Avhewa an jî Avûhewa, nîvekiya bûyerên meteorolojîk ên wekî germahî, xenam (nem), pestoya mehwayî (pestoya atmosferîk), ba, şilî ye ku li cihekî bi salan tê çavdêrîkirin. Avhewa ji rewşa hewayê cuda ye. Hewa di nava hefteyek de diguhere belam avhewa bi salan nayê guhertin.

Map of world dividing climate zones, largely influenced by latitude. The zones, going from the equator upward (and downward) are Tropical, Dry, Moderate, Continental and Polar. There are subzones within these zones.
Senifandina Avhewayê ya Cîhanê

Hêlîpan, cih û bilindayî avhewaya cihekî karin biguherînin. Okyanûs û qadên ava mezin jî di nîşankirina avhewaya cihekî de roleke girîng digire. Avhewa bi giştî li gorî germahî û şiliyê tên senifandin. Senifandina herî pir tê bikaranîn, senifandina avhewayê ya Köppen e ku cara yekem ji aliyê Wladimir Köppen ve hatiye çêkirin.

Avhewa piştî demeke dirêj karin biguherin. Îstatîstîkên îroyîn didin xuyakirin ku di van salên dawî de cîhan ji berê germtir bûye. Bi vî awayî jî avhewa diguherin. Sedema vê guhertina germahiyê jî li gorî naseran germbûna kadî (global warming) e.

Ji avhewaya herêmekê re navên wekî hênkayî, dihm, sar, ziwa, tundra, tropîkal, ekvatoral, savan û hwd tê dayîn.

  • Di avhewayên hênkayî de çar demsal hene. Piraniya welatên Ewropayê xwediyê avhewaya Hênkayî ne.
  • Avhewayên dihm ji avhewayên germ in. Di vê cureya avhewayê de bi giştî yek an jî du demsal hene. Erebistana Siyûdî û piraniya welatên Afrîkayê di bin bandora vê avhewayê de ne.
  • Avhewayên tropîkal xwediyê germahiyeke şîregerm in û bi giştî du demsalên wan hene. Daristana baranê ya Amazonê xwediyê vê avhewayê ye. 

Çavkanî

biguhêre