Avarîn

ango Efrîn yek ji ciwantirîn herêmên Kurdistanê ye

Avarîn, ango Efrîn yek ji ciwantirîn herêmên Kurdistanê ye, bi taybetî jî rojavayê Kurdistanê. Herêmeke çiyayî ya bi dar ber û çem û avên xwe dewlemende, herêmeke xweş û dîrokî ye. Efrîn li aliyê herî dawîn ê rojavayê Kurdistanê dikevê, li gelek deran bi navê Çiyayê Kurmancan tê naskirin.

Efrîn
Afrin
Kargêrî
Welat Kurdistan
Dûgel Sûrî
Parêzgeh Heleb (parêzgeh)
Erdnîgarî
Koordînat Koordînat: Missing latitude
Nexşe

Nav biguhêre

Efrîn, ango Avarîn, li hin deveran bi navê Çiyayê Kurmênc tê naskirin, berê Tirkan jê re digotin (Kürd-dağ), ereban jî jê re digotin (Jebel El Ekrad) ango çiyayê kurdan. Navê niha jî bi fermî Efrîn e. Navê Efrîn hin ji aliyê Kurdan û him jî ereban ve tê bikaranîn. Li gorî hin dîrokzanan navê Avarîn, peyveke kevnar a Kurdî ye û tê wateya “cihê bi av” ango “qirş û qalên li ser avê kom dibin”. Navê Efrîn hin caran wek Erfîn jî tê bilêvkirin. Efrîn him navê bajarê navendî yê heremê ye û him jî navê heremê bi xwe ye.

Dîroka Efrînê biguhêre

Herema efrînê pir kevnare. Dîroka Efrînê vedigerê dema Hurî û Mîtaniyan, her wiha jî gelek bermayiyên dîrokî yên şaristaniyên kevn tê de hene, ev jî tê wateya ku gelek şaristaniyan li ser vê heremê demên cuda cuda de destlatdarî kirine. Şerefxanê Bîtlîsî di pirtûka xwe “Şerefname” de behsa mîrekî bi navê Mand dikê. Mand, mîrê herêma Entakiya bû ye, wê demê herêma Kîlis û di nav de Efrîn jî girêdayî Etnakiya bûne. Jixwe heta destpêka sedsala 20’an jî, Efrîn bi herêma Kilîsê ve girêdayî bû. di dema mîrtiya Mand de, ev mîrneşîna Entakiya ango mîrneşîna Kilîsê pir berfereh bibû, gelek bajarên Suriyê û Tirkiyê di nav xwe de girtibû, wek bajarê Hema, Îzaz û heta Maraş û Derya Spî. Mîrneşîna Mand li hemberî Seferê Xaçperestan şer kiriye û arîkarî daye têkoşîna Eyûbiyan. Di destpêka salên 1600’an de, desthilatdariya mîrneşîna Mand ya Kilîsê derbasî malbata Canpolatî bûye. Mîr Huseyn Canpolat fermana Osmaniyan redkiriye û arîkariya wan di şerê li hemberî Sefewiyên Îranê nekiriye, li ser vê yekê ew ji aliyê Osmaniyan ve hatiye kûştin. Piştî wî Mîr Elî Canpolat bûye mîrê mîrneşîniya Kilîsê ya Canpolatiyan û paytexta xwe jî veguheztiye bajarê Helebê. Li hemû bajarên Suriyê û Lubnanê xistiye bin destlatiya xwe û serxwebûna xwe îlan kiriye. Lê piştî demekê Osmaniyan şer bire ser vê mîrneşîna Kurdan û dawî lê anî. Heta roja îro jî, malbata Canpolatiyan li Lubnanê di nava gelê Durzî de pir bi bandorin.

Heta berî şerê cîhanê yê yekem herêma Efrînê ji aliyê navenda Kilisê ve dihate birêvebirin, lê piştî hilweşîna dewleta Osmaniyan û avabûna Suriyê, herêma Efrîn ji navenda xwe qut bû û bi ser dewleta Ereb ya Suriyê ve hate berdan. Wisa jî qedera herêma Efrînê, wek a Kobanî û Cezîrê bi perçebûnê ve rû be rû ma û bû beşek ji rojavayê Kurdistanê yê ku ji dayîka mezin, bakurê Kurdistanê hatiye qutkirin. Wisa jî, dîrokek nû ji bo Efrînê destpêkir. Dîrokek ji polîtîkayên Erebkirinê, înkarkirinê û car car serhildan û têkoşînê.

Xaknîgariya herêmê biguhêre

Efrîn li dawiya rojevayê Kurdistanê, li rojhilatê Îskenderûnê û derya Spî dikevê. Xeta tirêna Meydan Ekbes û Kilisê Sînorên wê yên bakur, û ji aliyê Rojava jî, Çemê Reş (Nehr el Eswed) e, ji aliyê Rojhilat jî, deşta Îzazê û ji aliyê başur ve jî, herêma çiyayê Sam’anê ye. Efrîn herêmeke çiyayî ye, bilindahiya çiyayên wê di navbera 700/m û 1269/m de ye. Çiyayê herî bilind li Efrînê ew çiyayê Hawarê ye(1200/ m) ye. Her wiha jî çiyayê Lêlûn û Xastiyan jî heye. Li rex çiyayên bilind hin deştên fereh jî hene, wek deşta Cumê û deşta Hemqê. Di herêma Efrînê de çemê herî bi nav û bang çemê Efrînê ye. Ev çem ji bakurê Kurdistanê dertê û di Efrînê re dîsa derbasî axa Tirkiyê dibê û li Îskenderunê dirjê Derya Spî. Ferhbûna herêma Efrînê ji rojhilat heya rojava 55 klm û ji bakur heya başur jî 75 klm. Wisa jî ferehbûna giştî nêzî 3850 klm 2. yanî 2% ji giştî ferehiya Suriyê û 0,7 % ji ferehiya Kurdistanê.

Navçe û rêbebirî biguhêre

Me got ku berê herema Efrînê bi Kilîsê ve girêdayî bû, piştî avabûna Suriyê ev yek hat guhertin û navenda herêmê derbasî gundê herême (gundê mabata) bû û piştî avabûna bajarê Efrînê, ev bajar bû navenda herêmê. Herêm bi giştî jî, bi Wilayeta Helebê ve girêdayî ye. Navenda herema Efrînê 63 klm ji bajarê helebê dûr e. Berê 3’ê navçeyên herêma Efrînê yên rêvebiriyê hebûn, pişt re 3’navçeyên din jî lê zêde bûn û niha navçeyên Efrînê şeş in (Cindirês, Bilbil, Reco, Mabetan, Şeran û Şiyê) tev navend e. Li Efrînê 360 gund hene û bi giştî li gorî serjmarên fermî yên dewletê (sala 2001) hêjmara nişteciyên herema Efrînê 417.254 mirov dijîn, ji wan 80000 mirov li navenda bajêr dijîn. Bi piraniya nişteciyên Efrînê Kurdin. Hêjmareke pir kêm ji Ereban jî tê de dijîn. Rêvebirya herî bilind a herêmê di destê (Mudîr El Mantîqa) ango mudurê herêmê ku bi xwe jî fermandarê polîsan e, arîkarên wî jî, (mudîr El Nahiya) ango mudurê navçeyê ne, ew jî hemû polîsin. Di her gundekî de jî, muxtarek heye, ew yekser bi van polîsan ve girêdayî ye. Wisa jî diyare ku ev herêm bi rêya polîsan ve ji aliyê dewletê ve tê bi rêvebirin.

Êl û eşîrên Efrînê biguhêre

Di demên cuda cuda de, gelek êl û malbat û kesên Kurd ji dever û cihên Kurdistanê yên cuda cuda hatine li vê heremê bi cih bûne. Di demên niha de, êdî bandora êlîtiyê pir lewaz û heman nemaye. Li şûna êlîtiyê, efrînî bi malbatan xwe didin nasandin. Di nava efrînê de hin êlên pir kevnar li vê herême hene û hin êl jî, di demên dawîn de hatine vê herêmê. Êlên li efrînê evin:

  • Amkan (Amkî): Ji Bilbilê heya Reco û Şiyê belav dibin.
  • Biyan (Biyî): Bi taybetî li aliyê navçeya Bilbilê ne.
  • Şêxiyan (Şêxî): Li aliyê Bilbil, Reco û heya Çiyayê Xastiyan belav dibin.
  • Xastiyan (Xastî): Li Çiyayê Xastiyan dimînin (navçeya Mabetan).
  • Cûmiyan (Cûmî): Li Deşta Cûmê dimînin (navçeya Cindirêsê).
  • Şikakan (Şikakî): Li aliyê rojhilat dimînin (navçeya Şeran). Dibe ku ev êl, di demekê de, ji *Şikakên rojhilata Kurdistanê veqetiyabe û hatibe vê herêmê.
  • Robaran (Robarî): Li rojhilatê Çiyayê Lêlûn dimînin.
  • Şêrewan (Şêrewî): Li rojavayê Robaran, li Çiyayê Lêlûn û kuntarên wî de dimînin.
  • Heyştiyan (Heyştî): Li kuntara Çiyayê Xastiyan, li ber Deşta Cûmê dimînin.

Di aliyê olî de, piraniya Kurdên Efrînê misilmanin û li ser mezhebê henefî ne. Tê gotin ku berê hêjmarek mezin ji Kurdên Êzîdî li herêmê hebûne, lê ev hêjmar her çûye kêm bûye. Niha tenê çend gundên Kurdên Êzîdî li Efrînê mane. Hêjmara Kurdên Elewî jî pir kême. Kurdên Efrîn, bi zimanê Kurdî zaravayê Kurmancî diaxivin. Şêweyê axavtina wan wek a kurdên Maraşê ye. Li gundan hîn jiyaneke Kurdewarî ya folklorî heye, hîn jî, jin û mêr cilê Kurmancî li ber xwe dikin. Wek kom û şelwer û şar.

Aborî û çandinî biguhêre

Herêma Efrînê, deverek bi xêr û bêrên xwe yên ser erd û bin erd dewlemend e. Bi av, çem û kaniyan, bi dar û daristan û baxçeyan, bi seyrangeh û warên pîroz û kevnare, bi kargeh û samana xwezayî pir dewlemend e. Efrîn bi çandiniyê bi nab û deng e. Aboriya gelê Efrînê ji çandiniyê pêktê. Li rex çandiniyê, gelê Efrînê li bajarên mezin di karên cuda cuda de dixebitin. Bi tayebtî jî di karên drûngeh(terzî) avakirina xaniyan(înşaat) ... hwd. Lê dîsa jî, çandinî ji bona Efrînê di asta yekem de ye. Bi taybetî jî çandiniya darên Zeytûnê. Ji xwe dema li Kurdistanê, zeytûn tê gotin, yekser Efrîn tê bîra mirovan. Ax, xaknîgar û bahewayê herema Efrînê ji bona çandina dara zeytûnê guncawe. Zeytûn him wekxwe tê firotin û him jî, di kargehên taybet de jê zeytê dugvêşin û vê zeytê difroşin. Jixwe Sabunên Kurdî yên pir baş jî, ji van zeytûnan li Efrînê tên çêkirin û firotin. Li rex darên zeytûnê, gelek darên din jî hene wek: Henar, sêv, hilûk, kerez, çeftelî, mişmiş, hejîr, tû, hurmî, bihok giwîz û behîv. Li rex çandiniya daran, gelek çandiniyên demsalî jî hene, wek: genim, cehe, şûfan, garis, kuncî, bervero, nîsk, nok, colban, titûn, zebeş (şûtî), qawîn, şimam, firingî, becanên reş, pîvaz, sîr, kundir, xîyar, encûr, qernebî, îsot, tirp, bamî, fasûlî, lopik û hwd. Ev berhemên çandiniyê têre herêmê dikin û yên zêde jî, ji tevayî bajarên Suriyê yên din re tên firotin. Di aliyê ajal xwedîkirinê de, di asta têrkirina xwemalî de tê kirin. Li hin deveran mî, bizin, çêlek, mirîşk û mêşên hêngiv tên xwedîkirin. Lê xwedîkirina ajalan li vê herêmê evqasî ne pêşketiye û her roj bi paşve diçê. Hêjayî gotinê ye ku beşek ji aboriya herêmê ji karên seyrangehan (torîzîm) û xwaringehan tê. Hêjayî gotinê ye ku herema Efrînê di derbarê bazirganî û hesinkariyê de pêş neketiye.

Çand û huner biguhêre

Efrîn wek xwezaya xwe bi çand û hûner û folklora xwe dewlemend û rengîne. Çanda heremê pir nêzî heremên Maraş û Elbîstanê ye. Hîn li efrînê cil û bergên Kurdî li gundan tê dîtin. Di warê dîlan û govendan de, Efrîn gelekî dewlemende. Di warê klam û strangotinê de jî pir dengbêjên navdar yên vê herêmê, ku navê wan hatiye naskirin, hene; wek: Hemûş Korik, Ibramê Bêsnî (Îbramê Tirko), Cemîlê Kerê, Cemîl Horo, Omerê Cemlo, Evdê Şehrê, Hesnazî, Reşîdê Memcûcanê, Adîk Necar, Beytaz, Eliyê Kabê, Elî Tico û hwd. Helbet Cemîl Horo yek ji dengbêjên navdar di seranserê Kurdistanê de ye. Ji bilî van dengbêj û stranbêjên klasîk, gelek stranbêj û hunermendên ciwan jî di salên dawiyê de derketine pêş. Li rex stranbêj û dengbêjan, gelek helbestvan, nivîskar û wêjevanên heremî jî hene.

Bermayên dîrokî û warên pîroz biguhêre

Li herema Efrînê gelek ermayên dîrokî û cihên pîroz û cihên seyrangehên xwezayî hene. Jixwe xwezaya Efrînê bi ciwaniyên sirûştî gelekî dewlemende. Li rex çiyayên bilind, deştên fereh, çem û kaniyên avê, dar û daristanan gelek kelha û şkeftên dîrokî û ziyaretên pîroz jî hene. Li çiyayê Lêlûnê kelha Semanê(San Sîmon) ya dîrokî heye. Her wiha Kelha Horî (Sîrûs) heye. Li ser çemê Efrînê pira kevnar a dîrokî heye, ku ew jî nêzî kelha Horî ye. Her wiha jî gelek ziyaretên olî yên pîroz li heremê hene wek: Ziyareta Henên, Ziyareta Abdurehmên, Şêx-Berkat, Ziyareta Çêlxanê û her wisa jî Menan û Deyan. Li rex warên dîrokî û ziyaretên pîroz, gelek cihên torîzmê û seyrangeh û xweşikahiyên xwezayî hene wek: Lîlavên(şelale) Meydankê û yên Gumrekê, her wiha jî cihên wek Kefircenê û Basûtê ku bi dar û ber, bi av û xwezaya xwe pir xweş û balkêşin. Jixwe her kaniyeke li herema Efrînê bûye wek seyrangeh û cihê torîzmê. Bi giştî xwezaya Efrînê pir xweşe, di nava bajarên rojavayê Kurdistanê de xemla bajaran e.

Welatparêzî biguhêre

Gelê Efrînê bi welatparêziya xwe bi nav û bangin. Hîn di dîrokê de jî ev welatparêziya wan û ne pejrandina zul û zorê diyar dibê. Di dema xwe de mîrên Canpolatî li hemberî dewleta Osmaniyan rawestîne û şer kirine, her wiha jî berî wan Mand li Kilîsê li hemberî seferên Xaçperestan têkoşînkirine û axa xwe azad kirine. Di destpêka sedsala 20’an de şoreşa Murîdan li Efrînê bi nav û deng e. Gelek şoreşgerên ku li Suriê li dijî Firansa şer dikirin, pişta xwe didan çiyayên Efrînê, mînaka vê jî di şoreşa Şoreşgerê Kurd ê Surî Îbrahîm Hinano de diyar e. Her wiha jî, gelê Efrînê bi asanî polîtîkayên Erebkirinê li ser xwe nepejrandine û li hemberî destlatdarên ereb serî hildan e. Di nava Efrînê de nasê Salan pir bi heybet û nirx e. Salan gelek salan di çiyayên Efrînê de li hemberî leşkerên ereb serê xwe netewand. Gelek partiyên Kurd ên Suriyê xwe di nava gelê Efrînê de birêxistin kiribûn, bi taybetî jî partiyên bi ser başûrê Kurdistanê ve girêdayî. Di çarîka dawîn a sedsala 20’an de, bi derbasbûna PKK a rojavayê Kurdistanê re, di nava gelê Efrînê yê welatparêz de geşbûnek mezin xuyakir û himbêza xwe ji şoreşvanên Kurd re vekirin. Wek bajarên din ên Rojevayê Kurdistanê, Efrînê jî, bi sedan keç û lawên xwe kirin qurbana azadî û serfiraziya Kurdistanê. Bi sedan ciwanên Efrînê derketin serê çiyayên Kurdistanê, li Dêrsim, Botan, Serhed, Qendîl û Amedê li hemberî neyaran şer kirin, xwîna xwe rijandin. Heya niha jî, bi sedan ciwanên Kurd ên Efrînî li ser çiyayên Kurdistanê têkoşîna azadiyê didin.

Çavkanî biguhêre