Alternatîf (rojname)

Alternatîf rojnameyek kurdan ya rojane ye ku li Tirkiyê û bakurê Kurdistanê bi zimanê tirkî derdikevê.

Rojnameya Alternatîfê di 19'ê gulanê 2008'a de dest bi weşanê kir. Gerînendeyê Giştî yê rojnameyê Ragip Zarakolu ye.

Astengkirina rojnamegeriya alternatîf biguhêre

Heta niha gelek rojnameyên kurdan ceza li wan hatine birîn û weşana wan hatiye astengkirin û rawestandin. Roja 26'ê gulanê 2008'a 10'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê bi îdîaya di hejmarên 24 û 25'ê gulanê de "propagandaya PKK'ê hatiye kirin" û "Belavok û daxuyaniyên rêxistinê weşandine" meheke cezaya rawestandina weşanê li rojnameya Alternatîfê jî hate birîn.