Avşara Geliyê Elî Beg

Avşara Geliyê Elî Beg, yek ji avşarêt Başûrê Kurdistanê ye, devereka geştyarî ye û bi deh hezaran geştyar li Başûrê Kurdistanê û Iraqê serdana wê dikin, ji bo aboriya herêmê gelek bixêre. Geliyê Elî Beg 12 km dirêj e û dikeve nav bera çiyayê Korek û çiyayê Biradost li navçeya Soran ya parêzgeha Hewlêrê.

Panorama Avşara Geliyê Elî Beg
Map
Avşara Geliyê Elî Beg

Nav biguhêre

Dibêjin Mîr Elî Beg mîrê êzidiya, li sala 1892ê bi destora sultanê osmanya dihête binçavkirin, paş de diben bo Mûsilê li wê de efserekê osmaniya bi navê Omer Wehbî Paşa zoriyê li mîrî diken olê xwe biguherînin bibine misilman, lê mîr qebûl naket olê xwe biguhere û ji ber vê yekê Elî Beg di gel hevjîna wî Meyan Xatûn dibene bakûra Anadolê li wêrê dimîne, li sala 1913ê di dema vegeryanê bû warê bab û kalê xwe cedirmên dewleta osmanî li Geliyê Elî Beg kemînê bû mîrî didane û dikujin, li wî demî de navê Geliy boyê Geliyê Elî Beg[1][2].

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "Navê Geliyê Elî Beg". www.historyofkurd.com.
  2. ^ [1][girêdan daimî miriye] [2] [3]

Girêdanên derve biguhêre