Berîberî, nexweşiyeke ji zêdekêmbûna Thiamin (Vîtamîn B1) pêk tê.

Dîroka vê nexweşiyê pirr kevn e. Ji vir 4.600 sal berê li Çînê ev nexweşî dihate zanîn. Di sala 1630'î de Jacobus Bonitus behsa nexweşiyekê li girava Java dike û sîmptomên wê wekî cirifandina hestiyan şîrove dike ku ev Berîberî ye. Ji xwe Bonitus jî vê nexweşiyê bi navê gelê giravê binavdike.

Nexweşî li parzemîna Ewropayê kêm e û ew jî li kesên alkolîk peyda dibin.

Du cureyên berîberiyê hene biguhêre

  • Berîberiya hişkane: Nexweş kêmasiya thiaminê êdî nikare bi hêsanî derbibe lewra bêmade ye
  • Berîberiya nermane: Nexweşî bandora xwe li dil - demar daye û di lêdana dil de guhertin pêk aniye. Heger terapî baş pêşde neçe dil mezin dike û paşê jî dixe kêmasiyê hwd

Di sala 2003 de li Îsraelê nexweşî bi pitokên nûjidayîkbûn re hate tesbîtkirin. Li cem pitokan bixetere ye dikare bandoreke neyînî li dil - demar bide.

Di terapiyê de dayîna thiaminê bingeh e. Bijîşk herwekî lêdigerin ku bandorên neyînî kêm an tune bikin.