Betaniyên Sêrtê
Tu bi ku dera dinyayê ve herî dema tu bêjî Sêrt, berî her tiştî bi ‘Betaniyên Sêrtê’ Sêrt tê naskirin. Betaniyên Sêrtê bi nav û dengê xwe li her derê dinyayê hatine gerandin. Li ku derê goşek şerqî hebe miheqeq di nav de goşeyek ji betaniyên Sêrtê re jî heye. Bi wan biskên xwe yên par parî Betanî hatiye daliqandin bi dîwarekî ve. Lê di rastiya xwe de betaniyên Sêrtê ne yên daliqandinê bi tenê ne. Ji ber ku taybetiyên van betaniyan zehf in û bi gelek awayî tên emilandin.
Betaniyên Sêrtê ji mûyê (Kej) pezê çûr tê çêkirin. Taybetiya vî pezê çûr û pezê reş ê Sêrtê jî ew e ku li kontarên çiyayên bilind tê xwedî kirin. Pezê ku li çiyayên bilind ên derdora Sêrtê tên xwedî kirin zêde ne tavê û ne jî sermê dibînin. Ji ber hewayê vê herêmê hewayeke hênik e, ne seqem e, pezê ku li ber vê hênikahî û tirojên tava nerm tê xwedî kirin pirça wan jî bi taybet dibe ev yek jî dihêle ku betaniyên ji vê kejê çêdibin, zivistanan germ û havînan mirov hênik digrin. Ji ber wî qasî ye ku ne ew pezê çûr li her derî hene û ne jî ew hewaya ne zêde germ û ne zêde sar û emrê wê gelek dirêj, bi qasî sedîn salan. Betaniyên Sêrtê taybetmendiya wan a herî mezin ew e ku berî sedin sala yarmendî ji mirovên vî welatî re kiriye. Berî ku betaniyên nermik û elyafî derkevin betaniyên Sêrtê xelkê germ dikirin. Li gor hostayên ku van betaniyan çêdikin, wekî her karî hostayî û şagirtîtî di vî karî de jî heye. Yanî her betanîçêkerek bi xwe re sirekî vedişêre û zû zû nîşanî şagirtê xwe nake. Li gor gotinan ev sin’et ji dema Keldan an maye û ev desbikêrî dest xetê wan bûye. Lê vêga halê hazir li Sêrtê ev kar di destê nişteciyên bajêr, destê Ereb ên bajêr de ye. Yanî ev ev destxet ji Keldan an derbasî Ereb an bûye. Heta van salên dawî Ereb ên hosta tu carî nedihiştin ku Kurdên nişteciyên Sêrtê jî hînî vî karî bibin û ev sin’et derbasî Kurda bibe. Tişteke gelek balkêş e. Ku di gelek civatên dinyayê de ev hawayên parastina destxetan heye. Wekî Suryan an ku li ser keviran neqaşiyê dikin, Ermen zêrker in û hwd… li Sêrtê jî wisa ye, destbikêriya çêkirina Betaniyên Sêrtê jî di destê Ereb an da ye. Hostayên ku li ser çêkirina betaniyan agahdarî dayî min go ku; ew bixwe, di Sêrtê de bi tenê Hostayeke Kurd e ku betaniyan çêdike. Û ji xwe çîroka wî jî gelek balkêş bû. Hosta bixwe, Kurd e, li gundekî ku piraniya wan Ereb in dibe û mezin dibe, li wî gundî heta demeke dirêj dimîne û xwe wekî Ereb an dihesibîne, paşê ku tê Sêrtê li ber destê hostayek Ereb dibe şagirt û ji ber ku bi erebî zane ev yek dihêle ku hostayê wî dihêle bigihêje merheleya hostatiyê û paşê jî jixwe ji xwe re atolyekê vedike û niha ew û kurê xwe di atolyê de dixebitin.
Li gor gotinên hosta çîroka çêkirina Betaniyan gelek dûve dirêj e. Berî her tiştî ji bo betaniyeke Sêrtê ya xas were çêkirin divê keja pezê çûr bê peyda kirin. Ev pez jî zêdetir li aliyê çiyayên Şêrwa(Kufra)yê, li zozanên çiyayên di navbera herêma Serhedê û Xerzan de tên xwedî kirin. Ji bo betaniya baş, keja bezê salane be hîn çêtir e. Kej tê qûsandin û paşê tê şûştin. Pîştî şûştinê li ser şehên mein tê şehkirin, dikin lalûvk ji bo ristinê. Keja lalûvkan dirêsi, dikin peng. Paşê van peng an li ser dolabê dikin avde û pê li ser dezgeh dihonin. Piştî honandinê dibe cacîm. Vê cacîma ji kejê dibin malan û êdî kar dikeve ser milê jinan. Jin van cacîma li mal dişon, hildiweşînin û ji şehkirinê re amade dikin. Gava av li kejê dikeve kej xwe ji hev berdide û cara ewil şeh dikin ji bo pirça kejê jê bidin der û paşê jî wê pirçê dixin qalibên şeh û şikil didinê. Zêdetir şiklê qalibê beqlewê, şiklê kezî û hwd. didinê. Piştî şehkirin jî xilas êdî ew cacîm dibe betanî. Zêtir van betaniyan ji bo meyzer(secade), betaniyên bi xwe dakirinê, betaniyên ji bo ser textên razanê, betaniyên xemlê malan, turikê milan, kurkên ji bo li xwe kirinê û van demên dawî de zêdetir ji bo nav û logoyên şirket û fîrmayan tên ristin û çêkirin. Lê van demanên dawî, ji ber sedema ku mirov mecbûr man dev koçeriyê berdan ev taybetmendiya keja bezê çûrê vê herê mê jî nema û niha li gor agahdariyan dibên ku êdî ev kej ji welatê Enedoliyê tê û taybetmendiya Betaniyên Sêrtê bi tenê di dîtina betaniyê de maye. Lê betaniyên Sêrtê havîn û zivistanan êdî mirov bi tenê germ dike.
Çavkanî
biguhêre- Malpera dengê botan