Azbîr

Gundekî Çirmika Meletiyê

Azbîr (bi tirkî: Kırlangıç) gundekî bi ser Çirmika Meletiyê ve ye û li Bakurê Kurdistanê ye.

27 km li rojavayê Çirmikê dikeve. Navê gund berê dikin Cevizpinari (wargeha gûzan) , paşê karmendên dewletê ji Enqereyê re nameyek dişînin, dibêjin "Ev nav hîç nabe wê bi me bikenin. Li herêmê çivîkên reşêlek gelek hene, werin em navê wê bi tirkî bikin Kirlangic". Aborî li ser xwedîkirina ajalan, firotina kedê li bajarên mezin û çandiniyê ye.