Axtamar
Axtamar yek ji giravên herî mezin ên li Gola Wanê ye.
Axtamar | |
Dîmenek ji girava Axtamarê
| |
Kargêrî | |
Dûgel | Tirkiye |
---|---|
Parêzgeh | Wan |
Navçe | Westan |
Erdnîgarî | |
Cih | Gola Wanê |
Koordînat | 38°20′28″Bk 43°2′9″Rh / 38.34111°Bk 43.03583°Rh |
Rûerd | 0,7 km2 |
Dirêjahî | 0,7 km |
Firehî | 0,6 km |
Cihê herî bilind | 1.912 m |
Nexşeya cihan Tirkiye
|
Girav ji sala 908an heya 1021an wek palatîneke (?) kesrayên (?) ermenî yên Vaspurakanê ji xanedanê Artsrûnîyan dihat bikaranîn. Herwiha, katolîkosê Dvînê jî, ji salên 920/931an heta 950/992an li wir dima [1][2], herwiha katolîkosên (?) ermenî ji sala 1116an heta 1895an Axtamarê wek navend bikaranîbûn.
Axtamar bi xwe ji boy demeke dirêj navenda çandî ya ermeniyên Anatoliyayê bû.[3]
BicihbûnBiguherîne
Li vê giravê dêreke Ermeniyan a dîrokî heye. 45 km li başûrê rojavayê bajarê Wanê dikeve. Cihekê tûrîstîk e. Seferên keştiyan bo tûrîstan hene. Meriv bi ferîbotê digihêje giravê û girav yek ji cihên tûrîstîk ên Wanê binavûdeng e.
Biguherîne
Navê wê yî berê ji aliyê dewleta Tirk ve hatiye qedexekirin û navê Akdamar pêvekirine. Tê gotin ku navê keca kesrayeke ermenî lê hatiye kirin.
Biguherîne
Navê Axtamarê tê gotin ji efsaneyeka Ermenî tê. Bi navê Tamara keçikeka ciwan a panêrê (dêrnêr) yan keşeyê dêrê hebûye. Xortekê dilê xwe dikeve vê keçikê lê bavê wê dilsar e. Bi êvaran dizîka avjeniyê dike û tê dîtina hezkiriya xwe. Tamara li perekê giravê bi çirayê li hêviya wî dima. Bavê wê bi vê yekê dihese û dafikek datîne. Di şeveke bahozî de xort tê dîtina Tamarayê û xwe li benda agirê çirayê datîne. Lê nizane ka çira di destê bavê Tamarayê de ye û li dora giravê digere. Her gava çira cihê xwe diguhere, xort jî berê xwe diguherîne. Ev yeka han heya ciwan dixeniqe didome. Gotina ciwan a dawî "Axxx Tamara!" bûye. Li ser wê Tamara jehrê vedixwe û dimire. Bavê gelek poşman dibe lê êdî dereng e. Navê giravê her û her Axtamara dimîne.
Herwekî "axtamar" peyveke Kurdî ye jî. Axtamar tê wateya cihê ku axa wê tamarî ye. Bingeha navê Axtamara na lê bermayiyên giravê girîng e. Mixabin dewleta Tirk xwedî li Axtamarayê dernakeve. Ji aliyê leşkeran ve bi sedan fîşek li dêra dîrokî hatiye weşandin, ji ber ku dêr a Ermeniyan e. Dîsa komeke kes li giravê dijîn ku tê payîn ew ziyanê didin bermahiyan.
Wêneyên ji AxtamarêBiguherîne
ÇavkanîBiguherîne
- ↑ Alfred Renz: Land um den Ararat. Osttürkei – Armenien, Prestel, München 1983, S. 271 f.
- ↑ Gérard Dédéyan (éd.): Histoire du peuple arménien Editions privat, Toulouse 2007 ISBN 978-2-7089-6874-5 S. 931 f.
- ↑ Robert H. Hewsen: Armenia. A Historical Atlas, The University of Chicago Press, Chicago und London 2001, p. 208
PirtûkBiguherîne
- Sirarpie Der-Nersessian: Aght'amar: Church of the Holy Cross. Harvard University Press, Cambridge 1965
- Stepan Mnatsakanian: Aghtamar. English translation K.H. Maksoudian, Editions Erebouni, Los Angeles, 1986
- Susanne Partsch: Kunst-Epochen, Band I, Frühchristliche und byzantinische Kunst. Reclams Universal-Bibliothek Nr. 18168, Stuttgart 2004, ISBN 3-15-018168-2, Seite 146 ff.
- Josef Strzygowski: Die Baukunst der Armenier und Europa, I, II, Wien 1918.
- Herman Vahramian: Achtamar. Oemme edizioni, Milano, 1988
Girêdanên derveBiguherîne
- Aght'amar: The Church of the Holy Cross (Virtual Ani)
- Western Armenia: Die Kirche Surb Hatsch (vom Heiligen Kreuz) auf der Insel Aghtamar Girêdana arşîvê 6 kanûna paşîn 2009 li ser Wayback Machine (WesternArmenia.net)
- Aghtamar Church of the Holy Cross Girêdana arşîvê 15 kanûna pêşîn 2005 li ser Wayback Machine (California State University – Armenian Studies Program)
- Bilder von Akdamar Girêdana arşîvê 28 tebax 2008 li ser Wayback Machine
- Zustand nach der Restaurierung Girêdana arşîvê 27 îlon 2007 li ser Wayback Machine