Android

(Ji Androîd hat beralîkirin)

Android (ji peyva yewnanî androides bi wateya wek mirovan) yek ji pergala xebitandinê ji bo guhêzbar e wek smartphone û komputera tablet.[1] Ev pergaleke Open Source e, ji aliyê Open Handset Alliance ve hatiyê pêşvêbirin û bi Google tê birêkirin. Bingeha xwe Linux-Kernek e.

Android

Malper    www.android.com
Pêşxistin Google, Open Handset Alliance, Android Open Source Project
biguhêreBelge

Larry Page di 13ê adara 2013an de aşkere kir ku êdî li hemû cîhanê ji 750 mîlyon pirtir guhêzbar bi rêya Androidê dixebitin û Eric Schmidt di nîsala 2013an de diyar kir ku ev jimar her roj bi 1,5 mîlyon guhêzbarên nû zêde dibe.[2]

Dîrok biguhêre

Di havîna 2005an de Google şirketa Android a ku di havîna 2003an de hatibû damezirandin kirî. Di wê demê de Android hê nedihate nasîn. Tenê dihate zanîn ku evya pergalan ji bo telefonên bêrikê amade dikir.[3]

Di 5ê çiriya paşîn 2007an de Google da nasîn ku ewê bi hevkariya 33 endamên Open Headset Alliance ji bo telefonên bêrikê pergaleke xebitandinê ya bi navê 'Android' pês bixe.[4] Ji 11'e çiriya pêşîn 2008an pêve Androîd êdî bi awayeke fermî ji raya gistî re amade ye.[5]

Yekem guhêzbarê ku bi alîkariya pergala xebitandinê ya Android kar dikir smartphone a bi navê HTC Dream bû û ev di 22ê çiriya pêşîn 2008an de li DYAyê bi rêya T-Mobile G1 kete piyasê. Yek ji taybetiyên vê smartphoneê ev bu ku karibû Global Positioning System bikarbîne û xwediyê sensorên hereketê bû jî. Herwiha, ev taybetî heta îro beseke bingeh a Androidê ye. Ji wir û pê ve gelek guhêzbarên reng bi reng ên sîrketên cuda hene û bi Androidê kar dikin. Ji sala 2010an heta îro Google êdî guhêzbarên xwe yên Androidê jî bi xwe amade dike, wek guhêzbarên Nexusê.

Ekran û bikaranîna wê biguhêre

 
HTC Dream: Yekemîn guhêzbarê piyasê ku bi rêya Aandroid kar dike.

Bikarhênerên Androidê wê bi rêya touchscreen (ekrana destdayînê) û çend tûşên software an jî hardware bikartîne. Ji vê bêhtir gelek sepanên cuda hene, yên ku digel birêvebirîna axaftinê karin bên bikaranîn. Rûyê bingeh ê ekranê ji 3 heta 7 ekranên destpêkê pêk tê û her yek ji wan rûyê guhêzbarê tijî dike.

Kenarê jorîn wek 'perpaza agahiyan' kare bê dîtin: Li milê xwe yê rastê agahiyên derheqê saet, rewsa sarjê, girêdana înternetê, bluetooth û WLANê nîsan dide. Li milê xwe yê cepê jî agahiyên derheqê pergalên aktîf û peyamên cûr bi cûr (wek ên pergalê) hene.

Çavkanî biguhêre

  1. ^ Android vs. Windows: Google greift Microsoft an (Android û Windows: Google êrîsî Windows'e dike), dîtin: 23.02.2009
  2. ^ Eric Schmidt: Bald mehr als eine Milliarde Android-Geräte (Hindik ma ku wê ji mîlyarekê zêdetir guhêzbar hebin), dîtin: 17.04.2013
  3. ^ Google Buys Android for Its Mobile Arsenal (Google Androidê jo bo guhêzbarên xwe dikire), dîtin: 04.01.2010
  4. ^ Google unveils cell phone software and alliance, dîtin: 2010-01-12, ji orîjînalê di 14 adar 2012 de hat arşîvkirin, roja gihiştinê 17 gulan 2013
  5. ^ Android is now available as open source, dîtin: 07.01.2010[girêdan daimî miriye]