Amed Tîgrîs

Nivîskarê kurd
(Ji Amed Tîgris hat beralîkirin)

Amed Tîgrîs nivîskar û mamosteyê zimanê kurdî ye.

Amed Tîgrîs
Jidayikbûn1948 Li ser Wîkîdaneyê biguhêre
Pîşe
biguhêre - Wîkîdaneyê biguhêreBelge

Amed Tîgrîs li Licêya Amedê hatiye dinê. Dibistana seretayî li Licê û ya mamostetîyê jî li Erxenîyê xwendîye. Di sala 1980î de li Stockholmê bi cî bûye. Li wir li dibistanên swêdî bi awayekî fermî bi qasî 25 salan mamostetîya kurdî kirîye. Mamoste Amed Tîgrîs di gelek komîteyên amadekkirina pirtûk û materyalên kurdî de bi awayekî aktîv cî girtîye. Bi salan di dezgeh, weşanxane û medya kurdî de wekî nivîskar, redaktor û mamoste xebitîye. Ji bo wergera pirtûkên zarokan ji swêdî bo kurdî ji destpêkê ve di redaksîyona Weşanxaneya APECê de wekî endamê redaksîyonê kar kirîye û hîn jî dike. Di Med TV de bi navê ‘‘Rojbaş mamoste, Dibistana kurdî û Xwendegeha kurdî’’ de bernameyên perwerde û hînkirinê amade û pêşkêş kirine. Demeke dirêj serokatîya Înstîtuya Kurdî ya li Stockholmê kirîye. Tîgrîs di heman demê de qunciknivîskarê rojnameya Welat û Azadîya Welat bû û niha jî qunciknivîskarê rojnameya Xwebûnê ye. Bi wergeran ve heta niha 46 pirtûk nivîsîne. Amed Tîgrîs ji xebata kolektîv hez dike, ji ber vê yekê, ji van 49 pirtûkan hinek jê yên wî bi xwe ne, hinek jî li gel hevalên xwe yên nivîskar nivîsandine. Ew di sala 2010an de ji Stockholmê bi paş ve vegerîyaye welêt û niha li welatê bav û kalê xwe li navenda Amedê dijî.

Lîsteya berhemên çapkirî

biguhêre
  1. Em Bixwînin, Amed Tîgrîs (Jîr Rexnegir), Ahmed Cantekin, Reşît Batı, Nesrin Aydın (pirtûka dersê), Weşananên SİDA -1986
  2. Em Binivîsin, Amed Tîgrîs (Jîr Rexnegir), Ahmed Cantekin, Reşît Batı, Nesrin Aydın (pirtûka dersê), Weşanên SİDA -1986
  3. Ken û Girî, Amed Tîgrîs & Roman Motkî (pêkenî) Apec-1989
  4. Dîroka Kurd û Kurdistanê, Amed Tîgrîs & Aso Germîyanî, (Pirtûka dersê, kurmancî-1990 û soranî- 1992), Apec
  5. Navên kurdî çapa yekem Apec 1990 û çapa duyem Şaredarîya Amedê ya Bajarê Mezin-2006
  6. Kurterastî, Amed Tîgrîs & B. Welatevîn (pirtûka dersê) Apec -1991
  7. Çend Gotin Li Ser Ronekbîrên Kurd, (İsmail Beşikçi, wergera ji tirkî) Amed Tîgrîs & J. İhsan Espar, Apec-1991
  8. Şerê Kendavê, Amed Tîgrîs, Xorto, Cemal Batum (dokument) Apec -1992
  9. Cografîya Kurdistanê, Amed Tîgrîs, Ferhad Gardewan, Nasir Razazî, (pirtûka dersê bi kurmancî û Soranî) Apec –1993
  10. PKK û Başûrê Biçûk, (geştname), Weşanên Rewşen -1994
  11. Çelenga Jinan Hevala Zîlan, (wergera ji tirkî), weşanên Rewşen -1996
  12. Perspektîv, (wergera ji tirkî), Weşanên Rewşen -1996
  13. Gotinên Pêşîyan, (berhevok), Weşanên Rewşen -2001
  14. Pêşkît û Parkît, (lêkolîn), Weşanên Medya -2001
  15. Du Heval, (wergera ji swêdî, çîrok), Apec- 2002
  16. Findo Ciyê Dibe, (wergera ji swêdî), Apec-2002
  17. Ji Xelatgirên Nobelê Çîrokên Ciwanan, (Wergera ji swêdî), Apec-2002
  18. Çêlepisîk bi tiştanokan dizane, (wergera ji swêdî), Apec -2003
  19. Manga Sor Paqijîyê Dike, (wergera ji swêdî), Apec -2004
  20. Şagird Diçin Dibistanê, Amed Tîgrîs, Sebiha Otlu, Husametîn Aslan û Haluk Özturk, (pirtûka dersê) SİDA- 2004
  21. Ansîklopedîya Zarokan, Amed Tîgrîs, Elî Çiftçî, Hesenê Metê, Seyîdxan Anter, Mahmûd Lewendî, (wergera ji swêdî), Weşanên Apecê-2004
  22. Morîs li Mêrga Mezin, (wergera ji swêdî), Apec-2004
  23. Zargotina Kurdî, Amed Tîgrîs, Reşo Zîlan û Husametin Aslan, Weşanên Weqfa Kurdî- 2005
  24. Manga Sor Hildikişe Ser Darê, (wergera ji Swêdî), Apec -2005
  25. Licê, (lêkolîn), Weşanên Apec -2008
  26. Anadili Eğitimi ve Birden Fazla Resmi Dil, Apec -2009
  27. Perwerdeya bi zimanê Zikmakî û Pirzimanîya Fermî, Apec -2009
  28. Tûtê Bi Pişê re Dileyize, (wergera ji swêdî), Apec-2010
  29. Tûtê û Malî, (wergera ji swêdî), Apec-2011
  30. Amed dîrok, coğrafya û çand, Amed Tîgrîs & Yıldız Çakar, (lêkolîn), weşanên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê - 2012
  31. Nîşan û Dawet, (lêkolîn) bi kurmancî, Weşanên Apec -1991 û wergera farisî Ebas Ferhadî Tûpkanlû, Tahran -2012
  32. Ji 20 welatan 20 çîrok, (wergera ji swêdî), Weşanên Sîtav -2013
  33. AMED tarih, coğrafya ve kültür, Amed Tîgrîs & Yıldız Çakar (wergera ji kurdî), Weşanên Şaredarîya Bajarê Mezin a Amedê- 2013
  34. Ma Tu Mam Mendo û Findo Nas dikî, wergera ji swêdî, Apec -2013
  35. Di Prosesa Nivîsê de wêne, sembol û alfabe, Apec- 2014
  36. Êzdîxan û 97 Ferman, Amed Tîgrîs & Rojîn Zarg, (lêkolîn), Weşanên Apec-2018
  37. Qewl, beyt û duayên êzdîyan, Amed Tîgrîs & Rojîn Zarg, (berhevok), Weşanên Apec-2018
  38. Bermekî eşîr bav û kalên me, (lêkolîn),Weşanên Apec- 2018
  39. Xurafeyên Me (bi komeke 14 kesî re), (berhevok), Weşanên Apec-2019
  40. Katibê Şêx Seîd FEHMİYÊ BÎLAL, Amed Tîgrîs & Baki Kaymak, (lêkolîn û hevpeyvîn) Weşanên Apec-2019
  41. Edebîyata Kurdî- pirtûka dersê, Amed Tîgrîs, Ali Çiftçi, J. Îhsan Espar, Mahmûd Lewendî û Hesenê Metê, Apec-2020
  42. Dîcle û Ferat, (lêkolîn), Weşanên Apec-2020
  43. Mala Zalê û Teyrê Sîmir (Romana efsanewî), Apec-2021
  44. Bîranînên min Apec- 2021
  45. Li Swêd û Tirkîyê perwerde Weşanên Apec- 2024
  46. Amîda (çîrok) Weşanên Apec. 2024

Berhemên li ber çapê

biguhêre
  1. Hevwateyên Kurdî (xebata 15 salan)
  2. Biwêjên kurdî (xebata bi salan)
  3. Şîrfiroş (roman)
  4. Ax, av û tav (roman)
  5. Parkit

Girêdanên derve

biguhêre