Alaya Ketelonyayê

(Ji Ala Katalonya hat beralîkirin)

Senyera (bilêvkin: senyêre), navê alaya fermî yê Ketelonya ye.

La Senyera, alaya Ketelonyayê

Alayeke dîrokî û heraldîk e. Bi eslê xwe, di sedsala 11'an de nîşana Kontê Barselonayê bû, lê pişt re bû alaya giştî ya Taca Aragonê.

Di sedsala 19'an de, ligel vejandina neteweparêziya ketelanî alaya neteweyî ya Ketelonyayê bû. Li referendûma sala 1932'an yekem Statûtên Otonom ên Ketelonyayê hatin erêkirin û alaya fermî ya herêmê bû.