Amed Tîgrîs

Nivîskarê kurd
(Ji Amed Tigris hat beralîkirin)

Amed Tîgrîs nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî ye.

Amed Tîgrîs
Jidayikbûn1948 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Amed Tîgrîs li Licê ya Amedê hatiye dinê, lê sala bûyîna wî ne dîyar e. Ew ji taxa Qerehesen ji goma Xicîgan e. Tîgrîs li Licê dibistana seretayî û li Erxaniyê jî dibistana mamostetiyê xwendiye. Piştî dibistana mamostetiyê, çend sal li gundên Cinezûr û Şêxana Licê mamostetî kiriye.

Licî, Amed Tîgrîs bi navê Mekî Xoce nas dikin. Tîgrîs di avakirina komela mamosteyan TÖB-DER'a Licê de cîh girtiye, demekê serokatî û nûnertiya wê kiriye. A. Tîgrîs di sala 1980î de derketiye derveyî welêt û li Stockholmê bi cîh bûye. Ew ji 1984an vir ve li Stockholmê di dibistanên swêdî de mamostetiya kurdî dike. Di xebatên xwe yên rêxistinî û ramyarî de bi awayekî aktîv pêşî bi Partiya Komunîst a Tirkiyeyê û piştre jî bi Komeleya Çandê ya Şoreşgerên Demokrat re xebitiye. Dûvre dest ji karê rêxistinî û siyasî berdaye û bi kar û barê ziman û edebiyat re mijûl bûye. Heta niha 43 pirtûkên wî hatine çap kirin. Di warê çand û wêje de alîkariya bizava netewî, dem û dezgehên çandî kiriye. Demeke serokatiya Înstîtûya kurdî ya li Stockholmê kiriye.

Tîgrîs di Med û Medya TV de bi navên "Rojbaş mamoste", "Dibistana kurdî", Êvarbaş (ji bo temenmezinan) û "Xwendegeha kurdî" bernameyên hînkirin û perwerdeyî amade kiriye. Ji derî mamostetî û nivîsîna pirtûkên dersê, xebatên wî yên li ser ziman, wêje û çandê jî hene. Ji zimanê tirkî û swêdî çend berhem wergerandiye kurdî.

Di kovar û rojnameyên wek Berbang, Armanc, Hêviya Gel, Kurdistan Press, Avaşîn, Welat, Welatê me, Azadiya Welat, Hîwa, Bîrnebûn û Xwebûnê de meqalên wî hatine weşandin û redaksiyonên hinekan de cîh kirtiye. Di sala 2005an de ji Stockholmê vegeriye Amedê û niha li navenda Amedê dijî. Du lawên wî hene, navê yê mezin Evîndar û yê biçûk jî Rizgar e.

Berhem biguhêre

Lîsteya berhemên Amed Tîgrîs

  1. Em Bixwînin, Amed Tîgrîs (Jîr Rexnegir), Ahmed Cantekin, Reşît Batı, Nesrin Aydın (pirtûka dersê), Weşananên SİDA -1986
  2. Em Binivîsin, Amed Tîgrîs (Jîr Rexnegir), Ahmed Cantekin, Reşît Batı, Nesrin Aydın (pirtûka dersê), Weşanên SİDA -1986
  3. Ken û Girî, Amed Tîgrîs & Roman Motkî (pêkenî) Apec-1989
  4. Dîroka Kurd û Kurdistanê, Amed Tîgrîs & Aso Germîyanî, (Pirtûka dersê, kurmancî-1990 û soranî- 1992), Apec
  5. Navên kurdî çapa yekem Apec 1990 û çapa duyem Şaredarîya Amedê ya Bajarê Mezin-2006
  6. Kurterastî, Amed Tîgrîs & B. Welatevîn (pirtûka dersê) Apec -1991
  7. Çend Gotin Li Ser Ronekbîrên Kurd, (İsmail Beşikçi, wergera ji tirkî) Amed Tîgrîs & J. İhsan Espar, Apec-1991
  8. Şerê Kendavê, Amed Tîgrîs, Xorto, Cemal Batum (dokument) Apec -1992
  9. Cografiya Kurdistanê, Amed Tîgrîs, Ferhad Gardewan, Nasir Razazî, (pirtûka dersê bi kurmancî û Soranî) Apec –1993
  10. PKK û Başûrê Biçûk, (geştname), Weşanên Rewşen -1994
  11. Çelenga Jinan Hevala Zîlan, (wergera ji tirkî), weşanên Rewşen -1996
  12. Perspektîv, (wergera ji tirkî), Weşanên Rewşen -1996
  13. Gotinên Pêşiyan, (berhevok), Weşanên Rewşen -2001
  14. Pêşkît û Parkît, (lêkolîn), Weşanên Medya -2001
  15. Du Heval, (wergera ji swêdî, çîrok), Apec- 2002
  16. Findo Ciyê Dibe, (wergera ji swêdî), Apec-2002
  17. Ji Xelatgirên Nobelê Çîrokên Ciwanan, (Wergera ji swêdî), Apec-2002
  18. Çêlepisîk bi tiştanokan dizane, (wergera ji swêdî), Apec -2003
  19. Manga Sor Paqijîyê Dike, (wergera ji swêdî), Apec -2004
  20. Şagird Diçin Dibistanê, Amed Tîgrîs, Sebiha Otlu, Husametîn Aslan û Haluk Özturk, (pirtûka dersê) SİDA- 2004
  21. Ansîklopediya Zarokan, Amed Tîgrîs, Elî Çiftçî, Hesenê Metê, Seyîdxan Anter, Mahmûd Lewendî, (wergera ji swêdî), Weşanên Apecê-2004
  22. Morîs li Mêrga Mezin, (wergera ji swêdî), Apec-2004
  23. Zargotina Kurdî, Amed Tîgrîs, Reşo Zîlan û Husametin Aslan, Weşanên Weqfa Kurdî- 2005
  24. Manga Sor Hildikişe Ser Darê, (wergera ji Swêdî), Apec -2005
  25. Licê, (lêkolîn), Weşanên Apec -2008
  26. Anadili Eğitimi ve Birden Fazla Resmi Dil, Apec -2009
  27. Perwerdeya bi zimanê Zikmakî û Pirzimaniya Fermî, Apec -2009
  28. Tûtê Bi Pişê re Dileyize, (wergera ji swêdî), Apec-2010
  29. Tûtê û Malî, (wergera ji swêdî), Apec-2011
  30. Amed dîrok, coğrafya û çand, Amed Tîgrîs & Yıldız Çakar, (lêkolîn), weşanên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê - 2012
  31. Nîşan û Dawet, (lêkolîn) bi kurmancî, Weşanên Apec -1991 û wergera farisî Ebas Ferhadî Tûpkanlû, Tahran -2012
  32. Ji 20 welatan 20 çîrok, (wergera ji swêdî), Weşanên Sîtav -2013
  33. AMED tarih, coğrafya ve kültür, Amed Tîgrîs & Yıldız Çakar (wergera ji kurdî), Weşanên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê- 2013
  34. Ma Tu Mam Mendo û Findo Nas dikî, wergera ji swêdî, Apec -2013
  35. Di Prosesa Nivîsê de wêne, sembol û alfabe, Apec- 2014
  36. Êzdîxan û 97 Ferman, Amed Tîgrîs & Rojîn Zarg, (lêkolîn), Weşanên Apec-2018
  37. Qewl, beyt û duayên êzdiyan, Amed Tîgrîs & Rojîn Zarg, (berhevok), Weşanên Apec-2018
  38. BERMEKÎ eşîr bav û kalên me, (lêkolîn),Weşanên Apec- 2018
  39. Xurafeyên Me (bi komeke 14 kesî re), (berhevok), Weşanên Apec-2019
  40. Katibê Şêx Seîd FEHMİYÊ BÎLAL, Amed Tîgrîs & Baki Kaymak, (lêkolîn û hevpeyvîn) Weşanên Apec-2019
  41. Edebîyata Kurdî- pirtûka dersê, Amed Tîgrîs, Ali Çiftçi, J. Îhsan Espar, Mahmûd Lewendî û Hesenê Metê, Apec-2020
  42. Dîcle û Ferat, (lêkolîn), Weşanên Apec-2020
  43. Mala Zalê û Teyrê Sîmir (mîtolojî), Apec-2021
  44. Bîranînên min (otobîyografî) Apec-2021

Berhemên ku ji bo çapê amade ne

1.Hevwateyên Kurdî (xebata 15 salan)

2. Biwêjên kurdî (xebta bi salan)

3. Çîrok û mîrok

4. Perwerdeya teokratîk û demokratik

5. Şîrfiroş (roman)

6. Şewqe (roman)

Binêre biguhêre

Girêdanên derve biguhêre