Besta Sos

(Ji Besta Sûs hat beralîkirin)

Besta Sos an Besta Sûs an jî Besta Sîs, gundekî navçeya Dêrika Hemkoyê ye Gundek ji gundên Rojavayê Kurdistanê ye, dikeve başûr rojhilatê Bajarê Dêrikê, ji derdora 100 malan pêk tê û hemî koçerin, li rojhilat Gundê Himzebegê ye û li rojava Gundê tepkê û li başûr Gundê siwêdiyê û bakurê wê jî Çiyayê Qereçox. Di gund de dibistaneke seretayî û mizgevtek heye, û jiyana piraniya şêniyên gund li ser çandinî û xwedîkirina lawirane, li derdora gund gelek bîrên petrolê hene, û zeviyên gundiyan li pêşiya gundin, Gundê Besta sûs girêdayî rêveberiya xwesere, 21 Şehîdên tevgera azadiyê di gund de hene.