Şopa Bêdengiyê, pirtûka helbestên nivîskar û helbestvan Jîr Jan Amedî ye. Di sala 2014 an de ji aliyê weşanxaneya Kovara Ronahî ve hatiye weşandin. Pirtûk ji 88 rûpelan pêk tê û di pirtûkê de 19 helbest hene.

Helbestek ji pirtûkê biguhêre

Şeva ristê
                                                                                          heyv ji hêviyê re biriqî îşev, ya banûya çavmey
                                                                                            hilmek nefesa te bikeve pişa mina sar û bêdey
                                                                                         ez hê serxweş û mest im, li cihê te ez lê hiştim
                                                                                     bibe moriya xewê, min razîne ez xwediyê şeva ristim
                                                                                           şeva rist min neçar xist nav destê jan û jaran
                                                                                               bawer bike mirov tu car nabe dostê neyaran
                                                                                          çi bikim ji dil, şelûfk e, ketiye destê xedaran
                                                                                              hestiyê min hêrandin van zaliman, ez kuştim
                                                                                                     dilê min şelûfk e, nazik û pir narîn
                                                                                                       deng neke, bêfeyde ye axin û jarîn 
                                                                                                  bes e dilê tenik, tu dikî hewar û zarîn
                                                                                                    ez îro bêhevî me, ji xwe dest  şûştim

Çavkanî biguhêre

                                                                                            Jîr Jan Amedî (2014). Şopa Bêdengiyê.