Adige, navekî din ê çerkezan e. Gelê çerkez li Rûsya, Tirkiye, Sûrî, Urdin û Kurdistanê dijî. Hejmêra wan li Rûsyayê nêzî 900.000 an jî milyonek e[çavkanî hewce ye]. Li Tirkiyê û Bakûrê Kurdistanê li gor hin lêkolinan nêzî 3.000.000 e[çavkanî hewce ye]. Li Sûrî jî nêzî 300.000-500.000 heb çerkez hene[çavkanî hewce ye]. Gelê çerkezan di zimanê xwe de ji xwe re nabêjin "çerkez"; dibêjinê "Adyge" û wateya vî gotinê "gelê çiya" an jî "gelê welata ku navbera çiya û derya" ye[çavkanî hewce ye]. Ji ber ku ev gel li çiyayên Qefqazya yên ku nêzî Deryaya Reş (Behra Reş) de ji zû de bicîh bûye, ev nav danîne xwe.

Çavkanî biguhêre