Aboriya Koreya Başûr

Aboriya Koreya Başûr aboriyeke têkilhev a pir pêşketî ye ku ji aliye komên bi navê chaebols a ji komên malbatî pêk tê.[1] GDPya çaremin herî mezin li Asyayê û dehemîn herî mazin li dinyayê ye. Koreya Başûr di navbera 2-3 jenerasyonan de ji asta dewletên heri feqîr hilweşiya bo asta dewletên herî dewlemend. Ev mezinbûna aborî wek Mûcizeya li Çemê Hanê ya ku Koreya Başûr xistiye di refên OECD û G-20 de tê zanîn.[2] Koreya Başûr piştî Bûhrana Mezin hê jî yek ji dewlêtên herî bi lez mezin dibe ye.

Seûl, paytexta Koreya Başûr

Sîstema perwerdehî ya tund û sazkirina gelheyekî gellek motîvebûyî û perwedekirî, sedemên sereke yên teşvîkkirina teknolojiya bilind a dewletê û hilperîna bi lez a aboriyê. Ji ber tunebûna çavkaniyên xwezayî û gelheya gur, zêdebûna rêjeya gelheyê û çêbûna bazara mezêxer a naxweyî asteng dibe. Di 2014an de Koreya Başûr heftemîn ixracadkar a herî mezin û heftemîn îthaalatkar a herî mezin a li dinyayê bû.[3]

Dîroka aboriyê biguhêre

Piştî Şerê Koreyê, Koraye Başûr gelek feqîr bû û heta di salên 1960an de dahatê serane 79 dolar bû.[4]

Mezinbûna bi lez a di navbera salên 1960an û 1980yan biguhêre

Bi derbeya General Park Chung-hee re polîtîkayên aborî yên tund hatin lidarxistin. Ji bo teşvîkkirina pêşketinê, teşvîkên endûstriyê hatin dayîn û her wiha ji bo berhemên ji derveyî welêt tên hatin qedexekirin. Sistema fînansî hat netewekirin û bandora artêşê li ser bazarê hat kêmkirin.

1990an û krîza finansî ya Asyayê biguhêre

Teşvîkên ji bo şîrketên wek Hyundai, Samsung û LG hatin zêdekirin. Û herwiha Koreya Başûr gelek alîkariyan ji DYAyê jî stend. Ev alîkarî bi deh salan berdewam kir. Piştî van bûyeran mazinbûna Koreya Başûr salane 8% zêde bû. GDPya dewletê ji 2,7 (1960) milyar dolaran gihişt 270 (1080)[çavkanî hewce ye] milyar dolaran.[5]

2000an biguhêre

Bi planên navendî û veberhênanên hikûmetê, Koreya Başûr heta 2001an salane 10% mezin bû lê bi hêdîbûna aboriya gerdûnî û bi kêmbûna ixracatê di sala 2001an de 3,3% mezin bû. Bi avakirina aboriyek lîberal û serbixwe, veberhênanên endûstrî, polîtîkayên pereyî yên tund Koreya Başûr heta sala 2007an bi wayek stabîl mezin bû. [6]

Çavkanî biguhêre

  1. ^ ""South Korea: Introduction >> globalEDGE: Your source for Global Business Knowledge"".
  2. ^ "Kleiner, JüRgen (2001). Korea, A Century of Change. ISBN 978-981-02-4657-0".
  3. ^ ""High performance, high pressure in South Korea's education system". ICEF".
  4. ^ "Seung-Hun Chun (19 April 2010). "Strategy for Industrial Development and Growth of Major Industries in Korea" (PDF). Korea Institute for Development Strategy. Archived from the original (PDF)" (PDF). Ji orîjînalê hat arşîvkirin. Roja arşîvkirinê: 11 çiriya pêşîn 2013.{{cite web}}: CS1 maint: bot: original URL status unknown (lînk)
  5. ^ "http://documents1.worldbank.org/curated/en/975081468244550798/pdf/multi-page.pdf" (PDF). {{cite web}}: Di |sernav= de lînkeke derve heye (alîkarî)
  6. ^ "US Department of State. "Background Note: South Korea"".