Bikarhêner:Astragallus/ceribandin
Kratera Chicxulub di binê Nîvgirava Yutacan'ê li Mexico de kratereke meteorîtê ye[1]. Navenda kraterê li nêzî bajarê Chicxulub e, ku navê xwe jê girtiye. Ew 66 mîlyon sal berê hinekî zêdetir çêbû dema ku asteroîdek mezin, bi pîvana dora deh kîlometran (şeş mîl) li erdê ket. Krater di dawiya salên 1970'an de ji hêla jeofîzîknas Antonio Camargo û Glen Penfield, ku li Yucatán li petrolê digeriyan, hat vedîtin.