Şeva Çille

Cejneke iranî

Şeva Çille an jî Şeva Yeldayê yek ji cejnên herî kevn ên îraniyan e. Ev cejna hevdem ligel Şoreşa Zivistanê û li şeva herî dirêj a salê ye ku li dû wê dirêjahiya rojan li nîvkada bakûrî ber bi zêdebûnê ve dihere.

Şeva Çille dar

Şeva Yeldayê yan wek ku kurdên Xorasanê dibêjin Şeva Çêlle ji dema rofirrîna (rojavabûn) roja 30'ê meha azerê (roja herî dawîn a payîzê û roja dawîn a meha 9'a tavî) û 21'ê kanûnê dest pê dike û heta roverketina (rojhilatin) 1'ê meha dêyê anku 22'ê kanûnê ku yekem roja zivistanê ye didome. Malbatên îranî ji wan kurd bi giştî di Şeva Çêlle da şîveke baş ligel cûreyên mêwe û bi taybet zebeşan amade dikin û vê şevê heya sibê bi şadî û kêfxweşî li xwe sibe dikin. Piştî xwarin û vexwarinê şev bi Şahnamexwanî û xwandina helbestên wek Hafizê Şîrazî didome. Yên kal û pîr çîrokan dibêjin.

Wateya Yelda biguhêre

Yelda bi eslê xwe peyveke sûriyanî bi wateya zayîn û jidêbûn e. Ji ber ku sûriyaniyan visan bawer dikirin ku Şeva Yeldayê hevdem ligel jidêbûna Îsa Mesîh e. Di çanda îraniyan da Yelda anku Şeva Çileyê şeva zayîna mêhr û dilovaniyê ye. Yên rojavayî yelda ligel Noêl li ber hev danîne û romiyan peyva Natalîs ji bo zayînê bi kar anîne. Xisrîstiyaniyên sûriyanî peyva Yeldayê bi xwe ra anîn Îranê û ji demê û bi vir da hema wisan maye.

Çilegir û Çileqiçik biguhêre

Şeva Çileyê li Îranê bi Şeva Yeldayê tê naskirin. Ji Şeva Çêlle heta 40 şevan anku şeva 1’ê sibatê (10'ê meha 11'an a tavî anku meha behmenê) dibêjin çellegir yan çilleya mezin ku 40 roj in. Her wiha ji 1’ê sibatê heta 20’ê sibatê (destpêka meha Isfendê, meha 12'an a tavî) wek Çelleqiçik yan çilleya biçûk tê gotin.

Şeva Çêlle li ba kurdên Xorasanê biguhêre

Şeva Çêlle li ba kurdên Xorasanê jî xwedan girîngiyeke taybet e. Di vê şevê da malbatên ku tezebûkek ji lawê xwe ra xwestine û hîn lawik di destgirtiyê da ye, xelat ji zêr û zîv û cil û bergên bûkê her viha cûreyên xwarinên rojane didin mala bûkê. Navê vê xelatê Şevçellegî ye. Agirpêxistin û lîstika bi êgir yek ji taybetiyên vê şevê ye.

"Li vê şeva dirêj û reş Mala we germ, dilê we geş"

Çavkanî biguhêre