Şilikî navê şîraniyeke kurdan e û ji pêjgeha Rihayê ye.

Şîraniya kurdên Rihayê Şilikî.
Şilikî

Şîraniya kurdan "Şilikî" ji ber ku li Tirkiyeyê kete nava gotinên erotîk jê re patent nayê stendin.

Çêkirin biguhêre

Ji bo çêkirina şilikiyê ev malzeme pêwîst in:

  • 3 qedeh şîr
  • Qedehek av
  • 4 hêk
  • 250 gr arvan
  • gûz an jî fistiq
  • rûnê ron ji bo binê rûnbirêşkê (tawayê)
  • Ji bo Şerbetê; kîloyek şekir û lîtreyek av

Di tasekê de hêk û şîr tên lihevxistn. Arvan bi ser de tê dayîn û heta girik nemînin tê lihevxistin. Rûn di tawayê de têxistin piştre hevîrê ron bi kevçî yeko yeko têxistine tawayê.

Hevîr pêwîst e di tawayê de zirav be û hemû binê tawayê bigre. Nêzî 20 heb şilkiyên wisa tên çêkirin û di tawayê de her du aliyê wan tê bipijirandin.

Ji şekir û avê şerbet tê çêkirin. Şerbet ser şilikiyan tê berdan. Piştre bi fistiq an jî gûzan serwis tê kirin.

Çavkanî biguhêre