Bikarhêner:Agirî Soran/ceribandin

Agirî Soran, Rojnamevan, Nexşesaz ( Grafikdesigner), .çalekvanekî çand, huner û medyayê ye. Salên dirêj kar û projeyên çandî, hunerî û rojnamevanî ava kirine û birêve birine.

Sala 1993 yê Malpera gelavej ava kirîye û hetanî sala 2010 ê di vê malperê de gelek babetên cûda, nuçeyên rojane hatine weşandin.

Sala 2010 ê navê malper wekî malpera rewanbej.com hate guhertin û karên çandî, hunerî, wêjeyî û rojnamevanî li ser vê malperê hatrine meşandin. bi dehan Nivîskarên Kurd di van malperan de gotar û nivîsên cûrbecûr weşandine.

Di Sala 2011 ê de Applikation an ku pêkhata yekem a Kurdî, di heman demê de Radyoya kurdî Kurd FM saz kir û ev bernameya yekem ya Kurdî girte nava pergala IOS û Androitê de. Radyoya KurdFM, radyoya torê di demeke kin de gehişte sedhezaran kes û hate bikaranîn.

Agirî Soran di navbera salên 2009 hetanî 2012 an de her sal, li pêşangeha Pirtukan a Frankfurtê de, ji bo danasîna pirtûk, wêje û nivîskarên Kurd cih girt û gelek nivîskarên Kurd vexwendine pêşangehê û ew dane nasîn.

Sala 2013 ê bi Edîtorîya Helîm Yusiv ve nêzîkî salekê her meh Kovara DÎWAR da weşandin. Kovara DÎWAR ji bo hemî deverên Kurdistanê û cîhanê dihate hinartin.

Piştî sala 2020 an de Agirî Soran kanala Youtubê ya bi navê KurtîTV vekir û bi dehan vîdeo di vê kanalê de hatine weşandin.

Agirî Soran derveyî van karan textên ji bo sitranan nivîsandine, gelek gotar, çîrok, helbet û nivîsên lêkolînê di torbendên civakî û malperan de weşandin.