Ashley Greene

lîstikvana amerîkî

Ashley Michele Greene (jdb. 21ê sibata 1987an) lîstikvan  û modeleke amerîkî ye. Ew ji bo rola xwe ya Alice Cullen di adaptasyonên fîlmî ya romanên Twilight ên Stephenie Meyer de tê nas kirin.

Ashley Greene
Jidayikbûn
Ashley Michele Greene

21ê sibata 1987an(1987-02-21) (37 salî)
PîşeLîstikvan , model
Salên çalak2005 - roja me
Hevjîn
(z. 2018)
Zarok1
biguhêreBelge

Jiyana berî biguhêre

Ashley Greene di 21ê sibata 1987an de, li Jacksonville, Florîda, ji du zarokên Michele ( bi navê keçiktiyê Tatum), ku ji bo pargîdaniyek bîmeyê dixebite, û Joe Greene Sr., serbazekî deryayî berê yê amerîkî ku niha xwediyê karsaziyek avakirina betonê ye, ji dayik bû. Ew li Jacksonville û Middleburg, Florîda bi birayê xwe yê mezin Joe re mezin bû. .Ew çû Dibistana Xiristiyanî ya Zanîngehê berî ku derbasî Lîseya Samuel W. Wolfson bibe dema ku ew di pola dehem de bû .Dema ku 17 salî bû wê dibistana bilind qedand û çû Los Angelesê da ku kariyera lîstikvaniyê bişopîne.

Kariyera wê biguhêre

 
Ashley Greene di pêşnimandina Push de di kanûna paşîn 2009an de

Wê di destpêkê de xwest ku bibe model, lê jê re hate gotin ku ew bi qasî 1.65 m ne dirêj e ku bibe model û divê li şûna wê bala xwe bide ser lîstikvaniya di reklaman de.Piştî ku waneyên reklam û lîstikvaniyê girt, ew ji lîstikvaniyê hez kir û dît ku ew ji modelsaziyê hevyaz dike.Greene dibistana bilind zû qedand û çû Los Angelesê da ku kariyera lîstikvaniyê bişopîne.

Di destpêka kariyera xwe de, ew di pêşandanên televîzyonê yên wekî Punk'd û Crossing Jordan û di reklaman wek mînak yên Burger Kingê de xuya bû. Di 2005 de, wê di klîba muzîkê ya dûeta t.A.T.u ya bi sernavê Dangerous and Moving de lîst.

Di sala 2008an de gava ku Greene rola Alice Cullen di rêzeya fîlmên Twilight de li ser bingeha rêzromana Stephenie Meyer ên bi heman navî, leyîst, riyeke nû ji bo wê re ve bû. Rêzefîlm ji fîlmên Twilight, The Twilight Saga: New Moon, The Twilight Saga: Eclipse, The Twilight Saga: Breaking Dawn - Part 1 û The Twilight Saga: Breaking Dawn - Part 2 , ku di salên 2008, 2009, 2010, 2011 û 2012 de derketine pêk tê. Di sala 2009an de, wê di handara kanadayî Summer's Blood de lîst, ku di ciriya paşîn a heman salê de derketibû.

 
Ashley Greene (2009)

Greene rola Michelle Burkham di dramaya Skateland de lîst, ku di sala 2010an de di Festîvala Fîlman a Sundance de cara yekem hate pêşandan. Di heman salê de, wê Xelata Style Icon li Hollywood Life's Young Hollywood Awards wergirt.

Di sala 2011an de, wê di filma Butter de ligel Jennifer Garner û Ty Burrell lîst. Ashley Kaitlin Pickler dilîze , keça serhildêr a Laura Pickler, ku ji hêla Jennifer Garner ve tê lîstin.

Di fîlma A Warrior's Heart (2011) de, wê dîsa bi hevkarê xwe ji fîlmên Twilightê Kellan Lutz re di fîlmek de lîst û rola Brooklyn Milligan, ku evîndara karakterê Lutz e, girt.

Di sala 2012 de, Greene di drama ciwanan LOL de ligel Miley Cyrus û Demi Moore lîst.Greene dî fîlmê de rola Ashley dilîze, hevdibistaneke Lola, karakterek ku ji hêla Miley Cyrus ve tê lîstin, ku ew di destpêkê de dijber in lê piştre ber bi dawiyê ve têkiliya wan diguhere.Di çiriya paşîn a 2011an de, medyayan ragihandin ku lîstikvan dê di rêzefîlma amerîkî Pan Am de bileyize û di destpêkê de bi sê beşan ve peywirdar bû.Ew rola Amanda dilîze, ku rasterast bi Ted re di têkiliyê de ye, ku ji hêla Michael Mosley ve tê lîstin.Karakterên herduyan jî hevalên zaroktiyê ne, ji ber ku dê û bavê wan jî heval bûn. Di destpêka adara 2012an de, medyayan ragihandin ku lîstikvan dê rola Alice Garano di fîlma Amerîkî de li ser kanala ABC, Americana bilîze.Ashley rola keçek dilîze ku dikeve nav karsaziya sêwiraner Robert Soulter, karakterek ku ji hêla Anthony LaPaglia ve tê lîstin.

Di sala 2012an de, wê di fîlma tirsnak The Apparition de lîst, ku çîroka hevjîna ciwan Kelly (Greene) û Ben (Sebastian Stan) vedibêje, yên ku dema bûyerên ecêb li mala wan diqewimin, vedibînin ku hebûnek heye ku di ceribandinek parapsîkolojîk a zanîngehê de bi çewtî hatiye gazî kirin.Ev bejnûbala tirsnak her ku hewl didin birevin wan diêşîne.Hêviya wê ya paşîn pisporek serxwezayî ye (Tom Felton), lê bi alîkariya wî jî, dibe ku ew pir dereng be ku wê ji hêzek tirsnak bifilitîne.Fîlm di 1ê sibata 2010an de dest pê kir û di sala 2012an de derket.

 
Greene di tîrmeha 2012an de li San Diego Comic-Con International

Di sala 2013an de, Greene di fîlma dîrokî CBGB de li ser yaneya muzîkê ya berê ya Manhattanê bi heman navî lîst.

Jiyana kesane biguhêre

Greene di kanûna 2016an de bi kesayetiyê televîzyonê yê awistralî Paul Khoury  ve dergistî bû.Ew di 6ê tîrmeha 2018an de li San Jose, Kalîforniya zewicîn. Di adara 2022an de, Greene ragihand ku ew û mêrê wê li hêviya zaroka xwe ya yekem bûn.Keça wan di Îlona 2022 de jidayîkbû.

Greene hevala hevkarên xwe yên Twilight, Kellan Lutz û Jackson Rathbone ye, ku ew berî destpêkirina kişandina rêzeya fîlman nas dikir. Wê diyar kir ku ew bi temaşekirina futbola amerîkî mezin bûye û heyraneke Florida Gators e.Di heman demê de ew di lîstikek Green Bay Packers a 2010an de li dijî New York Giants bi hevalê wê demê Joe Jonas û Jessica Szohr re li stadyûma Lambeau Field jî hate dîtin.

Di sala 2009an de, xwe-portreyên tazî yên Greene li ser înternetê derketin.Parêzerên wê gef lê dan ku dê dozê li malperên cuda yên ku wêneyan weşandine.

Greene ji bo reklama SoBe ya ku di sala 2010an de di weşana Sports Illustrated Swimsuit Issue de derketibû, bi bîkîniyekî bigonî tazî poz da. Di hezîrana 2010an de, ew wekî nûnera Avon hate binav kirin, bû rûyê nû yê Mark Cosmetics, li şûna lîstikvaneke din, Lauren Conrad, ku çend salan rûyê markeyê bû. Ew ji bo markeya kozmetîkê berdewam dixebite.

Greene ji ber biryara xwe ya nûnertiya Avon û kampanyaya bidawîkirina ceribandina kosmetîkên li ser ajalan ji hêla PETAyê ve hate xelat kirin.

Fîlmnîgarî biguhêre

 
Ashley Greene di gulana 2018 li New York City

Fîlm biguhêre

Sal Sernav Rol
2007 King of California McDonald's Customer
2008 Otis Kim #4
Twilight Alice Cullen
2009 Shrink Missy
Summer's Blood Summer Matthews
Twilight Saga: New Moon, TheThe Twilight Saga: New Moon Alice Cullen
2010 Skateland Michelle Burkham
Twilight Saga: Eclipse, TheThe Twilight Saga: Eclipse Alice Cullen
Radio Free Albemuth Rhonda
2011 Warrior's Heart, AA Warrior's Heart Brooklyn Milligan
Butter Kaitlin Pickler
Twilight Saga: Breaking Dawn – Part 1, TheThe Twilight Saga: Breaking Dawn – Part 1 Alice Cullen
2012 LOL Ashley
Apparition, TheThe Apparition Kelly
Twilight Saga: Breaking Dawn – Part 2, TheThe Twilight Saga: Breaking Dawn – Part 2 Alice Cullen
2013 CBGB Lisa Kristal
2014 Wish I Was Here Janine
Kristy Violet
Burying the Ex Evelyn Morrison
2015 Staten Island Summer Krystal Manicucci
Shangri-La Suite Priscilla Presley
2016 Urge Theresa
In Dubious Battle Danni Stevens
Max & Me Rachel (voice)
2018 Accident Man Charlie Adams
2018 Antiquities Ellie
2019 Bombshell Abby Huntsman

Televîzyon biguhêre

Sal Nav Rol Şîrove
2006 Crossing Jordan Ann Rappaport Beşa: "The Elephant in the Room"
Mad TV Amber Beşa 11.17
Desire Renata 7 beş
2008 Shark Natalie Faber Beşa: "Partners in Crime"
2011–12 Pan Am Amanda Mason 5 beş
2012 Americana Alice Garano Unsold pilot
2016 Hell's Kitchen Herself Beşa: "Dancing in the Grotto"
2016–17 Rogue Mia Rochland
2019 Christmas on My Mind Lucy Lovett

Xelat û namzet biguhêre

Sal Komel Kategorî Kar Netîce Encam
2009 Teen Choice Awards Choice Movie: Fresh Face Female Twilight Qezencbûyî
Scream Awards Best Supporting Actress Berendamî
Best Ensemble Cast Berendamî
2010 Teen Choice Awards Scene Stealer Female The Twilight Saga: New Moon Qezencbûyî
Most Fanatic Fans (Shared with cast) Qezencbûyî
2011 Scene Stealer Female The Twilight Saga: Eclipse Qezencbûyî
2012 The Twilight Saga: Breaking Dawn – Part 1' Qezencbûyî
Young Hollywood Awards Female Superstar of Tomorrow Qezencbûyî

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre