Aydin Dere (bi tirkî: Aydın Dere) rojnamevanekî kurd e.

Aydin Dere
Jidayikbûn1961 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Aydin Dere di sala 1961 an da li bakurê Kurdistanê li navçeya Gimgima Mûşê hatiye dinê. Piştî xwendina xwe ya bingehîn di sala 1984an de diçe jiyana xwe li Swîsreyê berdewam dike. Di destpêka salên 90-î de, bi avabûna çapemeniya têkoşîna doza kurdan re, ew dest bi rojnamevaniyê dike. Di rojnameyên Yeni Ülke, Gündem, Özgür Politika û hin kovarên din de nûçe, gotar, lêkolîn û şiroveyên wî cîh digirin[çavkanî hewce ye]. Herwiha çapemaniya Swîsreyê re jî dem bi dem cîh dide nivîs û şiroveyên wî. Heta niha pirtûkeke wî ya helbestan a bi tirkî û bi navê Ağlayan Toprak ("Xaka girî") derketiye[çavkanî hewce ye].

Ji ber nivîsên wî yên ceribandinê du caran hêjayê xelata wêje ya Hisên Çelebî hat dîtin[çavkanî hewce ye].

Niha karên xwe yên rojnamevanî û nivîskariyê berdewam dike. Şirove û gotarên wî yên wêjeyî "Özgür Politika" û di malperên Amîda Kurd û Kurdistan Postê de tên weşandin.

Çavkanî biguhêre