Alan Ciwan, di sala 1990î de li Batmanê çêbû. Di sala 2005an de li Batmanê dest bi karê şanogeriyê kir. Di 2009an de çû Stenbolê û xebatên xwe yên hunerî bi zimanê xwe yê zik- makî -Kurmancî- berdewam kir. Bi lîstika xwe ya bi navê “Di Tuwaletê De” di warê lîstik-vaniyê de, çendîn xelatên girîng wergirtin. Ciwan ji bilî şanoyê herwiha bi salan e ku li ser dublaja Kurdî jî kar dike û di sala 2017an de jî pêşkêşkariya werzê yekem ê Kurd Idolê kir.

Wêne: https://pbs.twimg.com/media/ChTG_iyUoAE1R_P?format=jpg