Bîrkan di mejiyê mirov da wekî xêvjimêran (komputeran) di nava hin prînsîban da dixebite. Bîrkan fonksiyonên bîranînê idarê dike.

Du şaxên bîrkanê hene: Bîrkana demkurt û bîrkana demdirêj. Tiştên ku nû digihîjin bîrkanê berê di radeya bîrkana demkurt de tê parastin û heger ceribandin, girîngî û hilbijartina mejî ji bo vê tişta nû tunebe ew tê jibîrkirin. Berevajî wê heger hebe digihîje radeya bîrkana demdirêj, li wir tê parastin.