Bûş, navê xwarineke bigoşt ê pêjgeha kurd e. Navê xwe ji devbikenî, rûkeniyê (bûşişin) digire. Li herêma Tolhildanê, bi taybetî li Dîlokê bi navê bûş nav daye. Peyva bûş ji kurtkirina bûşişinê ye.

Înstîtuya patentê ya Romê (Tirkiye) wekî tevahiya xwarekên kurdî ev jî bi navê orman turk aşi patent kiriye. Heger kurd xwarinên xwe bi kurdî bikarbînin, dikarin qedexe bikin, dozê vebikin. Lewra patent di bin parastina zagonan de ne.

Berkeliya (melzemeyê) bûşê biguhêre

  • 2 SA (stekana-qedeha avê) mastê parzûnkirî
  • 1 SA nok
  • 1/2 kg goştê bihestî yê mihê
  • 1 hêk
  • 5 SA av
  • 1 KŞ (kevçiyê şîraniyê) xwê (solin)

Bo ser wê;

  • 1 KX (kevçiyê xwarinê) rûnê malê
  • 1 KX pûjan, îsota tûj an bi kêfa xwe biharbêhneke din

Çêkirin biguhêre

Nokê ji êvar de bikin nava avê. Sibeyê, goşt pakij bişon, bi tevî nokê bidin ser agir. Keliya, kefa wê bigirin, derxûnê bigirin, heya nok nermijî bû bikelînin. Kelandina goştê jî bidawî bû, 5 deqe beriya ji ser agir bigirin, xwê pê werbikin.

Hêkê biçelpînin nava mast, hinek ji ava xwarinê berdin nav û tevbidin. Viya berdin nava xwarinê. Kelekî pê bînin û bo servîsê li binikan belavbikin.

Di nava rûn de biharbêhnê (biharat) sor bikin, berdin ser binikên xwarinê.