Arsim

nexweşiya ji ber tûşbûna bi vîrusa influenza

Arsim, persim, grîp an jî înfluenza nexweşîna ku bi sedema vîrusekê dadikeve nav mirovan. A rastî her yek navê cureyekê grîpê ye.

Cureyê arsima Hong Kongê

Arsim di serdema navîn de nexweşiyeke canstîn bû. Îro herçendî derziyên parastinê hene jî, sedî sed naparêze. Lewra vîrus hergav xwe nû dike. Nexweşiyeke bisaw e û bi taybeti li cem zarokên nûçêbûyî, kesên NDD (nexweşiyên dil-demar) pê re hene û temendirêjan pirr bixetere ye û heya bigire canstîn e. Bi hezaran cureyê grîpê hene. Pirranî ji dermanan bêhtir, bêhvedan û bihêzkirina laş nexweşiyê têkdibe.

Hin sîmptomên arsimê biguhêre

  • Herikîna poz (bêvle)
  • Di tevahiyê laş de westîn, nearamî
  • Serêş
  • Herikîna hêstiran
  • Kûxînên hişk
  • Zêdetîna laş
  • Hin caran di stû de êş
  • Hin caran cirifîn
  • Hin caran di hişarê de nezelalî

Bo terapiyê biguhêre

  • Bêhnvedan
  • Dermanên antîbiyotîk
  • Pêşîgirtina sawê
  • Zêde vexwarina avê
  • Hîjyenî (paqijî)

Mijarên têkildar biguhêre

Çavkanî biguhêre