Famîleya begonyayan

(Ji Begoniaceae hat beralîkirin)

Famîleya begonyayan, famîleya pelvajiyan (Begoniaceae) navê malbateke riwekan e, di desteya kundiriyan (kundirkî) (Cucurbitales) de cih digire. Tenê cinsekê vê malbatê ku 1400 heya 1500 endamê wê hene Hillebrandia sandwicensis aîdê cinsê begonyayê nînê. Pirraniya endamên vê famîleyê ji yek cinsekê (cinsa Begonyayê) ne. Hin celebên begonyayê tên xwarin.

Begonyaya gupikî (Begonia × tuberhybrida)

Kulîlka begonya bo baxçevaniyê tê çandin. Li Kurdistanê jî tê dîtin lê ev famîle ji avhewaya tropîkal hez dike. Li başûrê parzemîna Amerîkayê cihwar e. Famîleya Begoniaceae sala 1820'ê ji aliyê Friedrich Graf von Berchtold û Jan Svatopluk Preslem bi navê Begoniae hatiye tomarkirin. Sala 1824'ê jî Carl Adolph Agardh navê Begoniaceae lê kiriye. Agardh di Aphorismi Botanici de hejmara endamên vê famîleyê 200 daye.

Bi qasî 1400 endamên vê famîleyê di 63 heya 66 koman de tên rêzkirin. Hillebrandia Oliv. cinsekê monotîpîk e.