Alina Sánchez (z. 1986, San Martín de los Andes, Arjentîn - m. 17 adar 2018, Hesîçe, Rojavaya Kurdistanê), ango Lêgerîn Çiya, bijîşkeke arjentînî, internasyonalîst, femînîst û şoreşger bû, ku li Dibistana Tibê ya Amerîkaya Latînî (ELAM) li Kûbayê xwendibû. Sánchez di 2011an de beşdarî Yekîneyên Parastina Jinê (YPJ) bû, û di pergala tenduristiyê ya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê (AANES) de xebitî. Ew di qezayeke trafîkê de di 17ê adara 2018an de mir, dema rêwîtiyê ji bajarê Hesîçeyê.[1] Li ser rûmeta wê, nexweşxaneya Girê Xurma (Tel Tamer) li Kantona Cizîrê nuha navê wê hildaye.[2]

Jînenîgarî biguhêre

Sánchez li San Martín de los Andes, Neuquén, Arjentînê ji dayik bû û li Córdoba (Arjentîn) mezin bû.

Ji ciwaniya xwe de parêzvanek xurt a serxwebûna siyasî û rêxistina xwendekar, wê li Zanîngeha Córdobayê demek kurt antropolojî xwend. Sala 2005an, wê ji Komara Kubayê bûrs girt û li ELAMê dest bi xwendina xwe kir û li wir bû doktor. Sánchez di sala 2011an de beşdarî YPJ bû.[3]

Derbarê ezmûna xwe ya bi pêkanîna polîtîkayên tenduristiya giştî li AANES, Sánchez got: “Di sala yekem a xweseriyê de, piraniya bijîşkan çûn Ewropa. Mîna li Kubayê qewimî. Nexweşxane hatin rûxandin. Di vê rewşê de me bi meclîsên gel re dest bi xebatê kir. Ji bo me girîng e ku em bikaribin li taxan jûreyên piçûk çêbikin, da ku jinên ku di zeviyan de ne, ku bi nebatan re dixebitin, karibin vê zanînê bînin pergala perwerdehiyê. Em nabînin ku qada leşkerî ji sektora sivîl veqetandî ye. Ew eynî nifûs e, ku bi saya Meclîsên Gelêrî, divê birîndarên xwe derman bikin. Naha mirovan fêhm kir ku ew birîndarên "wan" in, ku hêzên xweparastinê beşek ji bajêr in. Xweparastin li her taxê tê rêxistinkirin û ev pêvajo tevahî gel diguheze. Hetanî bijîjkên ku nûnerên herî mezin ên pozîtîvîzm û hêza dewleta netewe ne”.[4]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ "La huella de Alina en Latinoamérica". ANF News.
  2. ^ "Hospital de Rojava lleva el nombre de la médica argentina Alina Sánchez". ANF News.
  3. ^ "La revolución de Rojava es una brecha en el sistema capitalista". La Haine Mundo.
  4. ^ Korol, Claudia (4 nîsan 2018). "Corazón libre". PAGINA12.

Girêdanên derve biguhêre