Abid Xelîl (jdb. 1973 li Serê Kaniyê[1] − m. 16ê çiriya paşîn 2012, li Serê Kaniyê), siyesetmedarekî kurd û serokê Meclîsa Gel a Serê Kaniyê bû.

Di 16ê çiriya paşîn a 2012an de ji aliyê komek çekdar ve hat qetilkirin ku Tirkiyeyê şandibûn[2] li Rojavayê Kurdistanê li Serê Kaniyê ji bo ku tevlîheviyê derxin û êrîşî saziyên gelê kurd bikin. Abid Xelîl, rojnamevantî jî kiribû[çavkanî hewce ye]. Abid Xelîl, dema ku amedekariya xwepêşandanekê dikir hat qetilkirin. Xwepêşandan, wê ji bo piştgiriya kurdên ku ji welatê bi gefê hatibûne revandin hatiba lidarxistin. Piştî 8ê çiriya paşîn dîsan dewleta tirk bi destê komên çete êrîş da ser herêma Rojavayê Kurdistanê Serê Kaniyê. Di wê demê de bi propagandaya Tirkiyeyê ku bi rêya hin komên wekê koma "azad" ku dabû kirin, nêzî 11 hezar kurd hatibûn revadin[3]. Gotibûn wan "herine bakûrê Kurdistanê li wir xizmên we hene: Wan jî bawer kiribû. Lê dema ku ketibûna ser rê û çûbûn bakûrê Kurdistanê, êdî Tirkiyeyê hemû girtibûn û biribûn û li wergahan bicih kiribûn. Wê xwepêşandan ji bo wan ba. Di amedekariya wê xwepêşandanê de Abid Xelîl hat kuştin.

Abid Xelîl, bi sê hevalên xwe yên di rex wî de hat qetilkirin. Abid Xelîl, xwende bû û li Zanîngeha Şamê beşa têkiliyê û zanyariyê xweandibû[3].

Çavkanî biguhêre

Girêdanên derve biguhêre