Anne-Marie

Stranbêj a Brîtanî

Anne-Marie Rose Nicholson (jdb. 7ê nîsana 1991, Essex, Brîtanya), stranbêj û strannivîseke navdar a brîtanî ye. Anna-Marie li ser lîsteya stranan Keyaniya Yekbûyî ya Chart Singles UK de bi stranên xwe yê "Rockabye" derketiye rêza yekem û di heman demê de sitranên wê yên bi navê "Alarm", "Ciao Adios", "Friends", "2002", "Oynatma" ve "Kiss My (Uh-Oh)" di heman lîsteyê de cih girtine. Albûma wê ya pêşîn a stûdyoyê, "Speak Your Mind" ku di sala 2018an de hatiye derxistin di rêza sêyem a lîsteya UK Albums Chart a Keyaniya Yekbûyî de cihê xwe girtiye.

Anne-Marie
Image dans Infobox.
Jidayikbûn
Navê jidayikbûnê
Anne-Marie Rose NicholsonLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevwelatî
Pîşe
Stranbêj, awazdanerLi ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Salên çalak
Dp. Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Hevjîn
Slowthai (en) (dp. )Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Werziş
Tessiture
Labels
Asylum Records (en), Atlantic Records (en), Warner Music Group (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Şêweyên hunerê
Contemporary R&B (en), muzîka pop, R&B (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre
Malper
Dîskografî
Anne-Marie discography (en)Li ser Wîkîdaneyê bibîne û biguhêre

Anne-Marie ji bo Xelatên Brit 2019an ji bo çar xelatan bûye berendam ku di nav de berendamiya xelata hûnermenda solo ya jin a brîtanî ya herî baş heye. Heya niha ji bo deh Xelatên Brit û ji bo Xelata Muzîkê ya Billboard û Xelata Grammy jî bûye berendam.

Jînenîgarî

biguhêre

Anne-Marie Rose Nicholson di 7ê avrêla sala 1991an de li East Tilbury, Essex ji dayik bûye. Dayika wê mamosteyek herêmî ye û bavê wê avakar û destekkarek ji Milê Rojhilata Londonê ye.[1] Xwişkek mezin a wê bi navê Samantha heye.[2]

Dema ku Anna-Marie di temenê pênc salî ya xwe de bû çûye dibistana sehneyê.[1] Di zarokatiya xwe de di du lîstikên tiyatroya West Endê de rol wergirtiye. Di şeş saliya xwe de beşdarê berbijarên Les Misérables dibe û di duwanzdeh saliya xwe de bi Jessie J re di Whistle Down the Wind de rol wergirtiye.[3]

Anne-Marie diçe Dibistana St Clere's a li Stanford-le-Hope û li wir bala xwe dikişîne ser hûnerên performansê ku li Birîtanyayê cûreyek hûnerên li ser dikê ye.[4] Piştî ku bi xapandina hevalê xwe hate tawanbar kirin ji aliyê hevalên xwe yên polê ve hatiye dûrxistin û hatiye tacîz kirin û popularîteya xwe ya destpêkê li wir winda dike. Hatiye îdîakirin ku Anna-Marie di derengê şevê bi têlefonê bi xortekî din re peyivîye û hevalê xwe yê xort xapandiye. Anne-Marie her weha gotiye ku ew poşman e ew ji ber mirina dapîra xwe dema ku ew diwanzdeh salî bû bûye zarokek dijwar û ji hêla Ed Sheeran ve hatiye şîret kirin ku ew "her roj bi dê û bavê xwe re biaxive".[5][6] Di temenê ciwaniya xwe de di joreya xwe de xwe kişandiya filmê û sitranan gotiye.[4]

Anne-Marie di heman de bi werzîşa lêkdan re jî eleqedar bûye ku di karateya shotokan de xwedî kembera reş e. Di neh saliya xwe de dest bi perwerdeya kareteyê dike û sê car dibe şampiyona cîhanê ku di şampiyoniya cîhanê de du medalyayên zêr û di Şampiyoniya Karate ya Keyaniya Yekbûyî ya di sala 2002an de medalyayek zêr qezenc dike.[7][8] Ew kareteyê bi hînkirina wê "dîsiplîn û balkişandina" wê ya ku ji bo kariyera wê ya stranbêjiyê hewce dike digire lê tûrneyên konseran (gerr ên konseran) ji wê re zehmet kiriye ku ew dem ji bo werzîşê bibîne.[9]

Dîskografî

biguhêre

Single (Yekane)

biguhêre

Xebatên hevpar

biguhêre
  • 2015 - Rumour Mill (Rudimental feat. Anne-Marie & Will Heard)
  • 2015 - Alright with Me (Wretch 32 feat. Anne-Marie & PRGRSHN)
  • 2016 - Catch 22 (Illy feat. Anne-Marie)
  • 2016 - Rockabye (Clean Bandit feat. Anne-Marie & Sean Paul)
  • 2017 "Remember I told you" Nick Jonas feat. Anne-Marie & Mike Posner
  • 2018 "Friends" Marshmello feat. Anne-Marie

Çavkanî

biguhêre
  1. ^ a b "Anne-Marie: 'I had to turn to therapy to talk through what my brain was saying to me'". The Irish Times (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 sibat 2024.
  2. ^ Evans, Interviews by Hannah (9 sibat 2024). "Anne-Marie and her sister on Essex, bullying and Glastonbury" (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 sibat 2024.
  3. ^ "Anne-Marie | MTV UK". web.archive.org. 28 tîrmeh 2017. Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 28 tîrmeh 2017. Roja gihiştinê 9 sibat 2024.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  4. ^ a b Wathen, Tommy (27 nîsan 2018). "School "extremely proud" of chart-topping former student Anne-Marie". Essex Live (bi îngilîzî). Roja gihiştinê 9 sibat 2024.
  5. ^ Nicholson, Rebecca (19 nîsan 2020). "Anne-Marie: 'I just want to make people smile'". The Observer (bi îngilîziya brîtanî). Roja gihiştinê 9 sibat 2024.
  6. ^ "Anne-Marie: I've always loved the idea of revenge" (bi îngilîziya brîtanî). 22 tîrmeh 2021. Roja gihiştinê 9 sibat 2024.
  7. ^ "Anne-Marie: Chart topping pop star (and karate champion)" (bi îngilîziya brîtanî). 2 tîrmeh 2017. Roja gihiştinê 9 sibat 2024.
  8. ^ "Karate: Golden Anne-Marie sets her sights on Las Vegas". Gazette (bi îngilîzî). 29 nîsan 2002. Roja gihiştinê 9 sibat 2024.
  9. ^ "Rudimental singer Anne-Marie brands herself 'singer and ninja'". BBC News (bi îngilîziya brîtanî). 2 sibat 2016. Roja gihiştinê 9 sibat 2024.