Ev berhema Mehmed Dîcle ya yekane yî bi navê "Asûs" amaje bi daxwaza nivîskêr a Gabriel Garcia Marquezbûna wêjeya Kurdî dike. Mehmed Dîcle "Asûs"a xwe ya ku jiyaneke xwe ya wekî gûzekê hişk heye bi her çîrokekê bi şax û perrtir kiriye, ji wan çîrokan û pê de ji me re salix û sûlix daye, ku ew ê hemû wêjeya xwe li ser heman xakê biafirîne, ji me re qala takeçîrokeke gumreh bike. Çîrokeke ku dê li xwe bikole, ne li avê...

Asûs
Nivîskar Mehmed Dîcle

Mehmed Dîcle, bê şik û guman, yek ji wan behreyên wêjeya Kurdî yên nûhatî ye û xwedî zerengiyeke balkêş e.

Xwezî berhema wî bi wî awayî, ji aliyê weşanxaneyeke bi wî rengî nehata çapkirin, ku heyf û mixabin ji ber wê sedemê berhemê kiriye nekiriye nekariye têkeve rojeva çîroknûsiya Kurdî ya hevçerx.

Ji nirxandina Kawa Nemir, helbestvan, nivîskar, edîtor û wergêr, berpirs û berpirsiyarê mîrateya kovarên Jiyana Rewşenê û Rewşen-Nameyê

Çavkanî biguhêre