Ev nivîsên jêrî, yên kêrhatî ne ji bo min. Gava peydakirina wan lazim bû bi alîkariya lîsta jêrîn ez ê karibim peyda bikim.

Gotûbêja li ser sernavê gotarê biguhêre

Li gotûbêja jêr, min fikrê xwe yê li ser navê kesan ji bo sernava gotarê nivîsiye.

"Li ser Wîkîpediya îngilîzî ji bo diyarkirina navên gotaran 5 krîterên esasî hatine hejmartin: Nasînbarî, tebîîtî, birêkûpêkî, kurtîtî û lihevhatîtî.

Nasbarî - Sernav navek an ravekirina mijarê ye ku kesek pê nas dike, her çend ne hewce be pispor be jî, qada mijarê dê nas bike.

Tebîîtî - Sernav ew yek e ku îhtîmal e wê xwîner lê binêrin an lê bigerin û tebîî ye ku edîtor dê wê bikar bînin da ku gotarê bi gotarên din ve girê bidin. Sernaveke wisa, bi piranî bi giştî neql dike ku mijar bi zimanê kurdî çawa tê vegotin.

Rastî, temamî, birêkûpêkî - Sernav mijara gotarê bi eşkereyî destnîşan dike û ji mijarên din cuda dike.

Kurtîtî û kinîtî - Ji bo destnîşankirina mijara gotarê û cudakirina wê ji mijarên din e, sernav ne dirêjtir e.

Lihevhatîtî - Sernav bi şêwaza sernavên gotarên wekî xwe re hevaheng e, le hev tê.

Li gor van krîteran divê navê ku zêdetir tê nasîn (di çavkaniyên serbixwe yên pêbawer ên bi zimanê kurdî) wek sernav were diyarkirin. Navên fermî nayên esasgirtin ji bo diyarkirina sernavên gotaran."

Bnr. Gotûbêj:Berivan İçen, Gotûbêj:Dîlan Xoşnaw.

Agahiyên li ser mafên telîfê biguhêre