. Pauli, îsbat kir ku li tu dera dinyayê û li stêrkên nava gerdûnê da jî, ne ku tu sêveke din, belku tu tişteke din jî peyda nabe ku Elektrona wê xwedî jimareya Kuwantomiya 23 be. Niha, eger em perçe yan pîneyek hildin û pê pîneyê, sêva han paqij bikin, ji mizdan û istikaka ku pêktê, enerjiyek berhem tê û ev enerjî, dibe sedema zêdebûna jimareya Kuwantomiya Erîk û wek mînak ew dibe 26. Û tam di wê demê da, elektrona ku jimareya kuwantoma wê 26 e, destbi guherînê dike û ya ecêb ew e ku di cîhanê da tenê elektronek heye ku xwedî jimareya kuwantoma 26 e. Cîhana me, jibo ragirtina hevkêşe û balansa xwe, gav bi gav û di her demekê da, xeml, pêkhate û pergala xwe diguherîne. Pauli, bi îsbatkirina vê mijarê, xelata Nobelê ya warê Fîzîkê wergirt û got: Eger her elektronek, xwedî hejhej yan irtiaşa taybet bi xwe be, hingî her tişt û zerreyeke dinyayê, xwedî hejheja taybet bi xwe ye. Lê encama vê qanûna balkêş û pir grîng, çî ye: Dema ku sêvek dikare bi mizdanek biçûk, were guhertin, ev yek tê vê wateyê, dema ku em zarokên xwe didin hembêza xwe û wan radimûsin yan dema ku em hevsera xwe dibaxşînin(Lêborîn)....... yan dema ku em cîrana xwe ra didin xeberan û dema ku em destê xwe dixurînin, ya rast ew e ku em fermana zincîreyî û pevgrêdayî ya guhertinan, didin cîhana derdora xwe. Her raman û dîtinek ku ji mejiyê me derbas dibe, hin elektronên nava gerdûnê, dihejhejîne, murteiş dike û dibe sedema guhertina wan. Ne ku, raman, tenê li ser maddeyê bandorê daydide belke raman, madde bixwe ye jî. Xem û xeyal, min xemgîn dike û ev, mezintirîn şaşî ye ku diqewime. Xem û fikar, divê me hişyartir bike çimku dema ku em birîndar dibin, em hişyartir û baldartir dibin. Xem û xeyal, nabe ku bibe sebeba zêdetirbûna belengaziyan. Loma jî, êşê tehemmul nekin belke wê fehm bikin.... Çimku êşkişandin firseteke jibo hişyartirbûnê.(felsefeya Bûda) Eger we qenciyek li kesek kir û we xirabî jê dît, ji qencîkirin û dilrehmiyê, bêhêvî nebin û dev jê bernedin, çimku hûnê dewsa wê, ji keseke din, di pêwendiyeke din û di mijareke din da, bersiva qenciya xwe bibînin. Loma dibêjin ku Zanist, mijarên felsefî yên ceribandî, erê dike. Çimku bi baweriya fîlozof û felsefevanan, li dinyayê her tişt grêdayî hev in………

Hemû enerjiyên ku ji we difûre û dipeke derve, ewê li we vegerin.

Esla Terda Pauli

Qayîdeya Pauli yan Qayîdeya nemumkin yan Esla Berdana Pauli, esleke Mekanîka Kuwantomê ye ku Wolfgang Ernst Pauli, fîzîkzanê Otrîşî / Sûwîsrayî di sala 1925’an da, wê weşand. Ev qayîdeya pir pir grîng, dibêje: di sîstemeke kuwantomî da 2 yan çend Fermion’ên wekhev(wek mînak: 2 Elektron) nikarin di demekê da xwedî haleta kuwantomî ya wekhev bibin. Jibo elektronên etomekê, ev esl dibêje ku 4 jimareya kuwantomî, ya tu 2 elektronekê, wekhev nîne, ev jî tê vê wateyê ku wek mînak eger l, n û ml’a 2 elektronan, wek hev bin, hingî divê ms jibo wan herd elektronan, cihê û newekhev bibe(Ev jî tê vê wateyê ku 2 elektron, dê xwedî Spin’ên muxalif bibin). Ev esl dibêje ku Fonksiyona Pêlê ya gîştî, jibo 2 Fermion’an, divê sedîsed dijmuteqarin be. Yek ji encamên pir grîng ya esla Paulî, ew e ku jibo Fermion’an tu çigaliyekê tune ye(bi çigaliya Bos- Einstein ra bidin ber hev). Qayîdeya Pauli, yek ji grîngtirîn eslên fîzîkê ye, çimku her 3 cureya zerreyên ku maddeya normal jê pêktê – Elektron, Proton û Notron’an jî ligor wê eslê tevdigerin. Loma jî zerreyên maddî, fezayê dadigirin û wê îşqal dikin. Esla Paulî, gelek taybetmendiyên maddeyê, ji xweragirî yan seqamgîriya maddeyan di pîvana mezin bigire hetta hebûna Cedvela Tenavubiya Unsuran, şirove dike(Periodic Table of elements). Vedor yan Spina hemû fermion’an, nîvdurust e, yanê Liva Goşeyî ya taybet bi wan heye: Zerreyên ku vedora wan jimareya durust yan sehîh e, Boson tên bilêvkirin û Fonksiyona Pêlê wan, muteqarin in. Esla Pauli, jibo Boson’an, nagunce loma jî haleta kuwantomiya çend Boson’an, dikare wek hev be. Foton, Bosonên W û Z, û cotên Cooper, mînakên Boson’ê ne. Esla Pauli, gelek fenomenên Fîzîkî, şirove dike. Yek jê jî, hebûna layeyên elektronî di etoman û qayîdeya parvekirina elektronan e. Her etomeke bêbar û xunsa, xwedî çend elektronan e û jiber ku elektron jî fermion in, loma jî esla Pauli, nahêle ku hemû elektron di cihekê da berav bibin, loma dê elektron yek li pey ya din, cih bigirin. Jiber vê yekê ye ku unsur yan elementên kîmyewî yên cihê, pêktên û grêdan û pêwendiyên navbera wan, evqas cihêreng dibin. Wek mînak, di etoma Helium’ê da ku xwedî 2 elektronan e, herd elektron jî dikarin jêrtirîn haleta enerjiyê(1s) dagîr bikin, lê divê ku vedorên wan muxalif bin. Jiber ku vedor jî parek ji haleta kuwantomiya etomê ye, loma jî hebûna van elektronan di nizmtirîn haleta enerjiyê da, li dijî esla Pauli’yê nîne. Lê vedor yan spina elektronekê, tenê dikare xwedî 2 rewş û haletan be, loma jî di etoma Lithiumê da ku xwedî 3 elektronan e, elektrona sisyan nikare di rewşa paye da cih bigire û divê ku yek ji haletên pirenerjîtir(2s) dagîr bike. Her wisa elektronên elementên din jî neçarin ku level yan rûxarên jortir yên enerjiyê dagîr bikin. Taybetmendiyên kîmyewî yên etoman, zêdetir, grêdayî hejmara elektronên layeyên lap jorê ne. Ev yek bû sedema pêkhatina Cedvela Tenavubiya Unsuran.

Jêder: Pirtûka Cîhana Holografîk

Wergêr: Edo Makuyî

Teoriyên Nisbiyeta Taybet û Gîştî yên Albert Einstein biguhêre

Teoriyên Nisbiyeta Taybet û Gîştî yên Albert Einstein

E=mc^2(Binavûdengtirîn Hevkêşeya Cîhanê)


Albert Einstein, xwediyê 2 teoriyên pir grîng û binavûdeng bi navên Nisbiyeta Taybet û Nisbiyeta Gîştî ye ku ya yekem di 25 saliya wê û ya duda jî di 36 saliya wê da, hatiye weşandin. Nisbiyeta Taybet, ji 3 fenomenan, ew jî di lezên pir pir mezin da, pêktê:

Biçûkbûn û serhevdahatina Lorentzê ku heman daketina dirêjahiya cism di riya ku diherike da ye.

Vebûn û berfirehbûna demê ku heman hêdîbûna demê ye.

Mezinbûna giraniya Baristeyê.

Tenê di Nisbiyeta Taybet e ku di suretên pir pir mezin da(di şertên ku suret di dema herikînê da naguhere û wekxwe dimîne- sureta neguher) meriv dikare baweriya xwe bi encamên wê bîne. Bi vê yekê tevgera Cîhana derdora me, di suretên pir pir mezin, bi riya qanûnên ku di jiyana me da nayên dîtin, dikarin bên şirovekirin. Wek mînak, dema ku cismek bi sureta nêzîkê leza Ronahiyê biherike, hingî dema ku ew derbas dike, pir pir hêdî û kin dibe. Hemû alî yan dûriyên wê jî, biçûktir dibin. Bariste yan cirma cismê ku bi leza ronahiyê diherike jî, îdî neguher nine, belke zêde dibe. Eger cismek bi leza ronahiyê biherike, hingî derbasbûn û herikîna demê jê ra disekine, dirêjahiya wê dibe sifir û bariste yan çiriya wê dibe bêsînor û vediguhere cirmeke pir pir giran. Yek ji encamên pir balkêş yên teoriya nisbiyeta taybeta Einsteinê, pêwendiya navbera dem û fezayê(navber) ye ku dibêje hemû tiştên dinyayê girêdayî hevodin nin û bandoran jî li hev dikin. Bi baweriya Newtonê, dem neguher û sabit e û di her dera dinyayê da jî tevgera wê yeksan e. Lê Einstein, îsbat dike ku ev yek ne rast e. Mînaka pir pir balkêş ku jibo şirovekirina vê meselê tê bikaranîn, wiha ye: eger ji 2 birayên ku cêwî ne, yek jê li ser erdê bimîne û yê din, bi keştiyeke fezayî ya bi leza nêzîkî ronahiyê ber bi esmîn yan galaksiyan, hereket bike. Dema ku 100 sal ji emrê birayê ser erdê, derbas bibe, birayê ku li keştiya fezayî ye, hê salek ji emrê wî derbas nebuye, yanê tenê salek kaltir buye!

Teoriya Nisbiyeta Gîştî:

Nisbiyeta Gîştî, jibo herikînên ku di dema herikîna wan da, sureta wan diguherin yan jî leza wan tê guhertin, tê bikaranîn. Leza Kêşa erdê, g ku heman 9,81m/s e jî, yek ji cureyên lezê ye. Nisbiyeta gîştî girêdayî lezê ye nek herikînê. Teoriya ku behsa cirmên xwedî leza kêş û navendî dike ye. Bi gîştî, li her dera dinyayê ku cirmek di cihên vala da hebe, sedîsed li derdora wê, lezek kaşok jî heye ku mezinahiya wê girêdayî baristeya wê cismê ye. Bi gotineke din, li derdora her cismekê, lezek heye. Nisbiyeta gîştî jî liser wan lezana disekine û dide zanîn ku bi dûrbûna her cismekî ji rûxar yan setha gerstêrkekê, derbasbûna demê jê ra hêdîtir dibe. Wek mînak, eger em kamerayek daynin ser saeta xwe û jê fîlm, bikşînin û yeke din jî daynine ser saeta kesê/a ku hildikişe jorê, ji erdê vediqete, ber bi esmîn diçe û em her du fîlmên han, di perdeyeka televizyonê da nîşan bidin û bidine ber hev, emê pir eşkere bibînin ku saeta ser erdê pir bileztir ji ya derveyî atmospherê dixebite. Encamên nisbiyeta gîştî pir balkêş in û îmkana pêkhatina wan jî dikare li labarutawaran, were ceribandin. Wek mînak, ronahiya ku digihîje derdora stêrgeke giran, hinek ber bi aliyê wê kaş dibe, ji riya xwe derdikeve û jêbadan diqewime. Reşçal (Reşçal: eger mezinahiya stêrgek çend qasî Rojê be û hemû ardû yan şewatokên xwe şewitandibe, jiber hêza cazibeya xwe ya pirbihêz, bariste yan çiriya xwe di nav xwe da digivişîne, dide ser hev û çaleke reş ku dişibe qîfan(Forma Şeytanokî), jê çêdibe ku hêza cazibeya wê pir pir mezin e û tu ronahî jî, nikare jê bifilite) jî ligor vê taybetmendiyê, tevdigerin. Cirm yan çiriya wan, ewqas giran û hecma wan ewqas biçûk e ku dema ronahî, ber ra derbas dibe, dikeve nav û îdî tu car, nikare jê derkeve. Riya me hemuyan, jibo carek jî bûbe, ketiye dukanên ku saetan difroşin û me gelek saetên biçûk û mezin dîtine ku li ser 10:10 deqeyan, tenzîm bûne lê me tu carî nepirsiye, çima! Albert Einstein, di teoriya nisbiyeta taybet da, li ser hereketa lezdar nesekinî û pey şirovekirina kêşa erdê neket. Ew behsa mijarên teoriya nisbiyeta gîştiya xwe ku yekem car hatibûn weşandin, kir. Teoriya nisbiyeta gîştî bû sedema guhertina çawaniya şirove û dîtinên berê yên liser kêşa erdê û di vê teoriya nû da, hêza kêşa erdê wek taybetmendiyeke fezayê hat dîtin nek mîna hêza di navbera cirman da, yanê tam berevajî tişta ku Newton gotibû! Di teoriya wî da, feza di kêleka maddeyê da hinek ditewe. Bi gotineke din, cirmên heyî, rê yan jî kêmtirîn bergiriya nava kevaneyan, hildibijêrin. Fikra Albert Einstein, pir ecêb bû lê dikarî bersiva qewimînên ku qanûna siqla Newtonê nedikarî wan şirove bike, bide. Gerstêrka Uranus, di sala 1781’an da keşif bûbû û bazineya(medar yan vedor) wê ya li dora Rojê hinekî ecêb yan jî xilloxwar bû!

Zêdetir ji 50 salan, liser vê meselê behs hatibûn kirin. Ligor qanûna Newtonê, diviya ku cazibe û hêzek, bandorê lê bikira. Bi gotineke din, diviya ku gerstêrkeke mezin di aliyê din yê Uranusê da hebiya ku ev yeka han normal bihata dîtinê. Di sala 1846’an da stêrnasê Almanî, kameraya xwe danî ser nuqteya ku Le verrier, gotibû loma jî gerstêrgeke nû li wêderê dît ku paşê navê Neptonê lêkir. Nêzîktirîn nuqteya vedor yan medara gerstêrka Mercury yan heman Tîr bi Rojê, li her dor û zivirîna xwe ya salane, dihate guhertin û ev guhertin tu carî, 2 caran di nuqteyeke taybet da nediqewimîn. Stêrknasan wisa dizanîn ku ev tevlihevî û nerêkî jiber guhertina hêza kêşa gerstêrkên nêzîkî Etarudê ne! Mezinahiya ladan yan jêbadana medara Tîrê, 43 saniye qews bû. Ev hereket di sala 1845’an da ji aliyê Le Verrier’ê hate têderxistin, lê di dawiya dawî da bi riya teoriya nisbiyeta gîştiya Albert Einsteinê, hate şirovekirin. Teoriya nisbiyeta gîştî nîşan da ku ligor hendeseya neoqlîdosî(Non*Eukleides) û tam berevajî teoriya Newtonê, Hezîz yan Perihelion’a her cismekî zivirok, xwedî hereketekî taybet e. Dema ku formûlên Albert Einstein, liser gerstêrka Mercury hate bikaranîn, derket holê ku guherînên hezîza wê tam ligor formûlan e. Gerstêrkên ku mesafeya wan ji Rojê, zêdetir ji mesafeya Tîr heya Rojê ne, cihguhertina hezîza wan hêdîhêdî zêdetir dibe. Balkêştir ji fenomenên jorê, 2 mijarên nû bûn ku tenê teoriya Albert Einstein, dikarî wan pêşbînî bike. Ya yekem ew bû ku bi dîtina Albert Einstein, qada megnetîka pirbihêz, dibe sedema kêmbûna lerizîn û hejheja(irti’aş) etoman. Ev yek jî daketina leza guherîna cihê xêzên spectruman ber bi aliyê rengê sor erê dike! Dema stêrkek pir pir germ û kelok dibe, ligor formûlên berê, ronahiya wê divê ku şîn be, lê di pratîkê da sor e, gelo emê li ku karibin tîna mezin û hêzên kêş yên pirbihêz, peyda bikin, bersiv, Kinikên Sipî ne.

Zaniyaran destbi lêkolînên berfireh liser teyfên kinikên sipî, kirin û cihguhertina ku hatibû pêşbînîkirin, bi çavê xwe dîtin! Navê wê guhertina cihan, cihguhertina Albert Einstein, danîn. Albert Einstein digot ku meydana kêş dibe sedema ladan û jêbadana şuayên ronahiyê, lê gelo ev yek dikare bê ceribandin. Eger stêrkek di pişt Rojê da, tam di imtidada rûxara wê da be, di dema Kusûfa Rojê da bê dîtin û em dewsa wan ligor dema ku em Rojê tune hesav bikin, bidin berhev, hingî dê ladana ronahiya wan misoger be. Tam wek dema ku hûn tiliyên destê xwe li ber çavê xwe û di mesafeya 8 santîmetriya wê da daydidin û carek bi çavê çepê û carek din jî bi yê rastê, lê mêze dikin, ji we tirê dewsa tiliyên we tê guhertin, lê di rastiyê da ne wisa ye û ew di dewsa xwe da ne!

Zaniyaran di dema Kusûfê, li girava Principe’eya Rojavayê Afrîqayê da, dîtin ku ronahiya stêrkan dewsa ku rasterast û dîrekt hereket bikin, nêzîkî Rojê, jiber hêza kêşa Rojê, ditewin û wek kevanekan dibin. Ev yek dide xuyakirin ku em şûn û cihên stêrkan, hinek joratir ji cihên wan yên rastîn dibînin. Hemû serketinên teoriya nisbiyeta gîştiya Einstein, derbarê stêrkan bû, lê piraniya zaniyaran di hesreta vê yekê da bûn ku karibin wan di labaratuwaran da biceribînin. Teoriya Albert Einstein, maddeyan wek pakêteke givaştî ji enerjiyê, didît loma jî her du vediguherîne hev, yanê madde dikarî biguherta forma enerjiyê û enerjî jî dikarî veguherta maddeyê. E=mc2.

Ji nişkê va, zaniyaran bersiva piraniya pirsan peyda kirin. Radiyoektîv, bi riya vê hevkêşeyê pir bi hêsanî hate şirovekirin. Zaniyaran têderxistin ku her zerreya maddî, ji dijmaddeyeke bi qasî xwe, pêktê û zanîn ku madde û enerjî, tu caraî ji hevodin nayên veqetandin. Heya ku Albert Einstein nameyek ji serokomarê Amerîkayê(letter to President Franklin D. Roosevelt) ra nivîsî û tê da wiha got: Meriv dikare maddeyê veguherîne enerjiyê û jê Bombeke Etomî berhem bîne loma jî serokomarê Amerîkayê, fermana damezrandina rêxistineke mezin da, ku bombeya etomî çêbikin. Jibo qelişandinê, dendika etoma Uranium’ê hate hilbijartin. Uranium elementeke ku di qaşila erdê da pir e. 2 giram di her tonek keviran da! Yanê 400 carî zêdetir ji zêrê, lêbelê Uranium gelek pergende û belavela ye. Di sala 1945’an da, têra çêkirina bombeya etomî, Uranium hate berhevkirin û karê çêkirina bombeyê, di labaratuwareke bajarê Los Angeles’ê bi serpereştiya fîzîkzanê Amerîkî Robert Oppenheimer, destpêbû. Ceribandina amûreke wiha di pîvaneke biçûk da mumkin nibû. Bombe, divê yan di raserî mezinahiya kirîtîk da be, yan jî qe nebe, loma jî yekemîn bombe, jibo ceribandinê hate teqandin. Ew di saet 5,5’ê sibeya roja 16’eyê July’a sala 1945’an da pêkhat(25 Tîrmeha sala 1324’an) û hêza teqîna ku beramberê 20 hezar ton T.N.T’yan bû, jê azad bû. 2 bombeyên din jî hatin çêkirin. Bombeyek Uranium’ê bi navê Kurikê ku dirêjahiya wê 3,6 metre, kêşa wê 5,4 ton û ya din jî Mêrê Qelew bû ku tê da Plutonium jî hebû. Ya yekem liser Hiroshima û ya din jî liser Nagasaki’yê hate avêtin. Sibeya roja 16’eyê Aguest’a sala 1945’an di saet 10:10 deqeyan da, bajarê Hiroshima bi teqîna etomî bi erdê ra bû yek û hilweşiya. Bi bombarana Hiroshimayê, dinya teze hay ji xwe bû, çimku 160000 kes mirin, ew jî di rojekê da û ev karesata mirovî, bû sedema hişyarbûna wûjdana razayî ya fîzîkzanan! Oppenheimer ku berpirsê projeya bombeyê bû, tevî kesên din ji ezaba wûjdana zêde, bertekên tund nîşan dan loma jî hatin girtin û zîndankirinê. Albert Einstein, ragihand ku eger qirar be ku cardin were dinyayê, ew hez dike ku bibe lûlekêş nek zaniyar!

Hin Encamên Teoriya Nisbiyetê:

Einstein bi teoriya nisbiyeta taybeta xwe nîşan da ku, her 3 qanûnên Newtonê, tenê di şertên taybet da, ew jî teqrîben rast in nek bi temamî, çimku dema leza ecsam zêde dibe û digihîje leza ronahiyê, hingî bi tu awayî, qanûnên Newtonê, nikarin jê ra bên bikaranîn û encamên wê pir ji rastiyê dûr in. Teoriya nisbiyeta gîştiya wî jî, nîşan da ku teoriya Newton ya liser qanûna cazibeya gîştî jî, pir rast nîne û di meydanên cazibeya pirbihêz da, formûla Newtonê dikeve ber behs û gengeşiyên ciddî.

Lêkolîna ser hereketa gerstêrka Mercury li dor Rojê, ji mêj va ye ku bala stêrnas û fîzîkzanan kişandibû ser xwe. Pirsgrêk dema destpêkir ku stêrnasan têderxistin ku sefheya ku Etarud tê da li dor Rojê dizivire, bixwe jî hereketa wê heye. Ev hereket pir bi zelalî tê dîtin.

Pîvandinên grêdayî hereketa Mercury’yê, nîşan didin ku ev hereket di her sedsalekê da, 43 saniye ye(Li vir mebest ji saniyeyê yekeya pîvandina kevanekê ye ku dibe 1/3600 dereceyan). Her çend ku 43 saniye di 100 salan da, pir pir kême bitaybet jibo salekê, lê qanûna cazibeya gîştiya Newtonê, nikare wê şirove bike.

Newton digot ku ronahî di riyek dîrekt da hereket dike lê Einstein, nîşan da ku eger cismek xwediyê meydaneke cazibe ya pir mezin be û ronahî ji kêleka wê derbas bibe, hingî ladan û jêbadan ji mesîra Rojê diqewime.

Mijarên din ku meriv dikare ji qanûna nisbiyeta gîştî, derxe, ew e ku ronahiya stêrkên ku meydanên megnetîka wan pirbihêz in, di dirêjahiya pêlên wan da, di nav riya ku ber bi erdê va tên, guhertin çêdibe. Ev bandor ku jê ra Red Shift, dibêjin dibe sedema mezinbûna dirêjahiya pêlên ronahiya van stêrkan. Ev mesele ku dîsa bi qanûnên Newtonê naye analîzkirin, bi riya hevkêşeyên teoriya nisbiyeta gîştî, pir hêsan tê modelkirin.

Gelo Erd di çaleke Feza*Zeman da cih girtiye?

Dem û feza, ligor teoriya nisbiyeta Einstein, bi hevodin ra hatine hûnandin û bûne sedema çêbûna pêkhateya tar û pûdî ya çaralî(4D) ya bi navê Feza-Zemanê. Bariste yan çiriya pir mezin ya erdê, buye sedem ku ev pêkhate, bi forma çalekê were xuyan. Wek kesekî/ê giran ku di nîveka doşikek bi bayê dagirtî, rûniştibe(Her çend ku em tewîn, çemîn yan kevanekên Feza* Zemanê yên wiha, bi piranî li derdorên baristeyên pir giran û zev givaştîtir yên wek Reşçalan, Stêrkên Notronî û Kinikên Sipî, dibînin lê eger em hûr û kûr û bi diqqetek zêdetir li diyaspora derdora ecramên ku baristeyên wan kêmtir in yên wek erdê, binêrin û liser wan bisekinin, emê karibin çemîn yan tewînên Feza*Zeman yên ku baristeya erdê buye sedema wan, pir baş bibînin ).

Ligor teoriya nisbiyeta gîştiya Einsteinê, hereketa ecsam di pêkhateya tar û pûdî ya Feza* Zemanê, pêktê. Yanê cism di dema ku hereket dike, ew di bin bandora forma Feza*Zemana ku tê da ye, dimîne. Ligor vê teoriyê, kêş yan giraniş dibe sedema guhertina forma pêkhateya Feza*Zeman û di encama wê da, hereketa cism jî jiber meydana kêşa erdê, tê guhertin. Bi gotineke din, ligor Einstein, kêşa erdê, hereketa ecsam di mesîra tewyayî ya pêkhateya Feza*Zeman ya li dora cisma giran e. Yanê dema ku erd di vedorek da li dora Rojê dizivire ligor nisbiyetê, jiber kevaneka Feza*Zeman ya li dora Rojê, ev yek pêktê.

Eger erd neguherbar û sabit biba, hingî tu pêwîstiyek jibo lêkolîna han tune bû, lê jiber ku erd li dora xwe dizivire, loma ev çemîn jî divê bi erdê ra, bizivire. Erd bi badan û alandina hêdî ya pêkhateya Feza*Zemanê ya li dora xwe, wê dike wek pêkhateyeke zivirokî ya çendalî? Ev yek jî buye sedema şandina Satelite’a GP-B ber bi fezayê ku divê liser kêşa erdê, lêkolîn û pîvandinên pêwîst bike.

Jêder: Malpera Hefttîr ya Farsî û Wikipedia

Wergêr: Edo Makuyî, Endazyarê Kîmiyayê, Ji zanîngeha Dewletê, salên 1997-2000

http://forum.haftir.ir/thread-1954.html

https://en.wikipedia.org/wiki/Albert_Einstein

http://www.zoomit.ir/articles/etc/21166-einistein-and-relativity

Pêlên Mejiyê me, α, β, γ biguhêre

Pêlên Mejiyê me

Pêlên Mejî, wek pêlên din, bi riya ferekans û berahiya wan, tên pîvandin.

Pêlên Mejî dabeşbûne ser 4 desteyan: Beta, Alfa, Teta û Dilta’yê ku eger em karibin aliyê xwe yê qenc û çendalî, baş nas bikin, hingî emê karibin di demên pêwîst da, bigihîjin her yek ji pêlên navbirî.

Pêlên Beta:

Piraniya dema ku em hişyar in, em di rewşa Beta’yê da ne ku tê da pêlên Mejî bi ferekansa 13-39 Hertzan, dihejhejin. Di rewşa Beta’yê da, baldariya me zêdetir liser dinyaya derve, fikarên rojane û bi gotineke din liser karubarên mantiqî yên nîvbazineya aliyê çepê mejiyê me, disekine.

Pêlên Afa:

Pêlên Alfa, wek pireyekê ne ku di navbera zaniyarî û derzaniyariyê(zanînê ku bêhemdî têne mejiyê merivan) da pêwendî çêdikin. Dema ku em bêhna xwe distînin, pêlên mejiyê me ji pêlên Beta ber bi pêlên Alfayê diguherin û di wê rewşê da, ferekansa wan di navbera 8-12 Hertzan e. Di rewşa Alfa’yê da tam berevajî haleta Beta’yê, em bi dem û cihan ra sînordar nînin. Ev pêl, me ji nîvbazineya mantiqiya aliyê çepê mejiyê, azad dike û dihêle ku em bigihîjine beşa nîvbazineya aliyê rastê mejiyê ku tê da berhemanîn û têderxistin bi awayeke bihêztir pêktê.

Nîvbazineya aliyê rastê mejiyê, dikare wêne û dengên ku li derveyî tixûbên sînordarê mirovan e, werbigre. Lewma jî di vê haletê da, raman, hîs û kiryarên me, nû û ciyawaz in, tevlihevî û gêjbûn, kêmtir e û bihîstina dengên derve hêsantir e. Mejî di dema bêhnvedanê ya di haleta Alfa’yê da ye.

Piraniya hunermend, zaniyar û sporvanên serkeftî jî, yan bi hemdê xwe yan jî bêhemdê xwe, xwe dixine haleta Alfa’yê ku karibin baştirîn berhem û kirinan pêkbînin. Pêlên Alfa’yê, jêder û çavkaniyên berhemdarî, bileztirkera fêrbûnê, baştirkera rewşa ruh û sebeba daxistina steresan in. Rewşenbîrî, nasîn bi riya ihsasan, îlham û hwd bi pêlên Alfa’yê tên şirovekirin.

Pêlên Teta:

Pêlên Teta, bi ferekansên 4-7 Hertzan, girêdayî kûrtirîn ceribandên Medîtêyşin û berhemdariyê ne. Pêlên Teta, ji pêlên Alfa û Beta’yê aramtir in û berahiya wan mezintir e. Gihîştin bi pêlên Teta’yê, zêdetir di dema razan û xewê da, mumkin dibe.

Pêlên Dilta:

Pêlên Dilta, pêlên derzaniyarî û pergala pêwendî bi zaniyariyên çendalî ne. Ew xwediyê bilindtirîn berahî û kêmtirîn Ferekansan(4-5 Hertzan) in. Ferekansa wan, tu car nabe sifir çimku ferekansa sifir, tê wateya mirinê. Pêlên mejiyê kesan di rewşa bêhişî û komayan da dişibe pêlên mejiyê yên Dilta. Yên ku Yogakerên profîşnal in, dikarin bi hemdê xwe, xwe têxine haleta pêlên Dilta’yê. Ew dikarin germahiya bedena xwe û hejmara lêdana dilê xwe, tenzîm bikin û xwe têxine haleta mirinê û cardin jinûva xwe vejînin. Pêlên Dilta, kûrtirîn haleta xewa giran û kûr in.

Ev pêl, jêder û sedemên gelek kirinên sosret, ceribandinên nêzîkî mirinê, pêşbînî, têderxistinên balkêş, bi dinyayê ra yekbûn, kemilîna kesayetiyê, şifa û hwd in.

Deriyê mejiya xwe, tenê ji tiştên hûn hez dikin ku biqewimin ra vekirî bihêlin.

Bi Kontrolkirina Pêlên Mejî, mirov dikare çi bike?

Dema ku em dixwazin razên, berê pêlên Beta, aktîv dibin, hêdî hêdî pêlên Alfa xuya dibin û paşê jî Teta û Dilta. Dema em ji xewê hişyar dibin, pêlên mejiyê me, berevajî dema paldanê, ji Dilta ber bi Teta û Alfa û di dawiyê da jî ber bi Beta’yê tên guhertin.

Di dema hişyarbûnê da, hin şêwazên veguhertina pêlan ji haleta bilez û tevlihev ya Beta’yê ber bi rewşên aramtir yên wek Alfayê hene. Em dikarin bi riya kansantrêyşinê, xwe aram bikin, tirs û xofan, ji xwe dûr bikin û tevliheviya derûna xwe bi wê şêwazê aram bikin. Bikaranîna hevokên erênî û hwd dikare bibe sedema windabûn û derketina ramanên neyênî û wêranker.

Bi gotineke din, gava ku em fikr û hîssên neyênî, çi ji hindir, çi ji derveyî xwe, werdigrin, emê karibin bi kontrolkirina pêlên mejiyê xwe, cardin aram bibin û vegerin rewşa hêsaybûn û rehetiyê. Wek mînak: Dema hûn ditirsin ku negihîjine hedef û armanca xwe, xeyala zêna we, wêneyek ji serketina we ye û dubarekirina vê hevokê dikare bibe sedema pêkhatina wê: Ezê bigihîjime armanca xwe.

Fikrên we, enerjiya pêlên elektromegnetîk e ku pêlên wekhev yan hevalî, ber bi aliyê xwe va kaşdike.

Jibo her fikreke taybet, ferekanseke taybet heye. Qanûn û yasaya kaşkirinê li ramanên we dinêre û ligor wan tevdigere, loma jî timotim liser daxwazên dilê xwe bisekinin, liser wan bifikirin, wisa bizanin ku hûn gihîştine armancên xwe û pê kêfxwaş jî bibin. Bi ramanên erênî, pêlên bihêz, erênî û avaker, ji gerdûnê ra bişînin heya tiştên ku hûn dixwazin pêkwerin.

Ligor teoriyên nû yên zanistî û fîzîka kuwantomê, her tiştê ku li dinyayê heye, cureyek ji enerjiyê ye.

Hemû kelmelên derdora me, di asta mûlûkûliya xwe da, enerjiyên hejhejok in.

Fikr û raman jî cureyek ji enerjiyan e ku dihejheje. Ramanên cihê, xwediyê pêl û ferekansên cihê ne. Hejhejên fikran, ji bihêztirîn û rêkopêktirîn hejhejên gerdûnê ne.

Her wisa ku hûn bi hilbijartina pêlên taybet, dikarin şaşe û şebekeyên cihê yên radiyo û televizyonan, werbigrin û bibînin, bi guhertina dirêjahiya pêl û ferekansên zên û ramanên xwe jî, hûnê karibin di jiyana xwe da, derfet û rewşên nû biafirînin. Ligor qanûna kaşkirin û cezbê, ramanên we dikarin hejhejên(irtiaşên) ku dişibin wan, werbigirin û veguherînin rastiyên jiyana we.

Deriyê mejiyê xwe, tenê ji tiştên ku hûn hez dikin biqewimin ra, vekirî bihêlin.

Jêder: mind-secrets

Wergêr: Edo Makuyî, Muhendisê Şîmî, ji zanîngeha dewletê, salên 1996-2000

Germahiya 100 Milyon Dereceya Santîgrad, Jibo Pêkhatina Fusion’a Dendikî biguhêre

Germahiya 100 Milyon Dereceya Santîgrad, Jibo Pêkhatina Fusion’a Dendikî

Fusion’a Dendikî yan bihevzeliqandina dendikan di germahiya pir mezin da, tam berevajî qelişandin û jihevbelakirina dendikan e. Di prosesa Fusion’a Dendikî da, dendikên sivik yên wek Hydrogen, Deuterium û Tritium, dizeliqin hev û jê dendikên mezintir pêktên ku enerjiyeke mezin jî pê ra, berhem tê.

Jibo ku Fusion’a Dendikî pêkwere, divê enerjiya livokî yan kînîtîka dendikên nava redaksiyonê, têra xwe mezin be ku karibe lihember meydana Elektrostatîkiya derdora xwe, biserkeve. Loma jî germahiyên grêdayî van redaksiyonên dendikî yên Fusion’î, pir pir mezin in. Yekemîn teqîna germa*dendikî ku wek test, hate pêkanîn, di sala 1952’an da bû ku bû sedema azadbûna qaseke pir mezin ji enerjiya kontrolnebuyî. Ev test, nîşan da, eger germahiya gaza ku ji zerreyên bibar yên Plasmayên bi baristeya mezin pêkhatî, hilkişe ser 50 milyon dereceya Kelvînê, hingî di gaza yonbuyî da redaksiyona Fusion’a Dendikî pêktê. Piştî teqîna serkeftî ya Bomba Hydrogen’ê, lêkolîn jibo berhemanîna enerjiya kontrolbuyiya dendikiya Fusion’ê, destpêbû.

Fusion’a Dendikî, redaksiyoneke tam berevajî Qelişandina Dendikan e. Dewsa qelişandin û jihevbelavkirina etomên mezin bi yên biçûk, etomên biçûk bi hevodin ra tên zeliqandin ku etomên mezin çêbibin. Enerjiyek pir pir mezin ji redaksiyona han azad dibe çimku ligor teoriya Nisbiyeta Enîşteynê, beşek ji maddeya vê redaksiyonê vediguhere enerjiyê. Derveyî navendên ku Fusion pêktê, em di xwezayê da bandorên redaksiyona han hîs dikin û dibînin. Fusion’a Dendikî, tam ew buyera ye ku di merkeza Rojê(Tav) da diqewime. Roj yan Tav, reaktoreke zev mezin ya Fusion’a Dendikî ye. Tav, Hydrogen’ê vediguherîne unsurên girantir û bi vê redaksiyonê, ronahî û germahiya pêwîst jibo jiyana me, berhem tîne.

Dijwariyên Pêkanîna Prosesa Fusion’a Dendikî liser Erdê:

Sedema serekeya dijwarbûna pêkanîna Fusion’a Dendikî ew e ku dendikên etoman, tu carî hez nakin bizeliqine hev. Dendikê etoma Hydrogenê, xwediyê Proton’eke loma jî bara elektrîkiya wê Pozîtîv e. Gava ku em dixwazin dendikeke din ya Hydrogenê pê va bizeliqînin, jiber bara pozîtîva herduyan, li himber bihevzeliqînê, berxwedidin. Tenê riyek heye jibo pêkanîna vê yekê û ew jî ew e ku em bi zor vê prosesê pêkbînin û germahiya etoman ewqas hilkişînin jorê ku etom veguherin forma Plasmayê. Eger germahiya Plasmayê bigihîje asteke pir bilind, dê hingî hin ji dendikan bi hêzeke pir mezin lihevbikevin û dê bizeliqine hev. Jibo pêkanîna vê haletê, pêwîstiya me bi germahî û pestoyeke pir pir mezin heye. Dijwariya herî mezin jî ew e ku divê em liser erdê, şertên ku li beşa merkeziya Rojê(Tav) hene, pêkbînin.

Baristeya Tavê(cirm) 330 hezar carî ji ya erdê mezintir e û germahiya navenda wê jî digihîje 17 milyon dereceya Santîgradan. Pirsgrêka yekem ew e ku liser ruyê erdê, bi qasî Tavê, şewatok û arduya Hydrogenê, tune ne. Divê em germahiyê bigihînine 100 milyon dereceya Santîgradan. Pirsgrêka duda jî ew e ku madde di forma Plasmayê da, bertekên ecêb ji xwe nîşan didin. Plasma forma çaremîna maddeyê ye. Plasma ne Avîn e, Ne Camid e û Ne Gaz e. Dema ku em Plasmayê dixine nav şertên wiha ku têda germahî û pesto, gelek mezin in, ew pir pir nebergir(unstable) dibin û hez dikin û zû ji hev belav bibin. Jibo kontrolkirina şertên nebergir jî em nikarin ji alavên normal mifayê werbigirin. Bi gotineke din, dibe stêrkek liser erdê were çêkirin. Ev yek pir pir dijwar û zehmet e çimku pêwîstiya wê bi mezintirîn û komplekstirîn teknolojiyên tarîxa mirovahiyê heye.

Bi şêwazên cihê wek sînordarkirina Megnetîkî, Leyzerîk û Katalîzora Muon’î, Fusion’a Dendikî, dikare pêkwere. Di sînordarkirina Megnetîkî da, qad û meydanên pirbihêz jibo xweyîkirina Plasmayê tê bikaranîn. Di sînordarkirina Leyzirî jî, ji leyzerên pirbihêz jibo sînordarkirina saçmeyên biçûk ku tê da şewatok yan arduya dendikî ya ku hatiye givaştin, tê istifadekirin.

Prosesa ku di Tavê da pêktê:

Di Tavê da, prosesa Fusion’a Dendikî ya ku pirî caran pêktê, heman zincîra Proton-Proton e, lê di stêrkên keltir û pir germtir ji Tavê da, prosesa han, piranî bi şêwaza sîkl û çerxeya Karbonê pêktê. Sedema guherîna prosesê jî ew e ku di germahî û lezên pir mezintir da, proton hêsantir dikare derkeve lewma jî redaksiyon di merheleya yekem ya çerxeya Karbonê da, bi awayeke bileztir pêktê. Germahiya pêwîst jibo destpêka prosesa Fusiona Dendikî ya navenda Tavê yanê derdora 15 milyon dereceya Kelvînê ye.

Zincîra Proton-Proton:

Tav reaktoreke terikî ya dendikî ye ku tê da dendikên Hydrogenê heyî, dizeliqine hev ku jê dendikên Helium’an pêkbên. Ev şewatok yan arduya germa-dendikî ya Hydrogenê, proseseke 3 merheleyî ye ku jê ra zincîra Proton-Proton tê gotin.

Merheleyên cihê yên zincîra Proton-Proton’ê:

Merheleya Yekem:

Merheleya yekem ji hevzeliqîna 2 protonan pêktê ku dibe sedema çêbûna Deuterium’ek û derveavêtina Pad Elektronek û Neutrinosek, di demekê da. Pad Elektron di heman demê da, bi yek ji hezaran hezar Elektronên heyî li Plasmayê, dikeve, bi wê lihevketinê, Elektron tune dibe û ev yek jî dibe sedema jêpekîna 2 tîrêjên Gama’yan.

1H + 1H → 2H + e + γ 1.19mev

Merheleya Dudan:

Merheleya din jî hevkelîn û bihevzeliqîna Hydrogen û Deuterium û berhemanîna Helium-3(3He) ye.

1H + 2H →3H + e + γ 1.19mev

Merheleya Sisyan:

Bihevzeliqîna du dendikên ku encama wê, berhemhatina Heliuma normal(4He) û derveavêtina 2 protonên bi enerjiya mezin di eynê wextê da ye. Çimku di merheleya dawî da, pêwîstî bi 2 deste 3He heye. Jibo ku merheleya dawî bikare carekê pêkwere, pêwîste ku merheleyên berê qe ne du caran pêkhatibin. Bi vî awayî, zincîra Proton-Proton, 4 protonan mesref dike ku dendikeke 4He pêkbîne.

Neutrinosa pêkhatî di merheleya yekem da:

Di merheleya yekem ya zincîra Proton-Protonê da Neuterinos, azad dibe. Divê bê gotin ku navenda Tavê, ne tenê jêdera germahiyê ye, belke çavkaniya gelek Neuterinos’an e jî. Jiber ku danûsandin û bandordayîna 2alî ya Neuterinosan bi maddeyê ra pir pir lawaz û zeyîf e, lewma maddeya heyî li Tavê(û li erdê jî) jibo Neuterinosan, eşkere ye û ev zerre bê pirsgrêk ji merkeza Tavê ber bi derve diherike û tê derve.

Çerxeya Karbonê:

Şewitandina germa-dendikiya Hydrogen di nava Tavê da dibe ku bi riya proseseke 6 merheleyî ku jê ra çerxeya Karbon, tê gotin, pêkwere.

(1H + 12C → 13N + γ (1.95MeV

(13N → 13C + -e + r(2.22 MeV

(1H + 13C → 14N + γ (7.54 MeV

(1H + 14N → 15O + (7.35 MeV

(15O → 15N + -e + γ (2.71 MeV

(11H + 15N → 14C + 6He (4.96 MeV

Di merheleya dawî, dîsan Karbonek berhemtê ku di merheleya yekem da xera buye. Bi vî awayî, Karbon cardin vê merhelê derbas dike, Karbon, tenê wek katalîzor, tevdigere û mesref nabe. Enerjiya azadbuyî jibo her Protona mesrefbuyî kêmzêde bi qasî ya zincîra Protonê ye.

Jêder: https://en.wikipedia.org/wiki/Nuclear_fusion

Wergêr: Edo Makuyî, Muhendisê Şîmiyê, Ji zanîngeha dewletê, salên 1996-2000

CERN, Mezintirîn Navenda Lêkolîna Fîzîka Dendikiya Cîhanê biguhêre

CERN, Mezintirîn Navenda Lêkolîna Fîzîka Dendikiya Cîhanê

CERN, mezintirîn labaratuwara dinyayê di warê Fîzîka zerreyên bingehîn û Fîzîka dendikî da ye. Ev navenda mezin û bêmînak di derdora bajarê Geneva û di sînora navbera Fransa û Suwîsrayê da hatiye avakirin. CERN, di 29ê Septembera sala 1954an da, ji aliyê Rêxistina Ewrûpiya Lêkolînên Dendikî va hatiye damezrandin û zêdetirî 61 salan e ku têda mezintirîn û bibandortirîn keşfiyatên dinyayê tên kirin. Gelek zaniyar û lêkolînerên cîhanê jiber xebatên xwe yên di wê navendê da, xelatên navendên herî binavûdeng yên dinyayê wek xelata Nobelê yên di warê zanistê da, bidestxistine û ev yeka han, nîşana girîngiya CERNê ye.

CERN, bi dirêjahiya 27 kîlometreyan, bi forma bazinê, di kûrahiya 100 metreyan di binê erda 2 welatên Firansa û Suwîsrayê da, hatiye avakirin.

[[1]]

WWW yan heman World Wide Web ku dibe Tora Cîhaniya Web’ê, yekem car ji aliyê Tim Berners- Lee di sala 1989 û Robert Cailliau di sala 1990 an da, li CERN, li ser navê ENQUIRE’ê, jibo danîna pêwendî di navbera zaniyar û lêkolînerên wir, hate avakirin. Internet, li CERNê keşf bû, di sala 1991an da yekem malper destbi xebatê kir û bikaranîna wê di 30ê Aprila sala 1993an da jibo her kesî azad bû.

Peymana damezrandina CERNê di 29ê Septembera sala 1954an da ji aliyê 11 dewletên Ewrûpaya Rojava va hate îmzakirin. Helbet ev yek bi avakirina Encumenke demkî, jibo çêkirina labaratuwaran di sala 1952an da, destpêbû.

Aniha zêdetirî 20 dewletên ewrûpî, endamê vê rêxistinê ne. 2600 karmend, 7931 zaniyar û endaziyarên wê hene ku numayendeyên 580 zanîngeh û navendên lêkolînê yên 80 welatên cîhanê ne.

Xebat û armanca serekeya CERNê, çêkirina alavên bilezkerên zerreyan(Tiny Particle Accelerator) û dezgehên din jibo lêkolînên fîzîkî di enerjiyên mezin da ye. Her 4 Xuyakerên mezin yên CERNê(Large Detectors: LHCb, ALICE, ATLAS and CMS), encama hevkariyên navnetewî ne. Navenda serekeya vê rêxistinê, li Meyrina ser bi bajarê Genevayê ye ku ji navendeke computeran pêkhatiye. Tenê di sala 2008an da, milyardek Dolar ji aliyê dewletên endam va, alîkarî ji CERN’ê ra hatiye veqetandin. Dewletên endam, her sal, 5 milyon Euro’yan didin rêxistina CERN’ê. Almaniya û Îngîltere, tenê jibo projeya LHC’iyê, heya niha zêdetirî 300 milyon Euro’yan xerc kirine.

Armanca avakirina LHC yanê Lihevlêxînera Mezina Hadron’ê(Large Hadron Collider), peydakirina zerreyên pir pir biçûk yên etomên nû û peydakirina bersiva zaniyaran ya liser çawaniya avabûn û çêbûna dinyayê ye.

Lihevlêxînera Hadroniya Mezin yan LHC, bilezkereke zereyan û lihevlêxînera, jibo nasîna baristeya maddeyên(mass) bi qasî ‎ cm, Ezmûna(ceribandina) modela standarda zerreyan, keşfkirina pêkhateyên peyda-nebuyî yên modela standard, Ceribandina Teoriya Makrowekhev û Teoriya Yekgirtina Mezin (Grand Unified Theories and Supersymmetry) e.

Armanceke din ya girîn ji vê projeyê, keşfkirina zerreya bingehîna Higgs Boson’ê ye ku fîzîkzanan, zerreyên bingehîna wê, berê va pêşbînî kiribûn. Zerreya Boson Higgs, dibe sedema pêkhatina baristeya zerreyên bingehîn.

Di vê labaratuwarê da, Proton di nava tûneleke 27 kîlometreyî da, bi lezeke pir mezin, lihev diqelibin, bi qasî 14 tirilyon Elektron Voltan, enerjiyê werdigrin û jiber vê lihevketina pir bihêz û mezin, îza Boson Higgs, tê xuyanê(qeyd dibe). Bilezdera han di 10’ê Septembera sala 2008’an da hate vekirin lê 9 rojan şûnda, jiber pirsgrêkên teknîkî û hilkişîna germahiya megnetên sûperderbasbar(super conductor) ku divê di germahiyên jêr da bixebitin, hate sekinandin. Lê cardin piştî 14 mehan di 21’ê Novembera sala 2009’an da, jinûva hate xebitandinê.

Xuyakerên din(ALICE, ATLAS and CMS), jibo lihevqelibandin û lihevxistina Yonan û berhemanîna Plasmaya Quark-Gluon jî, tên bikaranîn û heya niha ew karîne di germahiya zêdetir ji 10 tirilyon dereceyan da, pilasmaya Quark-Gluon’ê, çêbikin.

Gihîştin bi leza, mezintir ji ya Ronahiyê

Di 22’ê Septembera sala 2011’an da, encumena OPERA’yê ya li navenda CERN’a nêzîkê bajarê Geneva Sûwîsrayê, di labaratuwara netewiya Gran Sasso ya Îtaliyayê, dane zanîn ku ew karîne muon neutrinos’an bi enerjiya ji 17 heya 28 Gev(Gîga Elektron Volt) di mesafeya 730 kîlometreyan da, bi leza mezintir ji ya Ronahiyê(by a factor of 2.48×10−5 (approximately 1 in 40,000)), bilezînin û wê bi alava xuyaker, detekt û qeyd bikin.

Jêder: https://en.wikipedia.org/wiki/CERN

https://en.wikipedia.org/wiki/Faster-than-light_neutrino_anomaly

https://en.wikipedia.org/wiki/Large_Hadron_Collider

Wergêr (ji Ingilîziyê): Edo Makuyî, Muhendisê Şîmî, sala 2000 ji zanîngeha dewletê

Pilastîka ku xwexwe, xwe termîm dike, çêbû biguhêre

Pilastîka ku xwexwe, xwe termîm dike, çêbû

Lêkolînerên zanîngeha Illinois bi serpereştiya Scott White, karîne maddeyek pilastîkî ku ji polymera bi navê Resin Epoxy pêktê, berhem bînin ku dema diherişe, diqelişe yan jî beşek jê xera dibe, dikare xwexwe, xwe temîr û termîm bike.

Ev madde polymerek taybet e ku wek hemû polymerên din ji zincîrên mulukûlên bihevzeliqyayî pêktê. Lê ciyawaziya vê polymerê, ew e ku dema di navbera zincîrên mulukûlên wê da qelş, herişîn yan jî birrînek(jêbûnek) çêdibe, hingî beşa xerabuyî û nuqsan vediguhere renga sor. Eger beşa xerabuyî demeke kin li ber tîrêjên Tavê bimîne, bi şêwazek pir ecêb, cardin ew zincîrên mulukûlan dizeliqin hev û beşa xerabuyî sedîsed jinûva termîm dibe.

Ev keşfa balkêş û girîng, dikare bibe sedema guhertinên pir mezin bi taybet di warê berhemanîna berhemên senetî û bihdaştiyê da. Bînin ber çavê xwe ku Telefona destan, tu car neherişe û monitora wê timitim wek berê bimîne. Yan jî erebeya ku rengê wê sîs buye yan jî herişiye, xwexwe xwe termîm bike û hezaran mînakên din.

Ev keşf dikare bibe bersiva çawaniya pêkanîna gelek xeyalan ku meriv herdem jibo hin tiştan dikir û dixwest ku bi wê maddeyê, alav û amûrên ku xwexwe xwe termîm dikin, çêbikin.

Derbarê çawaniya pêkhatina vê prosesê jî, yek ji lêkolîneran yê bi navê Brett Krull, wiha dibêje: Ev yek di 2 merheleyan da pêktê di merheleya yekem da mixtura navbirî di dema 30 saniyan da vediguhere jêleyeka nerm ku karibe bi rehetî têkeve nava beşa herişî, qelişî yan jî xerabuyî û ev yek dibe sedema tijîbûna beşa qelişî ji maddeya bibandor. Di merheleya duyem jî ku tê da maddeyên kîmyayî nermiya xwe ya berê jidest didin û req dibin, ligor pêkhate û tîrbûn yan jî renbûna maddeya navbirî, karê bihevzeliqandin û jinûvaçêbûna polymerê pêktîne û ev yeka han dikare di jêr kontrola me da be.

Maddeyên kîmiyawî yên ku jibo termîma polymera han tê hilbijartin jî divê taybetmendiyên wê ligor mezinahiya qelş, herişîn û xerabûna wê be, mînak eger mezinahiya qelşê ji 8mm mezintir be, hingî pilastîk diçeme(diteve) û xilloxwar dibe, yanê xwexwe xwe termîm dike lê forma wê îdî wek berê nabe û mehkembûn û xweragirtina wê ya lihember germa, serma, derb û pestoyan jî ligor pilastîka saqlem, hinek dadikeve. Lêkolînerên Amerîkî dibêjin ku hê riya me, pir dûr û dirêj e, çimku em dixwazin pilastîkek çêbikin ku piştî xerabûn û termîma xwebixwe ya wê, ew sedîsed wek beriya xerabûna xwe be û tu daketin di xweragirî û taybetmendiyên wê yên di dema berhemanîna wê da pêkneyê.

Jêder: http://www.smithsonianmag.com/innovation/plastic-can-repair-itself-180951517/?no-ist

Wergêr( ji Ingilîsî ): Edo Makuyî, endazyarê Kîmiyayê, sala 2000 ji zanîngeha dewletê

Heft Keşfkirinên Sosret yên Zanista Fîzîkê(Soup Quark-Gloun:) biguhêre

Heft Keşfkirinên Sosret yên Zanista Fîzîkê

Di salên derbasbuyî da, bi keşfbûna domdar ya çend mijarên girîng di warê Fîzîkê da, 7 beşên sosret ji zanista Fîzîkê, eşkere bûn.

Li gor kovara zanistiya Live Sience, heft mijarên sosretên zanista Fîzîkê yên nû, ji pevgrêdana tîrêjên ronahiyê bigire heta keşfkirina Dijmaddeyê, hatine keşfkirinê. 7 beşên navbirî, karîne gelek warên nedîtbar û nehestbarên cîhanê, ji me ra eşkere bikin.

Dorpêçkirina Cêwiyan:

Yek ji ecêbtirîn pêşbîniyên teoriya Kuwantomê ewe ku em dikarin zerreyan têxin davê û bi vê yekê eger zerre li fezayê ji hev dûr bibin jî, bi qewimîna fenomena, yek ji wan zerreyên navbirî, dê ewên din jî reaksiyonê nîşan bidin. Par zaniyaran, ragihandin ku ew di pîvandina mezinahiya pevgirêdana zerreyan di sîstemeke nû ji zerreyan, biserketine û ev sîstem ji cotek zerreyên hejhejok pêktê. Yekem care ku zaniyaran karîne modela herikîna zerreyên dorpêçbuyî bidestxînin. Fenomena ku dikare bibe mînakek ji cîhana mezintir ji zerreyan.

Pevgirêdan yan gillêkirina Ronahiyê:

Me heya niha wisa dizanî ku Ronahî, dîrekt diherike lê vaye zaniyaran têderxistine ku em dikarin Ronahiyê gilê(girêk) bikin. Lêkolîneran di raportek da ragihandine ku ew bi alîkariya Holograma ku bi riya computerê kontrol dibe, karîne Tîrêjên Leyzerê bi hev ra girêbidin. Holograma ku herikîna Ronahiyê kontrol dike, wisa hatiye çêkirin ku karibe ronahiyê di forma taybet da, ber bi aliyek taybet kaş bike. Di vê têderxistina nû da, ji beşeke zanista Matematîkê ya bi navê girêk, jibo vekolîna ser girêkên pêkhatî ji Ronahiyê, mifa hatiye wergirtin.

Berhemanîna zerreyek nû ya Dijmaddeyan:

Bi bihevxistin û lihevketina 2 zerreyan di leza nêzîkê leza ronahiyê di alava bihevlêxera(accelerator) dendikî da, zaniyaran karîne maddeyek nû ku heta niha nehatibû dîtin, keşf bikin: Anti Hypertriton. Ev zerre ji gelek aliyan va pir pir ecêb e, çimku ew maddeyek normal nîne û dijmadde ye, loma jî dema ku bi maddeyek normal ra pêwendî dêdide, wê jiholê radike. Ji wê maddeya biyanî ra Anti Hypertriton tê gotin, çimku ji beşên pir sosret ku Kuwarkên biyanî tên bilêvkirin, pêktê.

Çêkirina Nuqteyên Megnetîk yên noqbuyî û daliqyayî jibo gihîştin bi enerjiya dendikiya gerdûnî:

Enerjiya Dendikiya ku ji pevgirêdana dendikê etomên nava stêran, berhemtê, yek ji armancên herî mezin yên mirovan e, ku ew bi salane li pey pêkanîna wê da ne. Eger zaniyaran karibin wê bidestxînin, dê destê wan bigihîje jêdereke pir pir bihêz û mezin, ji enerjiya ku bandorên neyêniya wê liser jîngehê jî pir pir kêm e. Di sala 2010an da bi ragihandina çêbûna Megnetên Daliqyayî yan Noqbuyî ku dikarin enerjiya han berhem bînin, me gaveke girîng ber bi berhemanîna wê jêdera mezin avît û em pir pir lê nêzîk bûn.

Ronahî dikare maddeyê, qet bike:

Em dizanin ku çemandin û jêbadana ronahiyê bi riya maddeyê, karek normal û hêsan e lêbelê çemandina madde bi riya ronahiyê yek ji ecêbtirîn fenomenên heyî ye ku Fîzîkzanan karîne bigihîjine wê. Di Marça sala derbasbuyî, di testek da, zaniyaran karîne gurzek ji Robanên Nano Zerreyan bi lihevketina wan ya bi Tîrêjên Ronahiyê ra, forma wan veguherînine Forma Xelekxelekî yan Siroyî(Helix—Vortex).

Cêwiyên(3) Sosret:

Zaniyaran bi bikaranîna Etomên Lîtyomê, karîne yek ji sembolên serdema kevn ya Matematîkê ya bi navê Xelekên Biromînê, jinûve bixulqînin. Hejmara xelekan sisê ne û her sêk jî di nav hev da alyane, lê bi hildana yek jê, her sê xelek ji hevodin cihê dibin. Fîzîkzanan, ji mêj va dizanîn ku zerreyan dikarin xelekên wiha lihevalyayî pêkbînin, lê heya niha tu kes nekarîbû wê sembolê çêbike. Xelekên han di Decembera sala 2009an da, 40 sal piştî ku fîzîkzanan wê taybetmendiya zerreyan, pêşbînî û texmîn kiribûn, hate eşkerekirin.

Soup Quark-Gloun:

Beşeke din ya pir sosret ji zanista Fîzîkê jî bi riya lihevlêxera(accelerator) Brookhaven, di destpêka sala bihorî da hate keşfkirin. Ev alav di testek da karî pêkhateyek ji quark*gluon yan soup quark*gloun pêkbîne ku têda proton û notron, dikarin bişkên û veguherine beşên xwe yên bingehîn wek quark û glounan. Ev test bi riya lihevxistina pir pir bihêz ya etomên zêr di germahiya 4 tirilyon dereceya Sîlîsyûsê da hatiye pêkanîn, germahiya ku 250 hezar carî ji ya navenda Tavê jî germtir e û ew germahî û rewşa ku jê pêktê dişibe rewşa dema ku dinya hê nû hatiye çêkirin. Ew germahî, mezintirîn germahî ye ku heta nika li ser ruyê erdê hatiye pêkanîn.

Jêder: Live Science

Wergêr: Edo Makuyî(Endazyarê Kîmiyayê, sala 2000 ji zanîngeha dewletê)

Çapa 3aliya(3D) damarên bedena mirovan(3D PRINTERS) biguhêre

Çapa 3aliya(3D) damarên bedena mirovan

Şîrketeke Çînî ku di warê teknolojiya bayolojiyê da bi giranî dixebite, ragihandiye ku ew karîne yekemîn prîntera bayolociya 3alî ya regên bedena candaran çêbikin.

Prîntera ku şîrketa Roteka Çînî çêkiriye, dikare endamên bikêr û taybet yên her kesekî/ê çêbike. Prîntera han ji 2 nozelan pêktê ku bi dor dixebitin, karê hevodin temam dikin û dikarin di dema 10 deqeyan da karê çêkirina damareke 10 santîmetriyê biqedînin. Çapger bi alîkariya teknolojiya sillûlên bingehîn hatiye çêkirinê. Armanca serekeya vê teknolojiyê, berhemanîna sillûlên bingehîn yên taybet bi her kesekî/ê ye ku bi vî avayî îmkana jinûvaberhemanîn û verastkirina endamên nivîşkan yên bedena candaran, pêktê.

Kang Yûciyan, zaniyarê şîrketa Rotekê dibêje; Navend û beşa girînga vê prînterê, ji xiştek bayolojiyê pêktê ku di hindirê wê da sillûlên bingehîn hene. Ev sillûlên bingehîn, ligor pêwîstiyên me, di rewş û pergalek taybet da, tên guhertin û dibin sillûlên ku em dixwazin.

Damar, beşa herî girîng û kompleksa prînterên bayolojiyê ne, çimku bi riya wan damaran e ku maddeyên girîng digihîjine endamên bedena candaran. Herçend ku zaniyaran hêvîdarin di demeke pir nêz da karibin bi riya van prînterên 3alî, destbi berhemanîna endamên bedena candaran bikin lêbelê divê ew di destpêkê da, damaran berhembînin çimku ew keresteyên herî girîng di çêkirina endamên bedenê ne.

Pirsgirêka herî mezin di pêkanîna vê yekê da, zindîxweyîkirina sillûlên bingehîn di dema pêkhatina prosesa çapê da ye.

Day Kirong, endamê Navenda Endazyariya Çînê dibêje; Ev destkeft, tenê di warê çapkirina damarên bedena candaran da sînordar nabe belke şêwazeke nûjen û girîng e jibo xweyîkirina sillûlên damaran û keresteyên bikêr û sereke. Ev şêwaz, di çapa damaran û çapa Fatreşk, Gurçik û endamên din yên bedena candaran jî tê bikaranîn.

Ligor gotina endamê navenda endazyariya Çînê, ev guhertina mezin dê karibe tiştên pir pir girîng û bikêr bixulqîne lê dibe ku demeke dirêj jibo bikaranîna wê di zanista bijîşkî bi taybet ya girêdayî mirovan va, pêwîst be.


Werger: Edo Makuyî

Veguhestina Mirovan bi leza 1200 km di seetekê da bi riya lûleyê(Hyperloop technology) HTT biguhêre

Veguhestina Mirovan bi leza 1200 km di seetekê da bi riya lûleyê(Hyperloop technology) HTT

Veguhestina mirovan bi leza 1200 km di seetek da bi riya lûleyê


Endazyarên Kalîforniyayê dixwezin di hefteyên bê da, destbi çêkirina riyek azmayišî bi navê sîstema veguhestina Haypirlûp, bikin ku 150 milyon dolar jê ra pêwîst e, sîstema han dê jibo veguhestina misafiran di nava lûleyek ku hewa têda tune ye û bi leza dengê diçe, were bikaranîn.

Dema di sala 2013'an da, jibo cara yekem Alvin Mask, behsa çêkirina Haypirlûpê kir, fikra wê wek ixtiraek ecêb û terhek ku nikare pêkwere û dê tu carî jî nexebite, hate dîtin.

Lê aniha bûdceya çêkirina vê sîstema veguhestinê amade buye û emê di demeke pir kin da, mînaka azmayišiya wê bibînin.

Yekem mesîra azmayišiya teknolojiya veguhestina Haypirlûpê (HTT) dê bi dirêjahiya 8 km'an li Kalîforniyayê û di dema çend hefteyan da, were çêkirin.

Terrahên vê teknolojiyê dixwazin 10 milyon kesan ji riya HTT'yê ku li geliyê Quay'ê ye, istifade bikin.

Ligor gotina Alvin Mask, di dawiyê da jî dê mesafeya 610 km'iya navbera Losancilis û Sanfiransîskoyê di dema 30 deqeyan da were qedandin û dê misafir bi leza 2 qasî ji balafirê zûtir ber bi meqseda xwe herin.

Leza Haypirlûpê jibo veguhestina misafiran di navbera 2 cihan da, 1200 km di seetek da ye.

Di vê sîstemê da lûleyek pir dirêj heye ku hewayê nava wê hatiye valakirin û rewša nava lûleyê xele' e(vacume).

Lûle tehrek hatiye çêkirin ku di hewayê da daliqyayî be û ji erdhej yan jî rewšên nebaš yên hewayê, were parastin.

Misafir, yek yek yan jî kom kom di cihek taybet da disekinin û pašê bi alîkariya megnitek mezin ber bi jor diçin û dikevine hindirê kepsûlan. Di nava her kepsûlek da, 6-8 kesan cî dibin û di dema 30 saniyan da, misafir peya û siyar dibin.

Jibo her mesîrek jî, serê her merivî 20$ distînin.

Wergêr: Edo Makûyî

http://hyperlooptech.com/

Germahiya Kirîtîk: Critical temperature ---- Germahiya rût: Absolute temperature biguhêre

Germahiya Kirîtîk: Critical temperature

Dereceya Germahiya herî zêde ku tê de bi daxistina pestoyê, gaz dikare bibe avîn(liquid).

substance critical temperature (oC)

NH3 132

O2 -119

CO2 31.2

H2O 374


Germahiya rût: Absolute temperature

Dereceyên Santîgirad(Sîlîsyûs) û Farenhayt, her du jî germahiyên nisbî û girêdayî ne û dereceyên Kelvîn û Ranklîn jî germahiyên xwerû yanjî rût in. Yekîneya germahiyê di sîstema Metrîkê da dereceya Kelvîn e. Jixwe Kelvîn, heman Sifra rût, xwerû yan mutleq(absolute zero) di sîstema Metrîk e. Di sifra rût de tu mekîne û alavek elekteronî kar nake çimku enerjiya her tiştekî di sifra rût de pir pir nêzîkî sifrê dibe û tu liv û tevgerek di madeyê de namîne. Dereceya germahiya herî kêm li dinyayê heman -273.15K e.

K: Nîşaneya dereceya Kelvînê

F: Nîşaneya dereceya Farenhaytê

°C: Nîşaneya dereceya Sîlîsyûs yan jî Santîgiradê

• 0°C (freezing point of water) = 273.15K (Xala qerisîn yan cemidîna avê)

• 25°C (room temperature) = 298.15K (Dereceya germahiya odeyê)

• 100°C (boiling point of water) = 373.15K (Xala keliyana avê)

• 0K (absolute zero) = -273.15°C (Sifra xwerû, rût yan jî mutleq)

Gîraweya Mengiyê(Mehlûla Îdeal): Ideal solution biguhêre

Gîraweya Mengiyê(Mehlûla Îdeal): Ideal solution

Taybetmendiyên termodînamîka Mehlûla Îdeal(Ideal Solution) wisa ne:Pestoya Hilma(Vapor Pressure) wê ligorî Qanûna Raoultê tevdigere, Antalpiya(Enthalpy) mehlûlê sifr e û Zerîba Ektîvîteya(activity coefficient) wê kêmzêde dibe jimareya yekê.

Eger di 2 maddeyên A û B yên nava mehlûlê de, bandordanîna(interaction) mûlûkûlên( molecules) navbera AA, BB û AB kêmzêde wek hev bibin, hingî ew mehlûl, dibe îdeal.

Raoult's law:

Pestoya Hulmê ya i = mole fraction

Hevkêşeya Clausius-Clapeyronî: Clausius-clapeyron equation biguhêre

Hevkêşeya Clausius-Clapeyronî: Clausius-clapeyron equation

Kevaneyên(curves) hulmbûyîna piraniya liquidan dişibin hev. Pestoya hulm bi zêdebûn û hilkişana dereceya germahiyê, zêdetir û mezintir dibe.

P = A exp (- Hvap / R T)

P: Pestoya liquidê, Hvap: Antalpiya hulmbûyînê û T: Germahî

A: Neguhera Gazê yanjî Jimareya Avogadroyê ku hejmara perçe, Atom yanjî mûlûkûlên nava her maddeyekî diyar dike. (symbols: L, NA): 6.02214129(27)×1023 mol−1

Hevkêşeya Schrödinger: Schrödinger equation biguhêre

Hevkêşeya Schrödinger: Schrödinger equation

Di mekanîka kuwantomê de, hevkêşeya Schrödinger, hevkêşeyeka dîfransiyela perçeyî ye ku çawaniya guhertina forma kuwantoma nava sîstema fîzîkîyê bi derbasbûna demê ra, nîşan dide.

Di mekanîka kilasîk de, hevkêşeya hereketê, heman qanûna duyemîna Newton, (F = ma) e ku çawaniya tevgerîna sîstemê, bi guhertina demê ra ew jî piştî şertên despêkê û ligor matematîkê, dide xûyan. Di mekanîka kuwantomê de, analoga qanûna Newtonê heman hevkêşeya Schrödinger jibo sîstema kuwantomê( bi gîştî atom, mûlûkûl û perçeyên pir pir hûriktir ji atoman in ku azad, pevgirêdayî yan cihgir in) ye.

Hevkêşeya han ne tenê jibo sîstema kuwantom, pêl û atoman e belke jibo sîstema makroskopî, seranserê gerdûnê û mekanîkên kilasîk ra jî dikare were bikaranîn.

Hevkêşeya Schrödinger ya girêdayî demê:

Hevkêşeya Schrödinger ya negirêdayî demê:

i: Yekeya xeyalî ħ:Neguhera Planck liser 2π (parvekirin) ∂/∂t: Muşteqqa perçeyî girêdayî demê Ψ: peyveke Yûnanî ye ku fankşêna pêlê di sîstema kuwantomê de nîşan dide Ĥ: operatora Hamiltonianê ye ku enerjiya gîştiya karekteran tevî formên cihê yên pêlan ligor ciyên ku lê ne nîşan dide.

Hevkêşeya Van der Waals: Van der waals equation biguhêre

Hevkêşeya Van der Waals: Van der waals equation

Jiber ku mûlûkûlên nava gazan, hecmeke wanî taybet heye û bandora hêza kaşê ya di navbera mûlûkûlan dikare bê texmînkirin û gazên rastîn jî ligor qanûnên Gazên Îdeal û normal tevnagerin lewma jî bandora han ya di gazên rastîn de, bi riya hevkêşeya Van der waalsê tê hesabkirin.

(p+n2a/V2)(V-nb)=nRT

Ku tê de a û b, neguherên taybet yên gaza navbirî ne. Pîvana hêza kaşa navbera mûlûkûlan, a û hecma dagîrbûyî ya mûlûkûlan ji V, ku 4 qasî hecma rastîna mûlûkûlan e jî b ye.

Hevkêşeya Van’t Hoff: Van’t hoff equation biguhêre

Hevkêşeya Van’t Hoff: Van’t hoff equation

Di termodîmanîka kîmyewî de, Hevkêşeya Van’t Hoff,

d ln K eq/d T = delta H/RT2

guherîna Keq, neguhera teadulê ligor guhertina dereceya germahiyê T û Guherîna Antalpiya Standard, ΔHo nava teadula kîmyewî de şirove dike.

Îzomer: Isomer biguhêre

Îzomer: Isomer

Îzomer peyveke Yûnanî bi wateya perçeyên wekhev e û ji mûlûkûlên ku formûla kîmîyewiya wan wek hev in lê pêkhateya kîmyewiya wan, mîna hev nînin, re tê gotin. Hejmara atomên Îzomeran wek hev in lê çawaniya rêzbûn û cihgirtina wanî nava fezayê, mîna hev nîne û cihê ye.

Taybetmendiyên wan jî ne mîna hev in. Îzomer bi çend desteyên jêr tê dabeşkirin: positional isomers, cis-trans isomers û enantiomers.

Karbohîdrat: Carbohydrate biguhêre

Karbohîdrat: Carbohydrate

Carbohydrate, mûlûkûleke biyolojîk a mezin yan makromûlûkûl e ku ji atomên C karbon, H hîdrojên û O oksîjenê pêktê û nîsbeta hydrogen:oxygenê tê de wek ya avê 2:1 e. Formûla wê Cm(H2O)n yanjî (CH2O) e ku tê de m û n dikarin ne wek hev bibin.

D-glucose:

Katalîz: Catalysis biguhêre

Katalîz: Catalysis

Katalîz, tê wateya bileztir kirina lezgîniya redaksiyona kîmyewî bi bikaranîna enerjiyeke kêmtir ji berê. Maddeya ku ev kar dike re jî dibêjin Katalîst yanjî katalîzor ku di redaksiyona kîmyewiyê de jî naye mesrefkirin belke cardin wek xwe ji redaksiyonê cuda, li qadê dimîne û dîsa jî dikare jibo redaksiyoneke din were bikaranîn.

Bê katalîzor: X + Y → Z

Bi katalîzor: Di vir C, Katalîzor e

X + C → XC (1)

Y + XC → XYC (2)

XYC → CZ (3)

CZ → C + Z (4)

Kaxizê palavtinê: Filter paper biguhêre

Kaxizê palavtinê: Filter paper

Ev kaxiz jibo palavtin û parzandina hewa yan liquid ji tozên camid (solid) tê bikaranîn û ligor karê ku gerek bike ji maddeyên taybet û bi kunên pir biçûkên cihêreng tê çêkirinê. Ev kaxiz çend deste ne:

Jibo palavtina Hewayê,
jibo Qehweyê,
jibo Ardo, Mazot û Şewatokên ji niftê û
jibo Labaratuwarê........

Kaxiza palavtina Hewayê ya nava makîneyê:

Keton: Ketone biguhêre

Keton: Ketone

Keton (alkanone) terkîb û pêkhateyeke organîke ku formûla wê RC(=O)R' e.

R û R', dikarin ji malbata maddeyên ku ji Karbonê pêktên, bibin.

Peyva Keton, ji navê Aketonê ku navê kevn a almanî ya Acetonê ye hatiye girtin.

Keton û Aceton:

Kîmyaya Analîtîk: Analytical chemistry biguhêre

Kîmyaya Analîtîk: Analytical chemistry

Kîmyaya Analîtîk, şaxeke zanista bingehîna kîmyayê ye ku tê de liser cihêkirin, veqetandin, jêgirtin, diyarkirin û têderxistina çawaniya perçe û pêkhateyên tebiyî û çêkirî yên nava maddeyekê, kar tê meşandin. Tîtrasyon û pîvandina kêşê jî yek ji wan metodên kilasîk in.

Metodên Elektirokîmyewî, Kuromatografî û pîvandina bi Tîrêjan jî, metodên ku bi amûr û alavan tên hesabkirin nin.

Gas Chromatography:

Kîmyaya Nuklerî: Nuclear chemistry biguhêre

Kîmyaya Nuklerî: Nuclear chemistry

Kîmyaya Nuklerî, şaxeke beşa kîmyayê ye ku girêdayî radiyoektîvîte, prosesa dendikî û taybetmendiyên dendikî ye. Unsurên Radiyoektîv yên wek Radium, Radon û Actinides nava amûrên mîna Reaktorên Nuklerî de ku jibo prosesa dendikî hatine çêkirin, di jêr kontirola pesto û germahiya taybet de tên bicihkirin. Di vê beşa kîmyayê de hûrgiliyên çawaniya bond û pevgirêdana navbera Proton û Notronan tê şirovekirinê.Hin atom yan jihev tên belavkirin yan jî bihev ra tên zeliqandin û ji pêkhatina vê yekê enerjiyeke pir pir mezin çêdibe ku jibo guhertina wê bi enerjiya elektirîkê, tê bikaranîn. Uranium and Thorium jî 2 unsurên pir grîng in ku bi endazyariyeke balkêş di reaktorên taybet de, jibo berhemanîna enerjiya han, tên meyandinê.

Di kîmyaya Nuklerî de, Tîrêjên X, Alfa, Beta û Gama jî tevî pêkhateyên wan tên şirovekirinê.

Kîmyaya Organîk: Organic chemistry biguhêre

Kîmyaya Organîk: Organic chemistry

Beşeke kîmyayê ye ku tê de pêkhate, taybetmendî û redaksiyona madde û terkîbên (Compound) ku ji atomên Karbonê, C pêktên, dide ber çavan û analîz dike.

Jibo analîza pêkhateyên wan maddeyan ji NMR yanê Mass Spectrometry tê istifadekirin. Kîmyaya Organîk liser terkîbên Bikarbon yanjî Maddeyên Organîk xeber dide ku unsura bingehîna wan terkîbên Organîk xêncî Karbonê, Hîdrojen e jî.

Berê ji maddeyên ku ji giya û heywanan dihatin girtin ra, maddeya Organîk digotin lê niha di labaratuwaran jî bi metodên cihê ew tên çêkirinê.

2 jêderên mezin ê maddeyên Organîk: Nift û Komir in ku ew jî bi derbasbûna demeke dirêj di bin bandora pestoyeke pir zêde û germahiyeke zêde ji jihevbelavbûn û analîza giyah û jîndaran, di binê erdê de çêbûne.

Methane:

Kînetîk: Kinetics biguhêre

Kînetîk: Kinetics

Kînîtîk, peyveke Yûnanî ye ku tê wateya Hereket yan jî livînê.

Kînîtîkên Kîmyayê jî behskirin û şirovekirina lezgîniya redaksiyona kîmyawî ne.

Kovika Cihêkirinê: Separation funnel biguhêre

Kovika Cihêkirinê: Separation funnel

Ev amûr, jibo cihêkirina 2 liquidan ji hev tê bikaranîn.

Sîstema cihêbûnê liser esasa Tîrbûnê yan jî heman giranbûnê ye.

Mînak eger av û rûn werin tevhevkirin, di nav Kovika Cihêkirinê de, piştî demeke taybet yek jorê û ya din jî binê wê de disekine û paşê bi vekirina şîreya binê kovikê pir hêsan ji hev tên cihêkirin.

Di piraniya terkîban de aliyek, faza avîn e û aliyê din jî Tiwînerên wek:

Ether, MTBE, Chloroform, Ethyl Acetate û Dichloromethane(Solvent) nin.

Kriyostat::Sermapîv: Cryostat biguhêre

Kriyostat::Sermapîv: Cryostat

Amûreke ku jibo hînik û sar xweyîkirina hin mekîne yan jî sempêlan tê bikaranîn.

Maddeya ku jibo pêkanîna sermaya nava amûrê, pir zêde tê bikaranîn, Heliuma Liquid e.

Lîgand: Ligand biguhêre

Lîgand: Ligand

Di kîmyayê de, Lîgand ji yon yan mûlûkûlekê re tê gotin ku bi atomeke metalî ya navendî ve tê girêdan û jê Kompleksek çêdibe.

Metalên Alkaliyê: Alkali metals biguhêre

Metalên Alkaliyê: Alkali metals

Unsurên nava sitûneke cedvela peryodîka Mendelyofê ku pêktên ji:

Litium, Sodium, Potassium, Rubidium, Caesium û Francium(Li, Na, K, Rb, Cs û Fr) ra tê gotin.

Taybetmendiyên Metalên Alkalî pir dişibin hev: ew birqonekî û nerm in û di germahî û pestoya standard de jibo redaksiyonê pir amade ne ku elektrona xwe ya di orbîtala S, jidest bidin û bibin katyonek bi bara +1.

Neguhera Faraday: Faraday constant biguhêre

Neguhera Faraday: Faraday constant

Di fîzîk û kîmyayê de, neguhera Faraday ku bi F tê nîşandan, mezinahiya şarja elektrîkiya liser mola, elektronan nîşan dide.

Di elektrolîzê de jî jibo zanîna mezinahiya elementa ku hatiye oksîdkirinê, tê bikaranîn.

F: 9.64853399(24) x 104 C mol-1

e ≈ 1.6021766×10−19 C

NA ≈ 6.022141×1023 mol−1

Neguhora Boltzmann: Boltzmann constant biguhêre

Neguhora Boltzmann: Boltzmann constant

Neguhera Boltzmann (kB or k), neguhereke fîzîkî ye girêdayî enerjî û dereceya germahiyê ye û ji parvekirin û dabeşkirina neguhera cîhaniya gazan liser jimareya Avogadroyê tê bidestxistin.

Boltzmann constant =

1.3806488 × 10-23 m2 kg s-2 K-1

kB = R/NA

Neguhora Leza Reaksiyonê: Reaction rate constant biguhêre

Neguhora Leza Reaksiyonê: Reaction rate constant

Di kînîtîka kîmyewî de, k or LANDA , nirx û lezgîniya redaksiyona kîmyewiyê nîşan dide. Jibo redaksiyona:

Nirx û lezgîniya redaksiyonê ji formûla jêrê bidest tê:

r = k(T)(A)m(B)n

T: Dereceya Germahî

m û n: dereceya perçeyên redaksiyonê ye ku bi zerîbeya stoichiometric ya a û b re yek nîne.

[A] û [B]: Tîrîya(concenteration of substance A) maddeya A

Parîneya Molê: Mole fraction biguhêre

Parîneya Molê: Mole fraction

Parîneya Molê, mezinahiya perçeyekê, ni , (bi mol) liser hemû perçeyan, xtot e ku bi xi tê nîşandan.

xi = ni / xtot

Komkirin û zêdekirina hemû parîneyên Molê bi hev re, dibe yek.

Pestoya Hewayê: Air pressure biguhêre

Pestoya Hewayê: Air pressure

Pestoya Hewayê, kîlo yan kêşa atmosfer liser erdê ye ku ber bi jêrê tê îmal kirin. Pesto bi barometrê ku ji stûneke şûşeyan dagirtî bi Cîweyê pêktê, tê pîvan. Pestoya Atmosferê jî, hêzeke ku liser yekeya rûbarê bi riya kîlo yan kêşa hewaya ser wî rûbarî ya di atmosfera erdê de tê îmal kirin.

Atmosfera Standard, Yekeya pestoyê ye ku 101325 Pa yan 1013.25 hectopascals yan milibars yan 760 mmHg(torr) yan 29.29 in Hg yan 14.696 psi e.

Pestoya Krîtîk: Critical pressure biguhêre

Pestoya Krîtîk: Critical pressure

Pestoya Krîtîk, pestoya herî kêm e ku jibo veguherandina hulm bi avê re pêywîst e. Pestoya Krîtîk heman pestoya işbaibûyî ya maddeyê di germahiya krîtîk de ye.

Eger pestoya ser hulmê kêmtir be ji pestoya işbaibûyî û hulm di dereceya germahiya krîtîk de be, îdî ew nikare bibe av.

pc


substance critical temperature (oC)

NH3 132

O2 -119

CO2 31.2

H2O 374


substance critical pressure (atm)

NH3 111.5

O2 49.7

CO2 73.0

H2O 217.7

Pestoya Osmotîk: Osmotic pressure biguhêre

Pestoya Osmotîk: Osmotic pressure

Pestoya Osmotîk, hêzeke ku liser liquidê tê îmalkirin ku nehêle ew liquid ji memberanê re derbasî aliyê din bibe. Memberan jibo hin mûlûkûlan dibe derbasdar û ji hinên din re dibe nederbasdar. Mûlûkûlên avê di prosesa Osmozê de ji navçeyên Ren ber bi navçeyên Tîrtir diherikin.

Osmoz di gûlûbûlên sor yên xwînê de jî heye.Yanê eger ew glûbûl di nav avê de bin, av diçe nava sellûlê û bi zêdebûna ava nava sellûlê, dîwara sellûla xwûnê didire.

Lê eger ew di nava av û xweyê de be, av ji glûbûlê diçe derdora sellûla xwînê û dibe sedema çilmisîna glûbûlan. Lewma jî di derzîlêxistina nava damaran de gerek ji mehlûlên isotonic ku pestoya osmozîka wan û pestoya osmozîka xwînê wekhev in, istifade bibe.

Π: Pestoya Osmozê bi atmosfer

M: Molarîte

R: neguhera cîhaniya gazan (0.0821 Lit.atm/mol˚K)

T: dereceya germahî bi Kelvînê

M = n/V n: hejmara molan û v: hecm e

 Π = i MRT     πV = nRT

Pêwendiya Elektronê: Electron affinity biguhêre

Pêwendiya Elektronê: Electron affinity

Di kîmiya û fîzîka atomîk de, pêwendiya elektroniya atom yan mûlûkûlekê dibe enerjiya ku di dema zêdebûna elektronek bi atom yan mûlûkûleke notral de, jê çêdibe û dibe sedem ku di forma gaziya wê de yoneke menfî pêkwere.


X + e− → X− + energy

Tiwêner: Solvent biguhêre

Tiwêner: Solvent

Tiwêner, maddeyeke ku hin liquid, solid û gazên kîmyewî tê de dihelin yan jî hel dibin û bi vê yekê mehlûlek pêktê. Tiwêner bi gîştî, liquid e lê dikare solid yan gaz jî be.

Zêdetirîn qasê maddeya ku dikare di hecmeke taybet ya tiwênerê de hel bibe girêdayî guhertina dereceya germahiyê ye.

Navên hin Tiwêneran:

Ethanol, Methyl Acetate, Aceton, Hexane, Toluene, Tetrachloroethylene.........

Wizeya Helmholtz::Enerjiya Helmholtz: Helmholtz energy biguhêre

Wizeya Helmholtz::Enerjiya Helmholtz: Helmholtz energy

Di termodînamîkê de, enerjiya azad a Helmholtzê, potansiyeleke termodînamîkê ye ku karê bikêr û kêrhatiya ku mirov dikare ji sîstemeke termodînamîkî ya girtî ve di dereceya germahiya neguher de, bidest bixe, dipîve.

A is the Helmholtz free energy (SI: joules, CGS: ergs), Enerjiya azada Helmholtzê

• U is the internal energy of the system (SI: joules, CGS: ergs), Enerjiya hundurîna sîstemê

• T is the absolute temperature (kelvins), Dereceya germahiya rût, xwerû yan mutleq

• S is the entropy (SI: joules per kelvin, CGS: ergs per kelvin). Antropî