Berkêş

ji firaqa ku devedorê wê ne ewçend stûr û giloverikî re dibêjin

Berkêş, sênî, mersef, lapir, mejmexe ji firaqa ku devedorê wê ne ewçend stûr û giloverikî re dibêjin. Li ser xwarin tê xwarin, ango wekî destexaneyê (sifre) tê bikaranîn. Herwiha bo servîskirina kafê (qehwe), çay û cureyên vexwarinan jî kêrbar e.

Berê li Kurdistanê bazareke xwerû bo berkêşan hebû. Sêniyên ji sifirê hebûn ku gelek mezin bûn. En sêni nexşandî bûn. Berkêşa kê mezin û xemilxweş ba, bi viya pesnê xwe dida. Di malên dewlemendan de berkêşên zîvî hebûn. Li ser hinekan bi tîpên erebî nivîsên olî hebûn.

Berkêş ji bo gelek armancên din jî tên bikaranîn.

Cureyên berkêşan biguhêre