AFN (IPA) ji bo Kurdî

Alfabeya fonetîk a navnetewî ji bo zimanê kurdî (IPA).

AFN Mînak AFN Mînak
[ɑ] agir, artêş, azadî, ar
[b] ba, berx, bisk, bî
[ʤ] car, ciwan, cî
[ʧ] çêlek, çivîk, çûr [tʃʰ] çay, çeper, çi
[d] derî, dil, don, dûr
[æ] em, eger, evîn [ʕ]* enîşk, ezman, egîd
[e] êş, êrîş, êl
[f] fem, firîn, fîl, feyde
[g] gaz, ger, gêzî, gur
[h] har, hêk, hirî, hûr [ħ]* hal, hemam, heyf
[ı] rik, birin, kirin
[i] înî, îro, îşev
[ʒ] jûjî, jin, jiyan
[k] kil, kin, kevçî, kor [kʰ] ken, kûsî, kî, kanê
[l] lîstik, lawik, ling
[m] mast, masî, mîr
[n] nan, nîvro, nû, niha
[o] ode, ol, oldar
[p] poz, pirç, pêr, piştî [pʰ] pişîk, parsek, pak
[q] qijik, qemer, qirik
[r] roj, rê, rastî, rewş [ɾ] hirmî, tirî, dar, êvar
[s] sêv, serî, sifir, sî
[ʃ] şêr, şîv, şe, şahî
[t] ta, tima, tirs, tendûr [tʰ] tî, têr, tor, toz
[y] tu, didu, ku, ruh
[u] ûtî, ûris, ûnîversîte
[v] vir, virrek, vazo, vala
[w] werdek, welat, wir
[x] xort, xanî, xêlî, xal [ʁ]* axa, bax, qax, çax
[j] yek, yasemîn, yar
[z] zava, zêr, zeytûn
[w̥] xwerin, Xwedê, xwê
[ŋg] deng, reng, tengasî
Sembolên din ku di transkrîpsiyona kurdî de tên bikaranîn
AFN Şîrove
ˈ Derba ku li pêşiya kiteya derbdar tê danîn,
mînak: azadî [ɑzɑˈdi]

* Dengên [ʕ], [ħ], [ʁ] ji zimanê erebî ketine zimanê kurdî. Ev deng ji hêla zimanzanên kurd ve wek fonemên serbixwe nayên nirxandin. Bi guhertina fonemên erebî [ʕ], [ħ], [ʁ] bi dengên kurdî yên orijînal [æ], [h], [x] ve wateya gotinan nayê guhertin (jêder: hûr [huɾ] – tiştekî parçekirî yan pirr biçûk û hûr [ħuɾ] – zik). Bi pêşketina wêjeya kurdî fonemên kurdî yên dîrokî [æ], [h], [x], ku di şûna wan de fonemên erebî [ʕ], [ħ], [ʁ] dihatin bikaranîn, careke din tên vejiyandin.