Şerê dewleta Tirkî li dijî kurdan 2015

Şerê dewleta Tirkî li dijî kurdan a 2015an, ev konsepta şer, piştî hilbijartinên giştî yên Tirkiyeyê yên 7ê hezîrana 2015an li dijî kurdan li Bakurê Kurdistanê li hemberî kurdan rejîma tirk da destpêkirin. Weke destpêka vê konseptê, 34 ciwanên ku kirin ku herina Kobaniyê û li Pîrsûsê hatine kuştin, hat destpêkirin. Piştre jî, di 24ê temûzê yanî di roja salvegera peymana Lozanê ku bi wê Kurdistanê hatibû qatkirin li çar beşan de bombardimanên balafirên şer ên tirk li hemberî kurdan û li çiyayên Kurdistanê destpêkirin. Komkujiya li gundê Zergelê ku di wê de 10 kurdên sivîl hatina qatilkirin, di encama wê bombardimanê de bû.

Konsepta şer, weke konsepta şer ku rejîma tirk bi kurdan re şer bike û bi wê partiya kurd, li bin benda sedî 10 bihêlê jî hat ser ziman. Encamên hilbijartina 7ê hezîrana 2015an, ku kurdan cara pêşî bende û sedî 10 derbas kir û manzetên xwe şandina meclisê, rejîma tirk, ne xwest ku wê encamê nas bike. Bo vê yekê, şer bi kurdan re da destpêkirin. Kurdan li hemberî konsepta şer a rejima tirk ku li hemberî civate kurd bi wê şer denezend, kurdan jî got ku madem ku, tu vîna me nasneke, em jî te nasnekin û rêveberîyên xweser ên cewherî denezendin. Rêveberiyên xweser ên cewherî, weke bersiveke civata kurd a li hemberî wê konsepte şer a rejîma tirk ku li hemberî kurdan dabû bû destpêkirin jî bû.

Çavkanî biguhêre