Şekalok xwarineke ji pêjgeha kurd e. Pirranî li herêma Xerzanê tê xwarin. Xwarineke zivistanî ye. Li hin deveran bi navên cuda tê binavkirin. Şorbeya zivistanê jî hema bigire ev bi xwe ye.

Berkelî biguhêre

  • 250 gr nok
  • 250 gr nîsk (ne ya sor)
  • 250 gr qalikê xiyarê yê hişkkirî
  • Goştê kişandî (bo girikên kufteyê)
  • Mast
  • Savar (bo girikên kufteyê)
  • Îsota pûlpelî (îsota tûj)
  • Biharbêhn (biharat)
  • Xwê (solin)

Çêkirin biguhêre

Nok û nîskan di quşxaneyê de bikelînin. Qalikên xiyarê di verokekê de bixaşînin, hûrbikin.

Ji savar û goştê girikên hûrik ên kufteyê çêbikin, wan bi tevî qalikên xiyarê, berdin nava nok û nîskan. Hinekê avê pêwerbikin, hinekê şûnde îcar mastê xwe berdinê.

Hûn dikarin mast di binikên xwarinê de berdin ser. Beriya ku hûn bînin ser destexaneyê rûnê xwe di rûnbirêşkê de biqijilînin, îsota pûlpelî (îsota tûj, îsota pûlpûlî) jî di nav de, viya berdin ser xwarina xwe.

Gotarên têkildar biguhêre